BERXWEDANA SERDEMÊ DI ROJA 9'AN DE YE

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji bo dagirkirina Efrînê di roja 9'an de ye. Hûn dikarin rewşa dawî bi rêya Bloga me ya Zindî bişopînin.

00:05

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundên Gubelê û Mişmişê yên Şêrawa bomberdûman dike.

23:59

Fermandariya QSD’ê ya Efrînê diyar kir ku agahiyên artêşa Tirk û çapemeniya wê ya têkildarî Girê Qestelê didin nerastin, berxwedana şervanên QSD’ê dewam dike.

22:40

Hevseroka TEV-DEM’ê Asya Abdullah a banga mezinkirina berxwedanê li gelê Kurd kir wiha got: “ Em ê li dijî qirkirin û mêtîngeriya dewleta Tirk a faşîst bi ruhê berxwdana Avesta li ber xwe bidin.”

21:40

Li gundê Gubelê yê Şerawa  hejmara kesên di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dayîn bû 8 kes.

21:27

Êrîşên dagirkirinê yên artêşa Tirk a ser xaka Bakurê Sûriye û bi taybet Efrînê dewam dike. QSD’ê li gundê Boca ya navçeya Bilbil a Efrînê li dijî leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê çalakiyek lidar xist

20:27

Arêtşa Tirk a dagiker û çeteyên wê derdorî gundên Xalta û Cilbirê ya navçeya Şera ya Efrînê bombeyan dibarinin.

20:20

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundê Cilbirê yê Şêrawa bombebaran dike.

20:12

Li Gundê Elbîske ya Recoyê taneke artêşa Tirk a dagirker hate rûxandin.

19:53

Portreya Şehîd Avesta Xabûr....

 

19:51

Artêşa Tirk a dagirker di êrîşên li hember Efrînê de gundiyê bi navê Arîf Henan Mihemed yê 70 salî qetil kir.

17:24

Girê Kevirê Ker ji dagirkeran hate paqijkirin

Hate ragihandin ku Girê Kevirê Ker yê navçeya Raco ya Efrînê ji hêzên dagirker hate paqijkirin.

 

17:23

TRT li xwe mikur hat: Artêşa Tirk sivîlan dikuje

Weşana fermî ya dewleta Tirkiyeyê TRT jî mikur hat ku artêşa Tirk a dagirker li Efrînê sîvîlan dike hedef.

 

15:39

Rêveberiya Kantona Efrînê bang li gelan kir

Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê, li ser êrîşên li derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete, ku li dijî Efrînê dikin daxuyaniyek da.

 

14:55

Şervana fedayî ya YPJ'ê Avesta Xabûr di hevpeyvîneke xwe de destnîşan kir ku bi têkoşîna xwe ew hêza jinê nîşanî her kesî didin.

 

14:30

Li gundê Gubelê yê Şerawa ji ber bomberdûmana artêşa Tirk herî kêm 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 4 sivîl jî birîndar bûn.

14:18

Artêşa Tirk bombeyan li derdora wargeha koçberan dibarîne

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li derdora gundê Kobele yê navçeya Şerawa dibarînin.

Balafirên şer bombeyan li derdora wargeha Rûbarê jî dibarînin ku zêdeyî 5 hezar koçber lê dijîn.

Tê gotin ji ber êrîşê gelek kes birîndar bûne û bomberdûman dewam dike.

14:11

Dîmenê şervana YPJ'ê Avesta Xabûr ku li gundê Hemamê yê Efrînê li dijî hêzên Tirk ên dagirker çalakiya fedayî pêk anî...

 

13:56

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir, artêşa Tirk a dagirker li navçeyên Raco û Bilbilê yên Efrînê komkujiyeke din kirine.

 

13:53

Balafirên şer ên Tirk bombeyan li gundên Dermîşmîş û Gobele dibarînin.

13:14

Li Qestelê şer giran bû, li Şiyeyê çeteyek radest bû

 

12:51

Artêşa Tirk a dagirker bombeyan li gundê Şêx Xorze yê navçeya Bilbilê ya Efrînê dibarîne.

Balafirên şer ên Tirk vê gavê jî bombeyan li herêmê dibarînin.

Artêşa Tirk a dagirker bombe li bendava Meydankê barand. Agahiyên berfireh ên li ser êrîşê bi dest neket.

12:48

Artêşa Tirk a dagirker bombe li bendava Meydankê barand. Agahiyên berfireh ên li ser êrîşê bi dest neket.

12:16

Şervanên YPJ’ê di salvegera 3’yan a rizgarkiriya Kobanê de axivîn, salvegera rizgariya Kobanê pîroz kirin û gotin çawa ku wan êrîşên ser Kobanê şikandibin û Kobanê rizgar kiribin ew ê êrîşên li ser Efrînê jî bişkînin û bi ser bixin.

 

11:52

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir, êrîşa li girê Qestel Cîndo hate şikandin û derbeke giran li artêşa Tirk û çeteyên wê hate xistin.

 

10:34

Li dijî hêzên Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê êrîş dikin, şervana YPJ'ê Avesta Xabûr çalakiya fedayî kir.

 

09:50

Nîvê şevê balafirên keşfê li ser Efrînê firiyan û hat ragihandin ku hin herêm ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin bombekirin. Agahiyên li ser êrîşan wê di nava rojê de zelal bibin.

Balafirên keşfê vê gavê jî li ser herêmê difirin.

09:43

Yek ji serçeteyên artêşa Tirk a dagirker Mehmûd El Damîs ku bi navê Ebû Rakan tê naskirin, li Efrînê ji aliyê şervanên QSD'ê ve hate kuştin.

09:42

Dayikên li navçeya Şerawa ya Efrînê, ji bo şervanên QSD'ê yên li dijî dagirkeriya Tirk li çeperan li ber xwe didin, xwarinê çêdikin.

 

09:41

Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen di salvegera berxwedana Kobanê de işaret bi berxwedana Efrînê kir û got, "Di şerê Kobanê de Efrînî bi her awayî seferber bûn. Niha jî wê gelê Kobanê û hemû Kurdistanî ji bo Efrînê seferber bibin."