KJK: Divê her kes tevlî çalakiyên Efrînê yên 3’yê Sibatê bibe

KJK’ê diyar kir ku berxwedana gelan a Efrînê berxwedana azadiyê ye û got, "Em bang li hemû jinan, gel, dost, hêzên azadî û demokrasiyê yên dinyayê dikin ku tevlî çalakiyên 3’yê Sibatê bibin."

Koordînasyona KJK’ê got, sedsala 21. wê bibe sedsala berxwedan û azadiyê ya Kurdan û jinan.

KJK’ê diyar kir ku bi agahî û destûra Rûsyayê û Amerîkayê dewleta Tirk êrîş bi ser xaka Efrînê de aniye û dixwaze dagir bike û got: "Di siyaset û dîplomasiya Rûsya û Amerîkayê de ti rêgeza sinc û wijdanê nîn e. Eniya demokrasî û azadiyê ya mirovahiyê  van hemû tiştan dişopîne. Helbet rojekê di dîroka mirovahiyê de ev tişt wê werin nirxandin. Hemû Kurd wê vê nêzîkatiya li dijî xwe ya bi rengê dij mirovî ti caran ji bîr nekin.Li gel ku Efrîn bajarekî Kurd e jî bi destê dewleta Tirk a îmhakir, înkarkir ve hatiye berdan. Li ser Kurdan plansaziyên komployê, parçekiriê, bê cih û warkirinê, bênasnamekirin û bêvînkirinnê didomin. Em şervanên YPG, YPJ û QSD’ê yên li Efrînê li dijî vê şer dikin û berxwedaniya gelê Efrînê slav dikin. Em hemû dostên xwe yên ku li çar hêlên dinyayê ji bo Efrînê rabûne ser piyan slav dikin."

SLAV LI BERXWEDANA EFRÎNÊ

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em KJK her carê li cem gelê Efrînê û li cem şervanên azadiyê ne’ û bi domdar wiha pê de çû, ‘’Em dibêjin. Slav li berxwedana Efrînê, slav li şervan û gelê Efrînê ku li ber xwe dide..Dîsa em çalakiya fedaî heval Avesta Xabûr ya ku li Efrînê bû nîşaneya azadiya jinê û dilsoziya jinên Kurd ên bi xakê re bi hurmet slav dikin. Şervana YPJ’ê Avesta Xabûr bi rengekî ku ti caran neyê jibîrkirin li dîroka azadiyê ya jinan û li dîroka azadiyê ya gelan navê xwe nivîsandiye. Hevrê Avesta Xabûr mîna hevalên Arîn Mîrkan , Zîlan, Bêrîtan û Viyan Soran bûye sembola azadiya jinê."

ÇALAKIYÊN EFRÎNÊ DIVÊ BÊNAVBER BIDOMIN

KJK’ê bi domdarî got: "Şoreşa Rojava şoreşa jiyana azad û wekhev, li dijî jiyana netew-dewletê navê avakirina jiyana alternatîf e. Şoreşa Rojava li ser azadiya jinê şoreşa bi hev re jiyana gelan a bi rêgêzên demokrasî, dadmendî, wekheviyê ye. Sedema ku pergala navdewletî li dijî van êrîşan bêdeng e jî ev.

Pergala dewletî li dijî jiyana alternatîf û pêşketina pergala vê pir bihêrs e. Lê li dinyayê hemû alîgirên azadiyê, wekheviyê Şoreşa Rojava weke hêviyekê dîtin. Ji bo vê jî  ramana azadiyê ya mirovahiyê ya li dinayê, hemû derdorên xwedî wijdan û sinc li dijî êrîşên li ser Efrînê bi çalakiyan helwesta xwe nîşan didin. Ev çalakî li hemû dinyayê bi rengekî karîger û domdar heta ku erîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bide rawestandin divê bidomin.

Li ser vê zemînê di serî de jin em bang li hêzên azadî, demokrasî û dadmendiyê dikin ku tevlî çalakiyên 3’yê Sibatê bibin. Em li rex  berxwedana serdemê, li rex berxwedaniya Efrînê rengê xwe diyar bikin. Divê gelê me û dostên me bibînin ku berxwedaniya li Efrînê berxwedaniya azadiya mirovahiyê ye û bi vî hiş û rihî tevlî çalakiyan bibin. Dagirkeriya Efrînê tê maneya dagirkirina hêviyên azadiyê. Tê xwestin ku daxwaza azadiyê û jiyana nû li Efrînê were tinekirin. Ji bo vê jî berxwedaniya Efrînê bûye berxwedaniyeke gerdûnî. Ji bo vê jî em dewleta Tirk a mêtinger û dagirker û hevkarên wê teşîr bikin. Berxwedaniya Efrînê ya azadiyê ye. Berxwedaniya Efrînê wê bibe stêrika birqokî ku rê nîşanî mirovahiyê dide. Em careke dî bang li jin, gel, dost, hêzên azadî û demokrasiyê yên dinyayê dikin ku tevlî çalakiyên 3’yê Sibatê bibin. Divê çalakiyên Efrînê bi rengekî geş bidomin. Berxwedaniya Efrînê ya serkeftî wê bibe mirovahiya serketî."