DBP: Xebatkarên Çapemeniya Azad rûmeta gelê Kurd in

DBP’ê diyar kir ku qetilkirina rojnamevan Azîz Koyluoglû sûcê mirovahiyê ye û got, “Em ê her tim bi vê têkoşîna wan a pîroz re bin.”

DAXUYANIYA DBP’Ê

Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî qetilkirina rojnamevan Azîz Koyloglû ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate hedefgirtin, daxuyanî da. DBP’ê diyar kir ku ev êrîş “sûcê mirovahiyê ye” û got, “Parçeyekî polîtîkayên qirêj ew jî ye ku desthilatdarî sûcên xwe yên şer dinixumîne. Qetilkirina rojnamevanên Kurd jî çavkaniya xwe ji vê yekê digire. Di vê çarçoveyê de heta îro bi dehan rojnamevan hatin qetilkirin. Azîz Koyluoglû jî di vê çarçoveyê de hate qetilkirin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, Azîz Koyluoglû jî hate qetilkirin û wiha hate gotin: “Rojnamevanên ku heqîqeta Kurdistanê radigihînin cîhanê, tên hedefgirtin. Rêveberiyên herêmî û hêzên navneteweyî, li hemberî van sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin, bêdeng dimînin. Weke DBP em van êrîşan qebûl nakin. Xebatkarên Çapemeniya Azad rûmeta gelê Kurd in. Em li her derê şahidê têkoşîna wan a ji bo ragihandina rastiyan e. Em ê her tim bi vê têkoşîna wan a pîroz re bin.”