Dewleta Tirk bi çek û wesayitên Elman êrîşî Efrînê dike

Dewleta Tirk êrîşên li dijî Efrînê bi çek û wesayitên Elman dike. Ji bilî tankên Leopard 2, leşker û çeteyên Tirk bi tivingên fîrma û wesayitên leşkerî "Heckler & Koch" û wesayitên leşkerî yên Mercedes êrîşî Efrînê dikin.

Ji ber ku artêşa Tirk bi çek û wesayitên leşkerî yên Elman êrîşî Efrînê dike û komkujiyan dike, zext li rêveberiya Berlînê tê kirin. Di bernameya "Monîtor" a qenala televîzyonê ya dewletê ARD de ku duh hate weşandin, hat ragihandin ku artêşa Tirk bi çek û amûrên leşkerî yên Elman êrîşî Efrînê dike.

Bername bi sernavê "Şerê li dijî Kurdan - Made in Germany" hate weşandin û hat gotin, mafê lîsansê yê tivingên di destê leşker û çeteyên Tirk ên êrîşî Efrînê dikin de ne, yê fîrmaya "Heckler & Koch" a Elman a hilberîna çekan e. Hat bibîrxistin ku rêveberiya Elmanyayê erê kiriye ku ev fîrma van çekan li Tirkiyeyê çêbike.

Her wiha hat ragihandin, wesayitên leşkerî yên ku tankên artêşa Tirk dibin sînorê Efrînê, ji aliyê şîrketa Elman Mercedesê ve hatine çêkirin. Wekî din hat gotin, wesayita bi tîpa "Unimog" jî ku leşkerên Tirk pê diçin Efrînê ji bo êrîş bikin, ji aliyê Mercedesê ve hatine çêkirin.

EFRÎN BI TOPÊN ELMAN TÊ BOMBEKIRIN

Di bernameyê de hat destnîşankirin ku çek û amûrên Elman ên di êrîşa dijî Efrînê de tên bikaranîn, ne tenê ev in. Hat bibîrxistin ku tankên bi tîpa M60 ên ji aliyê artêşa Tirk ve tên bikaranîn, bi motorên ji aliyê fîrmayên MTU û Renk ên Elman ve hatine çêkirin dixebitin. Wekî din hat gotin, topên di bomberkirina Efrînê de tên bikaranîn bi motorên MTU dixebitin.

Di bernameyê de her wiha bal hate kişandin ser çeteyên ku tevî artêşa Tirk êrîşî Efrînê dikin. Hat destnîşankirin ku welatên rojavayî hin ji van koman "terorîst" dibînin û berê bi DAÎŞ'ê re tevgeriyabûn. Weke mînak hate bibîrxistin ku rêxistina "Ahrar al-Şam" a ku Tirkiye piştgiriya wan dike, ji aliyê serdozgeriya federal a Elman ve weke "rêxistina terorê" hatiye binavkirin.

Pispor û siyasetmedarên di bernameya ARD de axivîn gotin ku Tirkiye bi rêya van êrîşan hiqûqa navneteweyî bin pê dike.