Cenazeyê Şehîd Ronî Çiyager piştî 4 salan radestî malbatê hat kirin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ronî Çiyager ê ku di 23’ê Nîsana 2021’an de li qada Kêla Memê di encama êrîşa hewayî de şehîd bibû, piştî 4 salan radestî malbata wî hat kirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ronî Çiyager ê ku di 23’ê Nîsana 2021’an de li qada Kêla Memê di encama êrîşa hewayî de şehîd bibû, piştî 4 salan radestî malbata wî hat kirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ronî Çiyager (Adnan Doğan) ku di 23’ê Nîsana 2021’an de li qada Kêla Memê ya Şirnexê di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bibû, ji aliyê malbata wî ve hate wergirtin.
Piştî 4 salan bersiva serlêdana malbata Dogan ê ku cenazeyê wî li Goristana Bêkesan a li Şirnexê hatibû veşartin, hate dayîn.
Piştî ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve hate ragihandin ku nimûneyên xwînê li hev hatine, malbatê Ronî Çiyager ku li navçeya Nisêbîn ê Mêrdînê dijîn, di saetên siharê de hatin Şirnexê. Malbatê piştî ku kar û barên li dozgeriyê qedand, çûn goristanê û cenazeyê Ronî Çiyager wergirtin û anîn Nisêbînê.
Cenazeyê Ronî Çiyager li Nisêbînê di bin dorpêça zêde ya polîsan de birin Goristana Mohrîs û bi tenê destûra tevlîbûna malbatê bi merasîmekê hate veşartin.