DBP: Em li dijî êrîşan têkoşînê geş bikin

Desteya Rêveber a Navendî ya DBP’ê got, “Em ê bi hêzên demokrasiyê re têkoşîna hevpar geş bikin û li dijî polîtîkayên êrîş û zextê yên li hemberî siyaseta demokratîk, dest ji gotina aştî û azadiyê bernadin.”

DAXUYANIYA DBP’Ê

Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî operasyona qirkirina siyasî ya li hemberî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku di encamê de 30 kes hatin dîlgirtin, daxuyanî da.

DBP’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku girtina 30 kesan wêneyî herî zelal ê polîtîkaya tundiyê û got, “Bi êrîşên li ser HDK’ê hewl tê dayîn ku hêviya jiyana hevpar a gelan bê şikandin û îradeya gelê Kurd bê desteserkirin. Hewl tê dayîn bi polîtîkayên zext û tundiyê têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelan bê astengkirin. Lê belê hêza we têra vê yekê nake. Weke DBP em ê bi hêzên demokrasiyê re têkoşîna hevpar geş bikin û li dijî polîtîkayên êrîş û zextê yên li hemberî siyaseta demokratîk, dest ji gotina aştî û azadiyê bernadin.”