Gerîla TV dîmenê teqandina wesayita zirxî weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya 20'ê Hezîranê ya li Geverê weşand ku 3 leşkerên Tirk hatibûn kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de, 20'ê Hezîranê saet 10:15'an li dijî wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Reo ya artêşa TC a dagirker ku ji girê Elîşêr ê navçeya Geverê ber bi qada Dola Heydaran a Ertûşê ve diçû, hêzên me çalakiyek kirin. Ji nêz ve derbên giran li wesayita dijmin hate xistin û wesayit hate rûxandin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 3 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê li herêmê dest bi operasyonê kir. Heman rojê saet 17:00 bi rengekî bê encam operasyon qediya."