BERXWEDANA SERDEMÊ YA LI EFRÎNÊ DI ROJA 14'AN DE YE

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê di roja 14'an de ye. Li gelek eniyan di navbera hêzên Tirk ên dagirker û şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de şer diqewime. Hûn dikarin rewşa dawî ji bloga me ya zindî bişopînin.

22:16

Êrîşên artêşa Tirk û çeteyê wê yên dagirkirina Efrînê dewam dike. Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li gundên Canga û Cela yên navçeya Reco ya Efrînê dibarînin. Hat ragihandin ku balafirên keşfê jî li hewa difirin, her wiha helîkopterên Kobara jî li gundan dixin.

21:09

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundê El-Hoşeriyê yê bakur-rojhilatê Minbicê topbaran dike.

21:01

Balafirên şer ê artêşa Tirk gundê Hemame yê navçeya Efrînê Cindirêse bombardûman dike, li aliyê din şer giran e.

20:46

Artêşa Tirk û çeteyên wê topan li gundê Basûfanê ya Şêrewa dibarîne.

20:29

Artêşa dagirker a Tirk, îro di saetên şevê de gundê Zorava yê ser  bajarokê Tirbespiyê a girêdayî Kantona Qamişlo dane ber topan.

19:10

Berxwedana Serdemê ya li hember mêtingeriyê ji gelên cîhanê re mizginiya azadiyê dide. Me naveroka 14 rojên berxwedanê ji we re berhev kir.

 

18:21

Artêşa Tirk a dagirker navçeya Reco ya Efrînê topbaran dike.

17:55

Şervanên QSD’ê bi berxwedaniyek mezin bersiv didin êrîşa artêşa Tirk a dagirker a li ser Efrînê. Dimenên şervanan ên wan kêliyan ketin kamereya ANF’ê.

 

17:54

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê nivîskî bîlançoya roja 14’an a Berxwedana Serdemê eşkere kir. QSD’ê diyarkir ku di roja 14’an de 4 wesayîtên dagirkeran hatin e rûxandin û bi dehan çete hatin kuştin.

 

17:41

Şervanên QSD’ê li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedaneke mezin a destanî dike. Kêliyên şer ên şervanan ji aliyê kamereya ANF’ê ve hatin kişandin…

 

16:50

Şervanên QSD’ê li gundê Xelîl ê navçeya Şiyê di saetên danê nîvroyê de li dijî leşkerên Tirk û çeteyên wê çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de 2 panzêr û wesayîteke leşkerî hatin rûxandin.

16:40

Kêliyên ku şervanên QSD’ê ji bo Berxwedana Serdemê berê xwe didin eniyên şer ên Efrînê ji aliyê kameraya ANF’ê ve hatin kişandin….

 

16:24

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li gundê Xelîkan a navçeya Bilbilê  de welatiyê bi navê Şeban Xelîl ê 24 salî birîndar bû.

16:19

Di şerê li derdora Kevirê Ker yê girêdayî navçeya Reco ya Efrînê ya di navbera şervanên QSD û artêşa Tirk a dagirker û girêdayî wê de serçeteyê Tugaya Şûhade Bedir a girêdayî El Kaîdeyê jî di nav de 4 çete hatin kuştin.

16:07

Hevseroka TEV-DEM’ê Asya Abdullah diyarkir ku li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk li Efrînê berxwedanekî dîrokî heye û wiha got; “Em ê bi rûhê berxwedana Avesta Xabûr, berxwedanê geştir bikin.”

 

 

15:26

QSD'ê wesayiteke artêşa Tirk û çeteyên wê li Raco rûxand

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li derdora girê Kevrê Ker li wesayiteke leşkerî ya hêzên dagirker xistin. Di encamê de wesayît bi temamî rûxiya.

Ji danê sibehê ve li derdora girê Kevirê Ker, di navbera şervanên QSD'ê û artêşa Tirk a dagirker de şerekî dijwar diqewimî.

 

14:44

Hejmara sivîlên li Efrînê hatin kuştin bû 127 kes

Êrîşên dewleta Tirk û komên wê yên çete ku ji nava DAÎŞ û Nûsrayê li hev kom kiriye, ev 14 roj in bi rengekî bê navber dewam dikin. Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker heta niha 127 sivîl şehîd bûn.

Dr. Ciwan Mihemed bi navê rêveberiya nexweşxaneya Avrînê daxuyanî da û diyar kir, ji 20'ê Çileyê roja destpêkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ve, 127 sivîl hatine kuştin ku jin û zarok jî di nav de ne. Dr. Mihemed got, 168 sivîl jî birîndar bûne.

Rêveberiya nexweşxaneya Avrînê duh bi daxuyaniyekê ragihandibû ku hejmara sivîlên şehîd 104 kes e û 156 sivîl birîndar bûne.

 

14:12

Heyetek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê serdana sivîlên ku ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker birîndar bûn kir.

Ji ber êrîşên hovane yên artêşa Tirk a dagirker, heta niha 168 sivîl birîndar bûne ku piraniya wan zarok in.

 

13:15

Li girê Kevirê Ker ê navçeya Raco ya Efrînê, şerekî dijwar diqewime. Artêşa Tirk a dagirker bombeyan li herêmê dibarîne.

13:04

'Mîna DAÎŞ'ê, artêşa Tirk li Efrînê ewilî êrîşî Êzidiyan kir'

Parlamentera Amedê ya HDP'yî Feleknas Ûca diyar kir ku li Efrînê sivîl tên kuştin û civaka Êzidî jî di hedefa êrîşan de ye.

 

11:56

KJK’ê diyar kir ku berxwedana gelan a Efrînê berxwedana azadiyê ye û got, "Em bang li hemû jinan, gel, dost, hêzên azadî û demokrasiyê yên dinyayê dikin ku tevlî çalakiyên 3’yê Sibatê bibin."

 

11:38

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombeyan li Raco dibarînin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombeyan li herêma Racoyê dibarînin.

Balafirên keşfê jî li ser herêmê digerin.

11:36

Artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawanan navenda navçeya Cindirêsê ya Efrînê bomberdûman dike.

10:40

Dewleta Tirk bi çek û wesayitên Elman êrîşî Efrînê dike

Dewleta Tirk êrîşên li dijî Efrînê bi çek û wesayitên Elman dike. Ji bilî tankên Leopard 2, leşker û çeteyên Tirk bi tivingên fîrma û wesayitên leşkerî "Heckler & Koch" û wesayitên leşkerî yên Mercedes êrîşî Efrînê dikin.

 

10:40

Endama Konseya Serokatiya KCK'ê Sozdar Avesta got, li pêşberî gelê ku bi rêxistinbûna xwe, bi vîna xwe û bi parastina xwe li ber xwe dide, wê Erdogan têk biçe.

 

10:39

Li eniyên Raco û Bilbilê yên Efrînê di navbera hêzên dagirker û şervanên Efrînî de şerekî dijwar diqewime. Navenda Ragihandinê ya QSD'ê wê di nava rojê de daxuyaniyekê li ser vî şerî bide.