Avesta: Erdogan wê têk biçe
Endama Konseya Serokatiya KCK'ê Sozdar Avesta got, li pêşberî gelê ku bi rêxistinbûna xwe, bi vîna xwe û bi parastina xwe li ber xwe dide, wê Erdogan têk biçe.
Endama Konseya Serokatiya KCK'ê Sozdar Avesta got, li pêşberî gelê ku bi rêxistinbûna xwe, bi vîna xwe û bi parastina xwe li ber xwe dide, wê Erdogan têk biçe.
Endama Konseya Serokatiya KCK'ê Sozdar Avesta di bernameya taybet a Çira TV de bersiv da pirsên Delîla Axîn.
Sedema êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê çi ye?
Koalîsyona faşîst a AKP-MHP'ê sala 2015'an li dijî gelê Kurd ji nû ve şer ragihand. Ji ber ku li Bakurê Kurdistanê bi ser neket êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir. Êrîşa li ser Efrînê êrîşa li dijî hemû destketiyên gelê Kurd e. Di şexsê gelê Kurd de li dijî hemû gelan, bawerî û nirxan e; li dijî jinên li azadiyê digerin, li dijî mirovahiyê ye. Dixwaze destketiyên gelên me yên hewl didin bi vîn û parastina xwe jiyana azad biafirînin ji holê rake û sîstema xwe ya faşîst bidomîne. Bi xewn û xeyalên Osmanî êrîşî vîna hemû gelan dike.
Ev 14 roj in bi hemû hêza xwe êrîş dike. Gelo artêşa Tirk dikare li Efrînê bi ser bikeve?
Dewleta Tirk beriya êrîşî Efrînê bike li hundir û derve amadekarî kir û piştî bomberdûmaneke giran ji hebû ku dikare hemû herêman dagir bike. Dewleta Tirk ku digot, 'Em ê di nava 3 saetan de bikevin hundir' ev 14 roj in bi balafiran bombe dike. Yên kuli dijî dîktatoriya Erdogan û MHP'ê bi ser ketin YPG, YPJ, QSD û gelê Efrînê ye. Ji ber ku xwedî sekneke welê ne ku ji bo axa Efrînê, ji bo nirxên xwe dikarin xwe feda bikin. Li pêşberî gelekî ku xwe bi rêxistin kiriye, xwedî vîn û parastina xwe ye, dîktatoriya Recep Tayyîp Erdogan nikare ji têkçûnê bireve.
Ji fermandarên YPJ'ê Avesta Xabûr rojên destpêkê yên êrîşê çalakiyeke fedayî kir. Ev çalakî divê çawa bê dîtin?
Bi wê re serdemeke nû dest pê kir. Avesta Xabûr bi çalakiya xwe nîşan da ku dîktatoriya Erdogan têk çûye. Her wiha mesaj da hemû gelan ku cih û warên xwe neterikînin û bi berxwedanê dikarin bi ser bikevin. Got, 'Divê em ji kesî hêvî nekin, çi dibe bila bibe divê em bi bombeyekê bersivê bidin wan'. Bi sekn û çalakiya xwe xeta berxwedanê nîşanî hemû jinan da. Peyama wê jî gihîşt cih. Bi hezaran ciwan berê xwe didin Efrînê.
Di êrîşên dijî Kurdan de DAÎŞ û çeteyên din timî bi dewleta Tirk re dixuye. Hûn vê têkiliyê çawa dibînin?
Yek ji sedemên êrîşa Erdogan a li ser Efrînê hilanîna tola DAÎŞ'ê ye. Nikare xwe li têkçûna DAÎŞ'ê ya li Reqa, Şengal, Mûsil û Dêra Zorê rabigire. Dibêje, 'Madem we nehiştin ku DAÎŞ bi ser bikeve, ez ê jî êrîşî we bikim, cih û warên we, qadên dîrokî û pîroz hilweşînim'. Ya ku ji DAÎŞ'ê nehat, Erdogan dixwaze bike.
Divê ev yek bê destnîşankirin; Erdogan û çeteyên bi navên cuda li Kobanê têk çûn, wê li Efrînê jî ti carî bi ser nekevin. Berevajî, wê zîhniyeta faşîst têk biçe.
Hêzên navneteweyî çima tenê li rewşê temaşe dikin. Çima heta astekê ji Erdogan re dibin alîkar?
Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd em hêzên navneteweyî nas dikin. Ji Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê, ji dîroka xwe ya dema nêz nas dikin. Şervanên azadiyê her tim bi îrade û baweriya xwe ya bi azadiyê li ber xwe da. Divê neyê jibîrkirin bê Arîn Mîrkanan bi kîjan helwest û baweriyê li ber xwe dan. Gelê me dema ku ji bo mafên xwe yên hatine talankirin têkoşiya, destûr ji kesî nexwest û pişta xwe nesipart kesî. Dewletên netewe bala wan li ser berjewendiyên wan ên aborî û têkiliyên bi hev re ne. Mafdarî û rewabûna têkoşîna gelan ji bo wan têrker nîne. Lewma jinedîtî ve tên.
Gelên Kurdistanê û mirovahiya pêşverû piştgiriyê didin Efrînê. Ji bo vê gelek çalakî û xwepêşandan tên lidarxistin. Gelo ev têrê dikin?
Xwedîderketina gelan a li Efrînê gelekî watedar e. Bi taybetî ez gelê me yê dadikeve qadan silav dikim. Helwesta wan helwesteke welatparêziyê ye. Xeleka gelan a li dora gelê Efrînê gelekî watedar e, lê divê mayinde bibe. Bi taybetî bi deh hezaran mirovên me yên li Ewropayê ji bo Efrînê herikîne kolanan silav dikim. Divê ji niha û pê ve jî helwestê nîşan bidin û bala raya giştî bibin ser mijarê. Li dijî gelê Efrînê hovîtî tê kirin. Bêdengî nabe.
Li Efrînê bi taybetî êrîş li Êzidiyan û gundên wan tên kirin. Gelo ev yek dewama fermana 73'an e ku ji aliyê DAÎŞ'ê ve hate kirin?
Ev mijar jî gelekî girîng e. Îro êrîş li 23 gundên Êzidiyan tên kirin. Li Şengalê xwestin bi fermana 73'an Êzidiyan tine bikin, lê nekarîn bikin. Îro jî fermana 74'an tê ferzkirin. Dewama fermanê li Qestelê û Basûfanê dikin. Yek ji cihên ku Civaka Êzidî li ser bingeha jiyana azad rêxistinbûna xwe parastiye, Efrîn e. Li ku dibe bila bibe divê civaka Êzidî xwedî li YPG û YPJ'ê derkeve. Şervanên azadiyê çawa ku xwedî li civaka Êzidî derketin û ji bo jin û zarokên Êzidî yên dîl hatin girtin xwe feda kirin, îro jî divê civaka Êzidî xwedî li hêzên YPG û YPJ'ê derkeve.