Li Halîse Aksoy 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn

Li Halîse Aksoy 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn ku cenazeyê kurê wê bi rêya kargoyê jê re hatibû şandin û hovîtî lê hatibû kirin.

CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ

Li Halîse Aksoy ku cenazeyê kurê wê Agît Îpek di qutiyekê de bi rêya kargoyê radestî wê hatibû kirin, li ser îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Li ser îfadeyên îtîrafkar Akbiyik, Halîse Aksoy di 28’ê Nîsana 2023’yan de hatibû girtin û piştre hatibû tehliyekirin. Danişîna 7’an a doza Halîse Aksoyê li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Halîse Aksoy tev li danişînê nebû lê parêzerên wê Zeynep Karayilan û Necat Çîçek amade bûn.

Dozger, mutalaaya xwe pêşkeş kir û xwest Halîse Aksoy bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bê cezakirin.

Şandeya dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da Halîse Aksoyê.