Li qela berxwedanê Efrînê bûyerên di roja 14’an de qewimîn?
Berxwedana Serdemê ya li hember mêtingeriyê ji gelên cîhanê re mizginiya azadiyê dide. Me naveroka 14 rojên berxwedanê ji we re berhev kir.
Berxwedana Serdemê ya li hember mêtingeriyê ji gelên cîhanê re mizginiya azadiyê dide. Me naveroka 14 rojên berxwedanê ji we re berhev kir.
Li qeleya berxwedanê Efrînê têkoşîna li hember faşîzma AKP/DAİŞ’ê berdewam dike. Gelê Efrînê li gel Hêzên Sûrî yên Demokratîk QSD‘ê li dijî artêşa Tirk û çeteyên El Qaîde/DAiŞ’ê têdikoşin û dawîya faşîzmê her roja derbas dibe nêztir dibe. Berxwedana Serdemê ku du hefte li xwe hişt, ji Kurdistanê heta ji gelên cîhanê re bûye hêviya azadiya ji mêtingeriyê.
QETLIYAMAN WEKE‚ SERKETIN‘ NÎŞAN DIDIN
Di serî de jin, zarok û yixtiyar hedefa êrîşên artêşa Tikr gel e û komkujiyên pêk tîne jî weke ‚serkeftin‘ nîşan dide. Artêşa Tirk û çeteyên wê yên ji DAİŞ/EL Qaîda îro ji erdê û hewayê êrîş birin ser Roco, Bilbilê û Cindirêsê. Şervanên QSD’ê jî bersiv dane van êrîşên û li Racoyê li wesaîteke ku çete tê de bûn, xist. Di encamê de 1 jê serçete, 4 çete hatin kuştin. Roja 14’mîn a Berxwedana Serdemê wiha ye:
RACO
Danê sibê li derdora Kevirê Ker a Racoyê wesaîteke hêzên dagirker ji aliyê QSD’ê ve hedef hate girtin. Wesaît hate tinekirin. Di encama şer di navbera şervanên QSD’ê û artêşa Tirk, çeteyên wê de serçeteyê Şuhade Bedir a girêdayî El Qaîdê di nav de bi giştî 4 hatin kuştin.
CINDIRÊSÊ
Artêşa Tirk a dagirker û çetêyên OSO yên ji DAİŞ/El Qaîdê tên ev bi rojan e bi çekên giran êrîş dibin ser Efrînê, li beramberî berxwedana şervanên QSD’ê li Cindirêsê tar û mar bûn. Ji ber wê jî artêşa dagirker obus û havanan davêje Cindirêsê.
BILBILÊ
Bi rojan e li hemeber êrîşên hewayî û bejayî li ber xwe dide. Îro ji li qeleya berxwedanê Bilbilê rê neda faşîzma Erdogan/DAİŞ’ê. Li navçeyê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyan de şerê dijwar diqemin.
ŞİYÊ
Piştî ku şervanên QSD’ê li Raco û Bilbilê darbe li çeteyan da, çalakiyek jî li Şiyê pêk anîn. Li gundê Xelîl ê Şiyê şervanan 2 wesaîtên zirxî û pîkapeke artêşa Tirk û çeteyên wê tine kirin.
HEJMARA SIVÎLÊN LI EFRÎNÊ HATIN KUŞTIN BÛ 27
Dr. Ciwan Mihemed li ser navê nexweşxaneya Avrînê daxuyanî da û diyar kir ku ji destpêka êrîşên dagirker heta îro dewleta Tirk jin û zarok di nav de 127 sivîl qetil kirine, 168 jî birîndar kirine.
KJK’Ê BANGAWAZIYA TEVLÎBÛNA ÇALAKIYÊN 3’Ê SIBATÊ KIR
KJK’ê ji bo tevlîbûna xurt a çalakiyên Efrînê yên 3’ê Sibatê bangawazî kir. KJK’ê diyar kir ku berxwedana Efrînê berxwedana gelan, azadiyê ye û wiha hate gotin: “Em bang li hemû jinên cîhanê, gelê me, dostên me, hêzên alîgirê azadî û demokrasiyê dikin ku tevlî çalakiyên 3’ê sibatê bibin.“
SOZDAR AVESTA: DAWIYA ERDOGAN TÊKÇÛN E
Endama Konseya Serokatiya KCK’ê Sozdar Avesta di bernameya taybet a di Çira TV de bersiv da pirsên Delîla Axîn.
Sozda Avesta bal kişand ser ku beriya êrîş bibe ser Efrînê dewleta Tirkiye li hindur û derve amadekariyên xwe kirin. Dewleta Tirk bawer kir ku piştî bobedûmana dijwar wê qadê hemûyî dagir bike. Dewleta Tirk a digot ez ê di 3 saetan de têkevim Efrînê, ev 14 roj in bi balafirên şer êrîş dike. Ji ber ku welatparêzên Efrîne girêdayî xak û nirxên xwe ne û ji bo nirxên xwe yên cewherî xwe feda dikin. Li hember gelê bi rexistina cewherî, vîna cewherî û parastina cewherî wê dîktatoriya Erdogan têk biçe.“
DÎMENÊN ŞERVANÊN QSD’Ê
Efrînî û şervanên QSD’ê berxwedaneke bêhempa li hember êrîşan nîşan didin. Amedekariya şervanan û gelê Efrînê bi hin dîmenan…