Ayata: Ji faşîzmê re her tim dijmin divê

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Ayata êrîşên dewlet Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê nirxand û got, "Ji faşîzmê re her tim dijmin divê. Wekî din, dixwazin bîr û hişê civakê pûç bikin ku civak nikaribe baş bifikire. Ji ber ku gelek gendelî û dizî kirin."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata, êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên ji bo dagirkirina Efrînê ji ANF'ê re nirxand.

Ayata da xuyakirin ku Erdogan ancax bi tifaqeke nîjadperest û faşîst dikare li ser desthilatdariyê bimîne û destnîşan kir, piştî ku nekarî bi rêya DAÎŞ'ê gelê Kurd têk bibe, li nava Tirkiyeyê dest bi êrîşeke mezin kir.

ERDOGAN XWEST JI XWE RE DIJMINEKÎ BIAFIRÎNE; KURD JI BO VÊ HILBIJART

Ayata got, "Şevekê avêtin ser malên bi sedan HDP'yî û Kurdan. Plana têkbirinê amade kir, dest danî ser hemû şaredariyan, bombe li hemû çiyayên Kurdistanê barand, her kesên mûxalîf girt û bi MHP'ê re bi lez û bez tifaq çêkir. Encamên hilbijartina 7'ê Hezîranê betal kir. Darbe kir, 1'ê Mijdarê bi zorê û bi rêya komkujiyê desthilatdarî xist destê xwe. Hewldana darbeyê ya 15'ê Hezîranê veguherand darbeya dijber. Rewşa Awarte ragihand."

Ayata destnîşan kir ku eger li hundir û derve şer nebe ji xwe faşîzm nikare li ser desthilatdariyê bimîne û wiha dewam kir: "AKP'ê piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê bi rengekî vekirî tifaq bi MHP'ê re kir û CHP jî kir lingekî vê tifaqa xwe. Partiya Yekîtiya Mezin (BBP), Ergenekon, Dogû Perîncek û hwd. jî tevlî bûn. Ev yek heta niha dewam kirin. Bloka herî nîjadperest, herî faşîst a dîroka Tirkiyeyê ava kir. 

Bala xwe bidinê; ji bo faşîzmê her tim dijmin divê. Wekî din, dixwazin bîr û hişê civakê pûç bikin ku civak nikaribe baş bifikire. Ji ber ku gelek gendelî û dizî kirin. Ji ber van hemûyan Erdogan bi tifaqa bi MHP'ê re çarenûsa xwe bi şer ve girê da. Diviyabû li derve jî dijminek bihata afirandin. Ji bo wan dijminê herî musaît Kurd bû."

DEWLETA TIRK XWEST KRÎZA LI ROJHILATA NAVÎN LI DIJÎ KURDAN BI KAR BÎNE

Mûzaffer Ayata di dewama axaftina xwe de ragihand ku Tirkiyeyê xwest krîz û kaosa li Rojhilata Navîn ku hê jî dewam dike li dijî Kurdan bi kar bîne got, "Lê nihêrî ku Amerîka, Rûsya, Îran, her kesî daye dû berjewendiyên xwe û kes ne di rewşeke welê de ye ku ji bo Kurdan şer bike, got, 'Ez ê jî pihînekê li vê krîzê bidim, kûrtir bikim, hê tevlîhev bikim'.

EFRÎN MÎNA GIRAVEKE AŞTIYÊ BÛ, GEF LI KESÎ NEDIXWAR, TENÊ XWE DIPARAST

Divê êrîşa ji bo dagirkirina Efrînê di vê çarçoveyê de were nirxandin. Yanî ji bo Kurd nebe xwedî nav û statuyekê ev êrîş hate kirin. Li Efrîna ku êrîş lê hate kirin çi hebû? 400 hezar Kurd hebûn, wekî din hejmareke zêde ya koçberên ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê reviyan, xwe lê girtibûn. Mîna giraveke aştiyê bû. Çend hezar milîsan, li dijî êrîşên DAÎŞ'ê û El Nûsra xwe diparastin. Gef li Tirkiyeyê dixwarin, ji xwe hêzeke wan a gefxwarinê jî tine bû. Tirkiye endamê NATO'yê ye, xwedî artêşa duyemîn a herî mezin a NATO'yê, xwedî artêşa herî mezin a Rojhilata Navîn e. Wekî din, artêşa wê artêşa herî faşîst û nîjadperest a Rojhilata Navîn û cîhanê ye. 40 sal in bi tank û topan bombeyan li çiyayên Kurdistanê dibarîne. Xwedî tecrûbe ye û 3 aliyan ve dor li Efrîna biçûk girtiye. Di rewşeke wiha de gelo wê Efrîn çawa bibe tehdît ji bo Tirkiyeyê? Bi kîjan hêzê û çawa dikare artêşe ji milyonan leşkerî û dewleta wê tehdît bike? Balafir li ser digere, ji bo wan bixîne fuzeyeke xwe jî nîne. Gelo çawa dikare ji bo Tirkiyeyê bibe tehdît? Divê dewletên ku rê li ber vê yekê vekirin, hesab bidin."

DIVÊ DEWLETÊN KU RÊ LI BER VÊ ÊRÎŞÊ VEKIRINE HESAB BIDIN

Ayata bi bîr xist ku Rûsyayê li Cerablûsê û Babê pêşî li Tirkiyeyê vekir, di hevdîtinên Astanayê de ji bo di navbera komên çekdar û rejîmê de şer neqewimiye rê li ber Tirkiyeyê vekir ku bibe hêzeke çavdêr li Sûriyeyê, lê belê Tirkiyeyê tank û topên xwe xist nava Sûriyeyê û berê wan da Efrînê.

Ayata wiha dewam kir: "Rûsyayê bi xwe ev got. Gotin, 'Tirkiyeyê em xapand, li şûna ku hêza çavdêr bi cih bike, hêza xwe ya şer anî'. Tevî ku bi vê zanîbû, ji ber hevrikiya xwe ya herêmî, ji bo Amerîkayê tengav bike, Kurd kir qurban. Rûsya wê bi berpirsyariya qada hewayî ya Rojava, ya li rojavayê Firatê rabûya."

Ayata li ser vê armanca Rûsyayê wiha dewam kir: "Armanc ev bû; Tirkiye wê li dijî Kurdan şer bike û eger karibe Efrînê pê bide dagirkirin wê Kurd li rojhilatê Firatê asê bimîne. Amerîka jî li rojhilatê Firatê bi Kurdan re tevdigere û li dijî DAÎŞ'ê şer dike. Amerîkayê gotibû, 'Ez ê 2 salên din bimînim, li vir hê bermayiyên DAÎŞ'ê nehatine tineikrin'. Di vir de xwest hem Amerîkayê qels bike, hem jî Amerîkayê û Tirkiyeyê bîne hemberî hev.

Tirkiyeyê digot, 'DAÎŞ qediya, Reqa hat rizgarkirin, Amerîka çawa ji Sûriyeyê naçe, çawa dibe ku bi Kurdan re tevdigere û çekan dide' û bi vî rengî kete nava tirs û fikaran. Di vî warî de dinya rakir ser piyan. Rûsya bi dijminatiya Tirkiyeyê ya li Kurdan dizane. Bêguman li gel vê yekê tawîzên ku ji Tirkiyeyê bigire hesab kir û der barê Efrînê pêşî li Tirkiyeyê vekir."

HEVRIKIYA DU DEWLETÊN MEZIN LI SERÊ KURDAN TEQIYA

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata da xuyakirin ku hevrikiya herêmî ya du dewletên mezin li serê gelê Kurd teqiya û go, "Bi Kurdan re dibe ku nakokiyên xwe hebin, pirsgirêkên taktîkî hebin û hevdu rexne bikin. Wekî din, di van mijaran de dikarin hevdîtinê bikin, li hev bikin an jî li hev nekin. Lê belê ev tişta ku Rûsyayê kir, pêşîvekirina li komkujî û dagirkeriyê ye. Lewma hevparê vî sûcî ye. Ji ber ku Rûsyayê bi ewlekariya qada hewayî ya rojavayê Firatê rabû."

Ayata da xuyakirin ku Amerîkayê jî herêma Efrînê ji bo Tirkiyeyê kir hedef û got, "Daxuyanî da û got, 'Li wê derê karekî min nîne, ez wê derbarê de tiştekî nakim. Bi hêzên Kurd ên li wê derê re li dijî DAÎŞ'ê şer nakim'. Ji ser xwe avêt û avêt ber Tirkiyeyê. Rûsyayê jî qada xwe ya hewayî û deriyên dagirkeriyê vekir. Bi sed hezaran mirovên sivîl ên li wê derê bûn qurbanê êrîş û dagirkeriyê. Rûsyayê sûcekî bi vî rengî yê mezin kir."

RÛSYAYÊ BINGEH JI QIRKIRINA KURDAN RE AMADE KIR

Ayata bi bîr xist ku Pûtîn beriya niha gotibû, 'Di herikîna dîrokê de her tim bi Kurdên li Rojhilata Navîn re têkiliyeke me ya baş hebû û em dixwazin vê bi pêş bixînin' û wiha dewam kir: "Rewşeke bi vî rengî rû da. Vê yekê di têkiliyên Kurdan ên bi Rûsyayê re, di mijara baweriyê de rê li ber xisar û birîneke welê vekir ku girtin û pêçandina wê wê ne hêsan be. Niha bombe li ser gelê Efrînê tên barandin, gund û bajar tên xerakirin, gelê sivîl ji cih û warê xwe dibe. Tirkiye dibêje, 'ez ê wê derî paqij bikim û radestî xwediyê wê yê rastî bikim'. Xwediyê wê yê rastî xwediyê xwecihî ye, gelê li wir e. Wekî din Tirkiye dibêje 'Ez ê penaberên ku derbasî nava Tirkiyeyê bûne li wir bi cih bikim'. Yanî wê Ereban li herêma Kurdan bi cih bike. Yanî bi paqijiya etnîkî ya li Kurdan bike, wê bermayiyên DAÎŞ'ê, Nûsra, Tirkmen û hin hêzên bi xwe ve girêdayî li wir bi cih bike û bi vî rengî dest deyne ser mal û milkên gel. Kurd wê hingî çawa karibin vegerin?

Yanî di vir de Rûsyayê ti manewra ya jî taktîk nekiriye. Ji bo qirkirin û paqijkirina etnîkî, zemînê ava dike. Ev yek hevpariya sûcekî wiha mezin e."

DIVÊ RÛSYA HÊ BÊHTIR NEBE AMÛREK JI VÊ YEKÊ RE

Ayata anî ziman ku di dawiya dawî de yê zerarê bibîne wê Rûsya be û got, "Di mijara Îdlibê de dibe ku Rûsya hin destketiyan bi dest bixe ya jî di ser hin xetên petrolê re ji Tirkiyeyê tawîzan bigire û avantaja aboriyê werbigire. Lê belê ji bo dema dirêj, herêm wê bikeve nava komkujiyeke mezin, kaos û ne aramiyê.

Divê Rûsya hê bêhtir nebe amûrek ji vê yekê re. Divê zerara li gel tê kirin, xisara li Kurdan tê kirin, hilweşandina Efrînê bibîne û li ber vê lîstika qirêj û faşîst, li ber komkujiyên Tirkiyeyê rabe. Sînorekî deyne ber vê yekê. Gelek tê tinekirin, erdnîgariyek ji aliyê etnîkî ve tê paqijkirin."

ÇIMA DYA DIBÊJE EM BI KURDÊN LI EFRÎNÊ TEVNAGERIN?; BI SEDAN ŞERVANÊN EFRÎNÎ LI REQAYÊ ŞER KIRIN

Ayata işaret bi helwest û berpirsyariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) jî kir û got, "Amerîka çima dibêje 'Em bi Kurdên li wir re tevnagerin'. Ev rast îne. Bi sedan şervanên Efrînî tevlî şerê Reqayê bûn. Her tim li dijî DAÎŞ'ê şer kirin. Ew der ji çetyeên Nûsra û komên din ên çete parastin. Gelo ev yek tevkariyek ji bo şerê DYA yê li dijî DAÎŞ'ê nebû? Tu çawa dikare herêmekê bike hedefeke vekirî? Eger bi Rûsyayê re giraniya xwe dabûna ser, ji Tirkiyeyê nedihat ku bi zorê qedexeya qada hewayî ya Rûsyayê rake.

Gotina 'Em fikarên Tirkiyeyê yên li ser ewlekariya sînor fêhm dikin' tê bikaranîn. Ev gotin, sexte ne, ne rast in. Bi taybetî rayedarên NATO'yê van gotinan tînin ziman. NATO ji xwe sûcdar e. Tirkiye kiriye belayê serê Rojhilata Navîn."

Ayata bi berdewamî got, "Niha Efrînê dagir dikin. Tirkiyeyê ji xwe sînorê xwe girt. Bi 910 kîlometreyî dîwar lê kir. Berê sînor mayinkrî bû. Li pişt dîwêr jî tank û topên xwe bi cih kiriye. Gelo ev têra parastina sînorê Tirkiyeyê nakin? Ji bo Tirkiye xwe biparêze, gelo divê bê Efrînê dagir bike?

Ji xwe Tirkiye dibêje, 'Ez ê Minbicê, Şengalê, tevahiya Rojava bigirim'. Kî çi dibêje bila bêje? Gelo ev fikareke çawa ye? NATO li çi difikire? Ewqas oportonîzm û bê wijdanî heq e? Piştre radibin dibêjin bila Tirkiye 'hêza zêde bi kar nîne'. Her roj 15-20 balafir radibin û bombeyan li Efrînê dibarînin. Gelo balafireke Kurdan heye? Qaşo dibêjin, 'Bila zêde xera nekin'. Tu ji kê re dibêje? Kî wê li te guhdarî bike? Ev artêş ji xwe ji bo wê yekê dikeve wê derê. Bi rengekî normal nayê, ji bo şer tê. Li cihê şer hebe mirin û hilweşandin çêdibe."

BERÎ KU QIRKIRIN BIBE DIVÊ BIKEVIN NAVA LIV Û TEVGERÊ

Ayata ji bo Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya Ewropayê û Parlamenta Ewropayê got, "Çi karê wan heye, li benda çi ne? Li Balkanan bi vî rengî bû. Qirkirin çêbû, piştre rabûn berpirsyar darizandin. Lê belê li pêş çavên we çêbû. Çima we pêşî lê negirt? Ji niha ve pêşî li komkujiyê, li qirkirinê bigirin. Berî ku rû bide pêşî lê bigirin.

Ewropa di vê mijarê de sûcdar e. Her tim bû zemînek ji bo xurtbûna nîjadperestiya Tirk. Rexneyên wan jî hevgirtî nîne. Ji bo nermkirina raya xwe ya giştî ye, ji bo pêşî li gelên Ewropayê bigirin ku nekevin nava tevgerê."

ARTÊŞA SÛRIYEYÊ ROJEKÊ JÎ NIKARÎBÛ LI BER VÊ ÊRÎŞÊ BISEKIYA, LÊ KURD BI ROJANE LI BER XWE DIDIN

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata bi bîr xist ku êvara destpêkê ya êrîşên dewlet Tirk, roja 20'ê Çileyê bi balafiran êrîş li 108 nuqteyan hate kirin û got, "Tevî bi hezaran tank û topan bi balafirên şer êrîş kirin. 11 roj li pey xwe hişt. Gelo li hemberî vê êrîşa ewqasî giran, artêşa Sûriye û Iraqê dikarîbûn çend rojan li ber xwe bidan? Rojekê jî nikarîbûn li ber vê êrîşê bisekiya. Ji ber DAÎŞ'ê reviyan. Lê belê ev gel xwedî îradeyeke çawa ye ku li dijî êrîş û amûrên herî giran ên şer, bi rengekî bêhempa li ber xwe dide. Îradeyeke bêhempa û daxwazeke xurt a azadiyê heye.

Kurd bi taybetî gelê Efrînê dibîne ku Tirkiye dixwaze Sûriyeyê dagir bike û hurmetê nîşanî gelê Sûriyeyê nade. Li dijî vê yekê jî heta mirinê li ber xwe dide. Ev yek rewşeke wijdanî ye. li ku derê zilm hebe, neheqî hebe divê were zanîn ku berxwedaneke mezin jî derdikeve holê."

EM BIHERIKIN QADA TÊKOŞÎNÊ

Di dawiya axaftina xwe de Ayata destnîşan kir ku Kurd niha pêşengiyê ji demokrasiyê, ji yekîtiya gelan, ji azadiya jinê re dikin û got, "Em dirûşmên xwe yên azadî û demokrasiyê geş bikin. Mirovahî bê armanc, bê xeyal û bê wijdan nikare bijî. Nabe ku em cîhanê radestî wijdanê hişk û mejiyê sar ên serdestên dane pey berjewendiyên xwe bihêlin. Lewma divê hemû gel biherikin qadên têkoşîna germ. Di serî de jin û ciwan, ji kîjan partiyê dibe bila bibe, li ser bingeha xwedîderketina li kok, ax, jiyan û dîroka xwe, bi gelê Ereb û hemû gelên Sûriyeyê em bi rengekî hevpar li ber xwe bidin. 

Belê, dibe ku karibin me bikujin, bajarên me, gundên me xera bikin. Lê belê berxwedana şoreşgeran heye ku li Zindanên Amedê şehîd bûn lê ti carî îradeya xwe teslîm nekirin.

Yên ku fîşeka dawî ji xwe re hiştine hene. Yên ku bi ser dijmin de diçin û xwe feda dikin, yên li dijî zaliman li ber xwe didin hene. Çawa ku Hz. Huseyîn li Kerbelayê teslîmî Mûaviye, Yezît û zaliman nebû, Kurd jî li ser rêya Hz. Huseyînan, Arînan, Avestayan divê li deriyekî nû yê azadiyê bigerin. Çi dibe bila bibe divê em rê nedin faşîzm, dagirkerî û nîjadperestiyê."