BI DÎMEN

Zekî Îrmez: Her kesê daxwaza azadiyê dike divê li Amedê be

Li Amedê xebatên lidarxistina mitînga “Azadî ji bo aştiyê” dewam dikin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiyeke mayînde banga tevlîbûna mitîngê li gel kir.

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), wê di 8'ê Sibatê de li Amedê bi dirûşma "Azadî ji bo aştiyê" mîtîngek lidar bixin. Xebata ku bi tevlîbûna parlamenter, rêveberên bajêr û navçeyan derî bi derî didome, gel ji bo Qada Stasyonê tên vexwendin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez, têkildarê mitînga “Azadî ji bo aştiyê” ji ANF’ê re axivî û got, “Piştî 1’ê Cotmehê pêngaveke nû hat destpêkirin. Heyeta me du caran bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêkanîn. Birêz Ocalan ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd, bi rastî jî di nava nêzîkatiyeke samîmî de pêvajoyê girt dest. Ji bo ev pêngav bigihêje pêvajoyeke diyar, Birêz Ocalan pêşniyara hevdîtinê bi partiyên mûxalîf û rêxistinên civakî yên sivîl re kir. Li gorî vê pêşniyarê, weke DEM Partiyê ne tenê mîtîng, em konferansan jî lidar dixin. Em konferansên 'Azadî ji bo aştiyê' lidar dixin. Em hewl didin vê pêvajoyê li ser bingeha pêşniyar, nêrîn û nirxandinên gelê xwe, bidin meşandin."

‘GELÊ ME XWEDÎ LI PÊVAJOYÊ DERDIKEVE’

Îrmez, anî ziman ku aştiyeke bi rûmet bi tevlîbûna hemû alî, di nava şert û mercên wekhev de û bi piştgiriya gel dikare were pêkanîn û ev agahî dan, “Em li sê navendan mitîng lidar dixin. Mitînga me ya yekemîn me li Stenbolê lidarxist. Me xwedîderketina gel a li vê pêvajoyê di mitîngê de dît. Em ê di 8’ê Sibatê saet 12:00’an de li Qada Stasyonê ya Amedê mitîngek lidar bixin. Ji bo aştiya civakî pêk were, em bi dirûşmeya "Azadî ji bo aştiyê” bi gelê xwe re tên cem hev. Ji hemû navçeyan tevî parlamenter û hevşaredaran em gelê xwe vedixwînin mitîngê. Li her cihê ku em diçinê gelê me dibêje divê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane çareser bibe. Diyar dikin ku divê şert û mercên fîzîkî yên Birêz Ocalan ku sermuzakerevanê vê pêvajoyê ye werin başkirin û azadiya wî ya fîzîkî pêk were. Gelê me diyar dikin ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê çi ji destê wan bê ew amade ne bikin. Amed bajarek e ku bi ruhekî têkoşer seferber bûye. Ji vê hêlê ve em dibînin ku ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane were çareserkirin û azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan pêk were, bi hezaran kes wê di 8'ê Sibatê de Qada Stasyonê dagirin.''

‘JI BO BICIHANÎNA MÎSYONA DÎROKÎ DIVÊ EM LI QADAN BIN’

Îrmez ji bo mîtînga ku wê 8'ê Sibatê li Qada Stasyonê ya Amedê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir û diyar kir ku divê her kes ji bo bi cih anîna misyona dîrokî li qadê bin.