QSD’ê bîlançoya roja 14’an eşkere kir
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê bîlançoya şerê îro a li Kantonên Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekî nivîskî eşkere kir.
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê bîlançoya şerê îro a li Kantonên Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekî nivîskî eşkere kir.
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê nivîskî bîlançoya roja 14’an a Berxwedana Serdemê eşkere kir. QSD’ê diyarkir ku di roja 14’an de 4 wesayîtên dagirkeran hatin e rûxandin û bi dehan çete hatin kuştin.
Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:
CINDIRÊSÊ
Artêşa Tirk a dagirker navenda herêma Cindirêsê û gundê Hemamê ji şeva din ta saetên sibê bi çekên giran topbaran kir. Piştre, artêşa Tirk careke din navenda Cindirêsê topbaran kir. Her wiha balafirên kefşê li herêmê geriyan. Her wiha di saet 10:30`an de careke din artêşa Tirk taxên aliyê rojava yê navenda herêma Cindirêsê topbaran kir.
ŞERA
Hêzên me liv û tevgera artêşa Tirk a dagirker li eniya Şera şopand û bi çekên giran ew hedef girtin. Di encamê de kuştî û birîndarên dagirkeran çêbûn. Her wiha artêşa Tirk a dagirker gundên Dîrsewan, Erebwêran, çiyayê Baflon û Fîleta El-Qadî bi awayekî bê serûber topbaran kir.
BILBILÊ
Artêşa Tirk a dagirker û terorîstên El-Qaîde bi çekên giran û bi balafiran êrîşî eniya Bilbilê kirin û di vî alî de hinekî bi pêşketin. Hêzên me yekser bersiv dan û li herêmê şerekî diwar rû da û heta saetên sibê dewam kir. Piştre jî careke din artêşa dagirker û terorîstan bi çekên giran û balafiran êrîş kirin. Di van kêliyan de jî şer car bi caran rû dide. Di encamê de, gelek leşker û terorîst hatin kuştin û gelek alavên leşkerî hatin rûxandin.
ŞIYÊ
Artêşa Tirk a dagirker ji saet 23:00`an ta saet 02:00 sibê bajaroka Şiyê bi çekên giran topbaran kir. Her wiha hêzên me di encama çalakiyekê de, 2 panzêr û wesayîtek leşkerî ya artêşa Tirk û rêxistina El-Qaîde li derdora gundê Xelîl hatin rûxandin.
MABATA
Hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker û Rêxistina El-Qaîde çalakiyek lidar xistin. Di encamê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin.
RECO
Artêşa Tirk û Rêxistina El-Qaîde gundên Elîbiska û Mosaka topbaran kir. Her wiha balafirên artêşa Tirk di saet 9:00`an de herêma Raco bombebaran kir. Paşê, artêşa Tirk careke din herêm topbaran kir. Di heman demê de, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker çiyayê gundê Cobana bombebaran kir. Hêzên me li herêma Raco bersiv dan û encamê de yek jê serçeteyên Tabûra Şuhade Bedir bi navê Ebû Ebas 4 çete hatin kuştin.
Li derdora Girê kevirê Ker di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagikrer û Rêxistina El-Qaîde de şerên giran rû dan û hêzên dagirker neçar man ku paş ve birivin. Her wiha dîsa li derdora Girê Kevirê Ker, şervanên YPJ`ê çalakiyek lidar xistin û di encamê de erebeyeke leşkerî ya dagirkeran hate rûxandin.
MÎDANA
Hemû gundên eniyên şer bê serûber hatin topbarankirin.
ŞEHBA
Hêzên me sê noqteyên artêşa Tirk a dagirker û Rêxistina El-Qaîde li derdora bajarê Mari bi çekên giran kirin hedef. Her wiha hêzên me 4 nuqteyên dagirkeran li derdora gundê Kilcibrîn kirin hedef. Di heman demê de, li derdora Bendava Şehbayê di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran şer rû da.