'Mîna DAÎŞ'ê, artêşa Tirk li Efrînê ewilî êrîşî Êzidiyan kir'

Parlamentera Amedê ya HDP'yî Feleknas Ûca diyar kir ku li Efrînê sivîl tên kuştin û civaka Êzidî jî di hedefa êrîşan de ye.

Parlamentera Amedê ya HDP'yî Feleknas Ûca li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û êrîşên li dijî Efrînê yên ji bo dagirkirinê nirxand.

Ûca got, "Zêdeyî 400 hezar mirovên ji şerê navxweyî yê Sûriyeyê reviyan xwe li Efrînê girtin û ev 6 sal in bi rengekî ewle û aştiyane lê dijîn" û wiha dewam kir: "Efrîn bajarekî ji gelek çand û baweriyan pêk tê ku Suryanî, Ermenî, Tirkmen, Ereb, Kurd; wekî din Sûnî, Elewî Xiristiyan û Êzidî lê dijîn. Lê belê bi dagirkeriya Tirkiyeyê re ku bi navê 'têkoşîna dijî terorê' ya li Efrînê, bombe li ser van hemû gel û baweriyan hatin barandin."

'ZAROK, SIVÎL TÊN KUŞTIN'

Ûca bi bîr xist ku Neteweyên Yekbûyî, Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ajansa Nûçeyan a Dewletê ya Sûriyeyê (SANA), ÛNÎCEF û gelek saziyên cuda yên navneteweyî destnîşan dikin ku di van êrîşan de sivîl dibin hedef û got, "ÛNÎCEF'ê roja 27'ê Çileyê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Efrînê herî kêm 11 zarok hatine kuştin. Herî dawî Nexweşxaneya Avrînê daxuyaniyek da û ragihand, ji ber êrîşan 104 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, 156 sivîl jî birîndar bûne."

'DI HEDEFÊ DE ÊZIDÎ JÎ HENE'

Ûca da xuyakirin ku yek ji beşên civakê yên bûne hedefa êrîşên li Efrînê, Êzidî ne û got, "Tê zanîn, Tebaxa 2014'an DAÎŞ'ê li Şengalê Êzidî qir kir. DAÎŞ'ê xwest li Şengalê bi temamî Êzidiyan tine bike û piştî vê komujiyê Êzidî neçar man ji cih û warên xwe derkevin û biçin deverên cuda yên cîhanê. Heman wextê, bi hezaran jin û zarokên Êzidî hatin revandin. Wekî din DAÎŞ'ê li pêş çavên zarokên wan serê bavê wan jê kirin, jin xistin qefesan û bi zindî şewitand. Komkujiyeke bi heman rengî îro li ser Êzidiyên li Efrînê tê ferzkirin.

DAÎŞ'ê sala 2014'an dema êrîşî Şengalê kirin, ewilî berê xwe dan Êzidiyan. Tesadûfî nîne ku artêşa Tirk-artêşa azad jî dema êrîşî Efrînê kirin ewilî berê xwe dan Êzidiyên li Qestel Cîndo.

14 rojên dawî ji ber êrîşan cih û warên Êzidiyan, cihên pîroz hatin hilweşandin û şewitandin. Rojên destpêkê yên êrîşê bombe li gundên li herêma Qestel Cîndo ku cih û warê Êzidiyan e hatin barandin. Roja 13'an a êrîşê, gundên Êzidiyan Gundê Mezin, Basûfena û Başemra yên Êzidiyan hatin bombekirin."

Ûca destnîşan kir ku li ser bi hezaran Êzidiyên li Efrînê dijîn tevî milyonek mirovên li wê herêmê komkujî tê ferzkirin û eşkere ye ku komên artêşa azad ên Tirkiye desteka wan dike, dixwazin Êzidiyan tine bike.

Di dawiya daxuyaniya xwe de Ûca diyar kir ku parastina hemû etnîsîte û baweriyên li Êzidiyê wezîfeya hemû mirovahiyê ye û xwest, êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê tavilê werin rawestandin.