Li Cizîrê êrîş li gorên endamên YPS'ê hate kirin
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê êrîş li "Şehîdgeha Yafesê" hate kirin ku gorên YPS'iyan lê ne.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê êrîş li "Şehîdgeha Yafesê" hate kirin ku gorên YPS'iyan lê ne.
Li "şehîdgeha Yafesê" li ser dîwarê beşa gorên YPS'iyan bi tîpên mezin nivîsa "Bedel" hate nivîsandin.
Şêniyên taxê gotin ku êrîş ji aliyê polîsan ve hatiye kirin û nerazîbûn nîşan dan.
Ne cara yekê ye ku dewleta Tirk êrîşê dibe ser goristanan. Bi rêk û pêk goristanan xera dike. Par jî bi dehan goristan xera kir, cenaze ji gorê derxis, ya jî bombe li goristanan barand.