Rêveberiya Kantona Efrînê bang li gelan kir

Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê, li ser êrîşên li derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete, ku li dijî Efrînê dikin daxuyaniyek da.

Rêveberiya Kantonê li ber avahiya rêveberiyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di dema dayina daxuyaniyê de pankartek ji wêneyên sivîlên ji ber bomberdûmana dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dan hate vekirin.

Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurdistanê û hemû hêzên demokrasiyê hate kirin.

Daxuyaniya rêveberiya kantonê wiha ye:

Ji 20’ê Çileya 2018’an ve herêma Efrînê, hikumeta AKP'ê tevî çeteyên xwe êrîşeke hovane dibin ser Efrînê ku dagirkeriya xwe li ser ferz bike û fitneyan bixe nava welatiyên Efrînê.

Di van 9 rojên derbas bûne de artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê çekên giran û balafir li dijî welatiyên herêmê bikar anîn û di encamê de komkujî di derheqê welatiyên sivîl de pêk anîn. Di encama hovîtiya artêşa dagirker de gelek jin û zarok û mirovên bê guneh jiyana xwe ji dest dan. Piraniya qurbaniyên êrîşa hovane koçber in ku ji ber şerê desthilatdariyê berê xwe dabûn Efrînê. Armanca AKP’ê û çeteyên girêdayî wê ji van êrîşan ew e ku terorîstan derbasî herêmê bike û piştî ku gelek komên çete li Bakurê Sûriyeyê hatin têk şikandin AKP’ê dîsa hewl dide van komên çete vejîne.

Artêşa Tirk hovîtiya xwe her wiha li dijî gelek deverên dîrokî û şûnwaran bikar tîne û hewl dide dîroka herêmê tune bike û pilana xwe ya dagirkeriya Osmaniyan li herêmê pêk bîne.

Lê tevî hemû hovîtiya artêşa dagirker, bi saya berxwedana leheng a şervanên QSD’ê û welatiyên herêmê heta niha nikare bostekê pêşve biçe. Welatiyên Efrînê li hemberî vê dagirkeriyê bi durişmeya ‘Yan serkeftin yan mirina di keleha berxwedanê Efrînê de’ biryara berxwedanê dan.

Em hemû Kurdistaniyan û dostên demokrasîxwaz dikin ku piştgiriya xwe bi berxwedana Efrînê re ragihandin û em hêvîdar in çalakiyên xwe yên aştiyane berdewam bikin û rûreşiya dîktatoriya Erdogan ji raya giştî re riswa bikin.

Em bang li civaka navnetewî û saziyên peywendîdar dikin ku helwesta xwe li hemberî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û binpêkirina mafên mirovan zelal nîşan bidin û bêdeng nemînin û da ku Erdogan were cezakirin biryareke ciddî werbigirin. Evan êrîşên hovane ne tenê li dijî Efîrnê ne, lê belê şerê di navbera pradîgma azadî û pradîgma dîktatoriyê de ye. Ji ber vê yekê divê hemû pêkhate destên xwe bidin hev û rê li pêşiya vê dagirkeriyê bigirin. Em soz didin ku em ê li ser sînorên Efrînê dîktatoriya Erdogan hilweşînin û projeya demokratîk a ber bi Sûriyeke azad, piralî û nenavendî ve biparêzin."