BERXWEDANA EFRÎNÊ DI ROJA 8’AN DE YE
Berxwedana Efrînê ya Dîrokî di roja 8’an de ye. Li herêmê êrîşên hewayî tên lidarxistin û şerekî giran heye. Agahiyên herêmê di wê kêlîkê de hûn dikarin ji BLOGA ZINDÎ bişopînin.
Berxwedana Efrînê ya Dîrokî di roja 8’an de ye. Li herêmê êrîşên hewayî tên lidarxistin û şerekî giran heye. Agahiyên herêmê di wê kêlîkê de hûn dikarin ji BLOGA ZINDÎ bişopînin.
QSD’ê diyar kir ku di şerên giran heta saet 5:00`ê sibê li Şehbayê dewam kir de, gelek leşkerên artêşa Tirk û çeteyên Diri El-Firat hatin kuştin. Ji kuştina cenazeyê 13 leşkeran hatin tezbîtkirin, ji van kuştiyan 2 li gundê Tiwêse, 2 li Eyn Deqne û zêdetirî 8`an jî li nuqteyên din hatin kuştin û gelek leşker û çeteyên din jî birîndar bûn.
22:59QSD'ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker gundê Yalanqoz ê herêma Cindirêsê topbaran dike.
20:26Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li xeta Ezazê, herêma Xedemand û Baflûnê, Girê Qestelê yê Efrînê bi topan û obusan bombe dike.
18:04Leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser sînorên Efrînê di şer de hatin kuştin û birîndarkirin bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên Kilîs û Hatayê.
17:18
Hat ragihandin ku li eniya şer a Reco yê bi dehan leşkerên Tirk û çeteyên wê hatin kuştin, dîsa li gundê Elîbîskan jî tankeke artêşa Tirk hate rûxandin.
16:29
Piştî ku artêşa Tirk a dagirke û çeteyên li Kevirê Ker êrîşa wan hate şikandin û şûnde, bi helîkopterên bi tîpa Kobra derdora Kaniya Batman û Girê Kevirê Ker ê girêdayî herêma Reco bombe kir.
16:13
Berxwedana gelê Efrînê ya li dijî artêşa Tirk û dagirker di roja 8’an de didome. Heta niha di encama êrîş û bomberdûmanên dewleta Tirk û çeteyên wê de 86 sivîl şehîd, 198 sivîl jî birîndar bûne.
15:43
Hat ragihandin ku derdora gundê Batmanê yê navçeya Racoyê ya Efrînê ji aliyê helîkopteran de hatiye bomberdûmankirin.
15:22
Li Gundê Kevirê Kerr ê Raco ya Efrînê êrîşên hêzên dagirker hatin şikandin.
Piştî şerê ku vê sibehê di navbera şervanên QSD’ê û hêzên dagirker ên Tirk de dest pê kirî, êrîş bi bersiveke xurt a şervanên QSD’ê hatin şikandin.
Li hêla dî li gundê Elî Biskê şerê di navbera şervanên Efrînî û hêzên dagirker de didome.
14:10
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê daxuyaniya dewleta Tirk derewîn derxist a ku dibêje Tirkiyeyê gundê El Biska yê navçeya Raco ya Efrînê bi dest xistiye.
Daxuyaniya QSD’ê wisa ye:
“Artêşa Tirk a dagirker xwest ber bi gundê Elî Bîska yê Raco bi pêş ve biçe. Hêzên me bersivên tund da wan û li vê derê şerekî giran çêbû.
Berevajî îddîayên dewleta Tirk hêzên me li gund in û li dijî artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyê wê têdikoşin. Em ê destûrê nedin ku ev gund têkeve bin kontrola artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên wê.”
14:03
Dewleta Tirkiyeyê hin çeteyên DAÎŞ’ê di nav komên Mertala Firatê de bi cih kiribû û îro bi jî van çeteyên xwe Efrînê dagir dike. Va ye navê van çeteyan.
12:50
Balefirên şer ên Tirkiyeyê gundên Hemamê û Hecsîkender ê navçeya Cindirêsê ya Efrînê bomberdûman kir.
Hat ragihandin ku gelek sîvîl birîndar bûne.
12:48
Piştî Komxebata Yekîtiya Neteweyî ya li Silêmaniyê ya ku KNK’ê amade kiribû, ji bo Efrînê daxuyaniya piştgiriyê hate dayîn.
12:48
TEV-DEM’ê got, ‘Ji bo dewleta Tirk û dîktator Erdogan encama ku derketî holê bi temamî fiyasko ye. Têkçûna wan wê gelek derfetên nû bîne’ û bang kir ku li destekê bidin berxwedana Efrînê.
10:58
Koordînasyona KJK’ê got li Efrînê şayanî gewherê dîrokê berxwedaniyek tê nivîsîn.
10:40
Êrîşên dagirker ên bi ser Efrînê de kete roa 8’an. Li Raco, Bilbilê û Cindirêsê şerekî dijwar heye û her wiha bombekirin jî didome.
09:55
Li herêma Kevirê Ker a Navçeya Raco ya Efrînê di navbera şervanên QSD û artêşa Tirkiyeyê ya dagirker de şerekî giran heye.
09:28
Hat ragihandin li navçeya Racoyê ya Efrînê şerekî giran heye.
Endamê Komîteya Rêvebir ê PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku li Efrînê rûmeta mirovahiyê li hemberî faşîzm û dagirkeriyê bi ser ketiye û got “Dewleta Tirk di berxwedana Efrînê de têk çûye.”
QSD ya ku di eniya berxwedanê ya Efrînê de ye, di roja 7’an a hewldana dagikirina Efrînê de derbên giran li dewleta Tirk û çeteyên wê dan. Lİ Raco, Şera, Şiyê, Bilbilê û Cindirêsê êrîşên hewayî û bejahiyê didomin, şervanên QSD’ê li gelek deveran çalakî li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê kir.
Şervanên QSD’ê şeva borî tangek û wesayiteke zirxî li gel yên tê de îmha kir û diyar bû ku li Qestel Cîndo 15 çete kuştin. Nîşeyên ‘Berxwedana Serdemê’ ya 7 rojan wiha ne:
ŞERA
Artêşa Tirk a dagirker berê sibehê top avêtine girê Baflonê. Piştî êrîşa bi balafirên şer bi obûs û çekên giran êrîş anîn, QSD’ê bersiveke tund da êrîşan û li Marîneyê çete li gel wesayitan îmha kirin.
Şervanên QSD’ê bi çekên giran êrîş birin ser cihê artêşa Tirk a dagirker ên li pêşberî Eyndeqnê, Kefer Xaşê û Kilcibrînê û bi karîger derb li wan xistin. Çete û artêşa Tirk neçar man li pêşberî vê berxwedanê û bi top û çekên giran Qestel Cindo û Baflonê bombe kirin.
Her wiha artêşa Tirk û çeteyên wan êrîş bi ser Girê Qestel Cindo de anîn, di şerê bir de 15 çete hatin kuştin, wesayiteke BMB’ê derb xwar.
ŞIYÊ
Artêşa Tirk ku bi rojane bi her cure çekên giran û balafirên şer li bara şervanên QSD’ê nikare bi pêş ve were dîsa serî li êrîşên hewayî dan. Balafirên şer ên Tirk girê Şiyêû gundê Çeqelê bombe kirin. Şervanên QSD’ê mewziyên artêş Tirk û çeteyên wan îmha kirin.
RACO
Raco bi rojane şahidiyê ji qehremaniya dîrokî ya şervanên QSD’ê re dike û îro jî li Raco derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin. Şervanên QSD’ê dagirker kirine kemînê û tangeke wan îmha kirin. Li gundê Adema jî du drone bi hatin xistin.
Yek ji derba dî ya ku artêşa Tirk û dagirkeran xwarî ew bû ku şervanên QSD’ê dema ku li araziyê digeriyan gelek çek bi dest xistin. Şervanan diyar kirin ku çek ên çete û leşkerên Tİrkan bûn ku çekên xwe hiştine û reviyane.
Artêşa Tirk u bi roj ev têkçûn jiyayî berêvarkî navçeya Raco bombe kir.
BILBILÊ
Artêşa Tirk a dagirker ji şevê dî ve topan davêje navçeya Bibilê û her wiha êrîşên heayî bi ser Gundê Şexûzê û Topelê de anî.
CINDIRÊSÊ
Bombekirina Cindirêsê ya ji hewayê û bejahiyê îro jî berdewam kir. Artêşa Tirk her wiha gundê Xezewiyê jî bi balafirên şer bome kir.