Abdullah: Li Efrînê berxwedanekî dîrokî heye
Hevseroka TEV-DEM’ê Asya Abdullah diyarkir ku li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk li Efrînê berxwedanekî dîrokî heye û wiha got; “Em ê bi rûhê berxwedana Avesta Xabûr, berxwedanê geştir bikin.”
Hevseroka TEV-DEM’ê Asya Abdullah diyarkir ku li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk li Efrînê berxwedanekî dîrokî heye û wiha got; “Em ê bi rûhê berxwedana Avesta Xabûr, berxwedanê geştir bikin.”
Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Asya Abdullah di derbarê êrîşên dagirker yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û Berxwedana Serdemê de ji ANHA’yê re axivî.
Nirxandinên Hevseroka TEV-DEM’ê Asya Abdullah wiha ye;
*Artêşa Tirk a dagirker di rewşeke çawa de êrîşî Efrînê dike?
Ev 14 roj in kantona Efrînê bi awayekî hovane ji aliyê Artêşa Tirk a dagirker ve tê bombekirin. Armanc ji van êrîşan ew e ku gelê Kurd were qirkirin û tunekirin.
Efrîn parçiyek ji xaka Sûriyeyê ye û li Efrînê bi sedhezran kes hene. Îro li pêş çavê tevahiya dewletan kiryarên herî qirêj ên li dijî exlaqê mirovahiyê têne kirin. Herêma Efrînê bi balafir, tank û hemû cureyên çekên giran tê bombekirin. Hemû civînên ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê pêk tên vala vala ne. Gelo kanî çareseriya aştiyane?
Dewleta Tirk dixwaze civaka rewşenbîr ku li ser hîmê dîroka kevnar a Kurd jiyan dike pûç bike û derbeyê li hêzên QSD bixe. Her kes jî dizane ku QSD’ê dawî li DAIŞ’ê aniye.
*Tevî komkujiyên li dijî sivîlan gelo çima helwesteke ciddî ji aliyê civaka navnetewî ve nayê nîşandan?
Heya niha tu bertekeke erênî ji aliyê civaka navnetewî ve nehatiye dayîn. Rastiya ku divê were eşkerekirin ev e, ew guh nadin rewşa gelê Kurd ku bi wêranî û komkujiyan re rû bi rû ye.
Divê zext li dewleta Tirk were kirin ku bombebaranê bide sekinandin. Eger ew guh nedin vê yekê ev tê wateya ku li ser tevahiya pêkhateyên herêmê û gelê Sûriyeyê xeterî heye.
Eger bersivek neyê dayîn û ev gola xwînê neyê sekinandin ev tê wateya ku civaka navnetewî jî destekê xwe xistiye destê terorê.
*Çima rasterast sivîl dibin hedef. Armanca Erdogan ji vê çi ye?
Beriya ku Efrînê were hedefgirtin hikûmeta Erdogan û çapemeniya wê hewl didan li pêşiya raya giştî rengekî aştiyane bidin pîlanên xwe yên li dijî kantona Efrînê. Îro li dijî Efrînê teroreke bê sînor tê kirin. Herêma Efrînê ku bi rêveberiyeke demokratîk tê birêvebirin şer naxwaze, lê aştiyê dixwaze.
Xelkên kantona Efrînê li malên xwe ne û teslîmî Artêşa Tirk û terorîstên wê nabin. Bombebarana û topbaran jî nikarin wan bitirsînin an jî vîna wan a xurt bidin şikandin. Ew bi axa xwe ve girêdayî ne.
Dîmenên ku hatine weşandin diyar dikin ku zarok, jin, pîr û kal ku bi awayekî hovane ji aliyê Artêşa Tirk ve hatine hedefgirtin û parçe parçe bûne. Ev yek di rûyê tevahiya mirovahiyê de şeremeke mezin e.
Êrîşên artêşa dagirker dişibihin êrîşên DAIŞ’ê ku biçûk û mezinan ji hev dernaxe û hemûyan dide ber xwe. Dewleta Tirk komên terorîst ên girêdayî xwe bi rêxistin dike û wan dişîne kantona Efrînê.
*Hûn helwesta gelê Kurd, partî û rêxistinên siyasî çawa dibînin?
Xelkê kantona Efrînê ji 20’ê çileya 2018’an ve berxwedaniyeke dîrokî dide meşandin. Ev berxwedan ne tenê ji bo parastina Efrînê, lê ji bo parastina tevahî xaka Sûriyeyê ye. Ji cîhanê re jî ev yek îsbat bû ku gelekî birêxistinkirî li wir li ber xwe dide heye.
Çalakiya fedayî ya Avesta Xabûr asta berxwedanê gihand asoyên herî bilind û peyamek da dewleta Tirk ku gelê herêmê wê tola xwe hilîne.
Li herêmê bi sedan jin di çeperên berxwedanê xwe de cih digrin. Şervanên YPJ’ê yên berxwedana Kobanê û Reqayê jî mînak in. Şervanên ku dawî li DAIŞ’ê anîn wê li Efrînê jî dawiya dewleta Tirk bînin.
Berxwedana Efrînê li dijî dagirkeriyê berxwedaneke mayînde ye. Wê xelkên herêmê li dijî dagirkeran şer bikin û çi bibe jî xaka xwe bernadin.
Bila hemû jin bi rihê têkoşer Avesta Xabûr ku derbeyên giran li Artêşa Tirk da, tev bigerin û baweriya wan bi serkeftinê xurt be.