Besê Hozat: Daxuyanî divê bi dîmen be, tecrîd divê rabe

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Wezareta Edaletê ya Tirk da ku digot, peyama Rêber Apo nabe bi dîmen be û destnîşan kir ku ew ê rewşeke berevajî vê yekê qebûl nekin.

Besê Hozat di bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haberê de daxuyanî da û ji bo daxuyaniya Wezareta Edaletê ya Tirk got, dûrî ji cidiyetê ye ku wezaretê gotibû, peyama Rêber Apo ji ber rêvebernameyê nabe ku bi dîmen be. Besê Hozat got, "Em vê nêzîkatiyê bi tundî red dikin, rexne dikin û bi ti awayî qebûl nakin."

Hozat anî ziman ku tecrîd û îzolasyona li ser Rêber Apo dewam dike û got, "Gelo hûn lîstikê dilîzin, hûn dixwazin çi bikin? Hûn daxuyaniyên xwe yên ji meha Cotmehê û vir ve dikin bi çi rengî dinirxînin? Dibêjin daxuyaniya bi dîmen ne li gorî mewzûatê ye, gelo daxuyaniya nivîsî li gorî mewzûatê ye? Ev çawa dibe? Gelo rast e ku Rêber Apo di nava şert û mercên tecrîdê de daxuyaniyê bide? Bandora daxuyaniya di nava tecrîdê de bê kirin wê çi be? Ez ji Wezîrê Edaletê dipirsim. Daxuyaniya Rêber Apo ya di nava şert û mercên tecrîdê de li mewzûat û hiqûqê tê yan na? Bila bersivê bidin vê yekê."

Besê Hozat destnîşan kir ku ji bo rakirina sîstema li Îmraliyê divê guhertinên qanûnî yên pêwîst tavilê bêne kirin û got, "Divê şert û mercên Rêber Apo di nav de tê ragirtin bêne guhertin, bêne başkirin. Tecrîd divê bi temamî ji holê bê rakirin. Rêber Apo divê azad be, bê berdan. Di nava şert û mercên azad û guncaw ên kar de be ku karibe bi rola xwe rabe, bixebite, pêvajoya veguherîna demokratîk ava bike û bi rê ve bibe. Eger ev nebe wê çawa bibe?"

Nirxandina Besê Hozat bi vî rengî ye:

"Ez destpêkê hêzên ku Komploya Navneteweyî pêş xistine bi nefreteke mezin şermezar dikim. Têkoşîna Rêber Apo ya 26 salan a bêhempa ya li Îmraliyê bi rêz hurmet silav dikim. Di şexsê şehîdên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” û hevrê Viyan Soran de, ez hemû şehîdên şoreş û azadiyê bi rêz û minetdarî bi bîr tînim. 
Îro jî li hemberî komplo û polîtîkayên qirkirina gelê Kurd şehadet çêdibin. Têkoşîneke mezin heye û ev têkoşîn berdewam dike. Ev berxwedan jî berdewam dike. Herî dawiyê hevrê Nesrîn Amed, fermandara YJA Starê tevlî karwanê şehîdan bû. Bi rastî jî hevrêyeke gelekî hêja bû. Keda wê gelek bû û di warê artêşbûna jinan de xwedan kedeke bêhempa bû. Hevrêyeke gelekî wêrek bû. 

Disa di şer de pêvajoyeke pir dijwar tê jiyîn; jixwe şerekî dijwar berdewam dike. Êrîş hene û li hemberî êrîşan jî berxwedaneke mezin heye. Her wiha şehadet jî çêdibin. Hevrêyên me Zîlan û Delal jî şehîd bûn. Her wiha di encama van êrîşên dawîn de jî şehadet çêbûn ku navên hevalên şehîd bûne hê nehatine eşkerekirin.

Helbet windahiyên dijminî jî gelekî zêde ne. Bi taybetî jî di van êrîş û çalakiyên dawîn de derbên mezin xwarin. Têkoşîn û berxwedana li dijî komployê bi awayekî bê hempa berdewam dike. Weke berxwedana gel û gerîlayan berdewam dike. Berxwedaneke bênavber ya ku li seranserê cîhanê ev 26 sal in bi beşdariya dostên me berdewam dike heye. Bi rastî jî berxwedan bi awayekî bêhempa berdewam dike.
Îsal 26’emîn sala komployê bû û em ketin sala 27’an. Li Kurdistanê û derveyî welêt komplo bi awayekî xurt hate şermezarkirin û protestokirin. Beşdarbûnên îsal gelekî girseyî bûn. Bi sed hezaran, milyonan komplo protesto kir û şermezar kir. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li her derê bi awayekî xurt hate daxwazkirin. Ji bo azadiya Rêber Apo gelek kes daketin qadan û dengê xwe bilind kirin. Bi vî awayî biryardariya berxwedanê hate nîşandan.

Em dikarin vê yekê bi rehetî bînin ziman. Têkoşîna 26 salan ya li dijî komplo û hêzên komploger, li gel gelê Kurd zanebûn, birêxistinbûn û îradeyeke mezin derxist holê. Her wiha hêzên komploger li hemberî vê têkoşîn û berxwedanê têk çûn. Komplo têk çû û hate pûçkirin. A niha bi rastî jî pergala qirkirinê û polîtîkayên qirkirinê têk çûne. Jixwe komplo jî weke perçeyekî vê yekê hate pêşxistin û dixwestin ji van polîtîkayên qirkirinê encamekê bi dest bixin.

Êdî em bi zelalî dibînin ku rejîm û pergala dewleta Tirk a qirker û faşîst îflas kiriye. Êdî ji vê pergal û polîtîkayan encamekê bi dest naxin. Ev rastiyek e. Bi saya berxwedana bêhampa ya gelê me, gelên me, dostên me û gerîlayên me dijmin têk çû. Yekem têkçûna pergala tecrîda Îmraliyê û belawelabûna vê pergalê encama têkoşîna serkeftî û bêhempa ya 26 salan e. Ev yek gelekî girîng e. 

Weke min ani ziman, bi saya vê berxwedanê rastiya dijmin bi her awayî hate eşkerekirin. Rastiya dewleta Tirk bi her awayî hate eşkerekirin. Gelê me jî di vî warî de zanedarbûneke dîrokî ya nuwaze pêş xist. Hîşmendiya dijmin nas kir, hişmendiya azadiyê hate diyarkirin van yekan rê li ber xurtbûna têkoşîn û berxwedana azadiyê vekirin. Xurt kir û gelê me bi îradeyeke qewî, bi bawerî û biryardarî ev 26 sal in bi awayekî bê navber vê berxwedanê didomîne. Ev berxwedaneke berdewam e. Û îsal jî xwe gihand astên herî jor. Qad bi sed hezaran, bi milyonan tije bûn. Bi rastî jî gelekî bêhempa bû. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gel sed hezaran berê xwe dan qadan. Li Starsbourg, Ewropa, li her aliyên Ewropayê, li Bakurê Kurdistanê û Amedê berxwedaneke mezin derket holê û çalakiyên girîng hatin lidarxistin. Li seranserê Kurdistanê bi girseyî daxuyaniyên şermezarkirinê hatin dayîn û çalakiyên meş û protestoyî hatin lidarxistin. Ji ber vê yekê em dikarin bi awayekî rehet vê yekê bibêjin: Bi rastî jî komplo û komploger têk çûn. Polîtîkayên sed salî yên înkar û tinekirinê hatin pûçkirin û îflas kirin. Di van polîtîkayan de israr dikin lê belê pûç bûne. Ne pêkan e ku lê vegerin. Hemû gelê Kurd li ser piyan e; ji bo azadiyê li ser piyan e. Bi îradeyeke xurt li her derê li ber xwe dide û têdikoşe. Gelê ku li ber xwe dide, êdî azad e. Gelê ku bêdeng dimîne û serê xwe ditewîne jî gelekî kole ye; civakeke kole ye. Lê belê gelê Kurd ne gelekî bi vî rengî ye. Gelê Kurd di nava têkoşîn û berxwedanê de ye. Gel û civakek çi qasî li ber xwe bide, ew qasî jî ber bi azadiyê ve diçe û azad dibe. Xwe di afirîne û ber bi azadiyê ve dimeşe û di wê kêliyê de jî azad dibe. Rastiya gelê Kurd, rastiyeke wisa ye. Li gel berxwedanê bedewtir bû, îradeyeke xurt bi dest xist û ev heqîqet îro jî berdewam dike. Her wiha dê teqez serkeftinê jî bi dest bixe.

KONFERANSA GELAN

Ev xebatên gelekî girîng in; bi rastî jî kedeke gelekî watedar û girîng e. Ez hemû kesên xwedan ked bi rêzdariyeke mezin silav û pîroz dikim. Em dikarin bibêjinku xebatên sedsalê yên herî hêja û watedar in. Belavbûna fikrên azadiyê, xwedîlêderketina paradîgmaya Neteweya Demokratîk a ji aliyê hemû gel û civakên li seranserê cîhanê; li hemberî pirsgirêkên mirovahiyê weke çareserî û alternatîf tê qebûlkirin, nîaqaşkirin û lêgerîn û hewldanên têkildarî sepandin û rêxistinkirina vê paradîgmayê gelekî hêja ne. Ev jî nîşan didin ku fikr, proje û paradîgmaya Rêbertî li seranserê cîhanê çi qasî zêde belav bûne û ji aliyê mirovahiyê ve çawa hatine qebûlkirin. Xebata ku di navbera 14-16’ê Sibatê de li Ewropayê bi navê “Platforma Gelan a Ewropayê” hatî kirin ev yek baş nîşan da.

Nîşan da ku paradîgmaya Rêber Apo çi qasî belav bûye û ji aliyê mirovahî, cîhan û civakan ve gelekî tê qebûlkirin. Gelek beşên civakê û nûnerên saziyên cuda beşdarî vê xebatê bûn; rewşenbîr, siyasetmedar, akademîsyen, tevgerên jinan, tevgerên ekolojiyê, gelek sosyalîst û derdorên demokratîk beşdar bûn. Yanî bû xebateke enternasyonal. Li seranserê cîhanê derdorên ku fikrên Rêber Apo qebûl dikin, parastina azadî, wekhevî, edalet, azadiya jinan û xwezayê dikin û li hemberî talana xwezayê û qirkirinê li ber xwe didin, beşdar bûn. 

Ji ber wê yekê paradîgmaya Rêbertî bi awayekî pir alî ve hate nîqaşkirin. Baştir hate fêmkirin û rê li ber avabûna hişmendiyeke xurttir vekir. Bi rastî jî pergala kapîtalîst, emperyalîst û hegemonîk û paradîgmaya modernîteya kapîtalîst dijminên civak, mirovahî, jin û xwezayê ne. A niha civak di nava krîzeke mezin de ne, mirovahî di nava krîzeke mezin de ye. Pirsgirêkên civakî bi her awayî kûrtir bûne. Hilweşîneke mezin li ber çavan e. 

Li ser civakê îstîsmareke mezin, rûxandineke exlaqî û krîzeke mezin heye. Li seranserê cîhanê di serî de jin gel, civak, nasnameyên bindest ji bo pirsgirêkên heyî çareseriyan digerin, azadiyê, wekheviyê, edalet û demokrasiyê dixwazin. Daxwaza jiyaneke azad û demokratîk dikin. Bersiva van lêgerînan hemûyan li gel Rêbertî heye. Bi fikrên Rêber Apo re hevdîtineke xurt heye. Ji ber ku Rêbertî ji van hemûyan re çareseriyê pêşkêş dike.  Bernameya çareseriya alternatîf pêş dixe, projeyekê pêş dixe û awayekî jiyan û pergalê datîne holê. Li vir hewcedariyeke mezin heye. Ev eleqeya ev qasî mezin ji ber vê hewcedariyê ye. Ji ber vê yekê ev gelekî girîng e. 

Di danezana piştî vê xebatê hate weşandin de bangên gelekî girîng cih digirin. Encamên girîng derketin holê. Biryardarbûneke girîng hebû. Sepandina vê ya bi awayekî xurt, şopandin, mezinkirin û birêxistinkirina têkoşînê; belavkirina vê paradîgmayê ya ji bo her derê gelekî girîng e.  Ev jî dibe encameke pêngava azadiyê ya gerdûnî û gelekî hêja ye.

Ez van xebatan pîroz dikim. Divê bênavber werin domandin. Xebatên bi vî awayî gelekî girîng in. Divê xebatên belavkirina paradîgmaya me û hewlên birêxistinkirina wê bi awayekî xurt berdewam bikin.
Di 27’emîn salvegera komployê de, derketina xebateke bi vî rengî jî ji komployê re bû bersiveke pir watedar. Nîşan da ku komplo çawa hatiye pûçkirin. Hewl didan bo komployê fikrên Rêber Apo û rastiya rêbertî tasfîye bikin. Lê belê fikrên Rêber Apo belav bûne hemû cîhanê, hemû gelên cîhanê lê xwedî derdikevin û weke rênîşander tên qebûlkirin. Rêya hemû civak û mirovahiyê ronî dike. Li hemberî komployê jî bersiva herî baş û watedar jî ev e. Divê ev bi awayekî xurt were berdewamkirin.

TÊKILDARÎ PÊVAJOYA NÛ

Wezîrê Edaletê du sê rojan beriya niha daxuyaniyek da û got: “Daxuyaniya bi dîmen ne li gorî qanûnê ye.” Bi rastî jî ev daxuyaniyeke ne cidî ye. Em vê nêzîkatiyê bi tundî red dikin, rexne dikin û bi tu awayî qebûl nakin. 

Ev 26 sal in li ser Rêber Apo tecrîd û îzalasyonek heye; ev yek êşkence ye. Hiqûqa navneteweyî vê yekê weke êşkence û sûcê li dijî mirovahiyê pênase dike ku bi rastî jî wisa ye. Ev yek hê jî berdewam dike, tecrîd hê jî berdewam dike. 

Girêdayî şert û mercên tecrîdê ji meha Cotmehê ve ye tim ji aliyê desthilatdariyê ve ku Devlet Bahçelî serkêşiya wê dike, bangan li Rêber Apo dikin. Ji Rêber Apo dixwazin ku bang li Tevgerê û raya giştî bike. Her wiha Devlet Bahçelî di 22’yê Cotmehê de di axaftina xwe de xwest ku Rêber Apo were Meclîsê, di civîna koma HDP’ê de biaxive û bang bike. Bi awayekî eşkere Rêber Apo vexwend Meclîsê. Yanî bi mehan e bangên wiha eşkere tên kirin û Wezîrê Edaletê a niha derketiye û dibêje; “En ne li gorî qanûnan e, nabe ku daxuyaniyeke bidîmen were dayîn.” Ev yek nîşan dide ku ne cidî ne.  Nîşan dide ku çi qasî bi awayekî ne cidî li nêzî pêvajoyê, Rêber Apo, gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û gelên cîhanê dibin.

Wê demê em bipirsin: Gelo hûn dek û dolaban digerînin, hûn hewl didin çi bikin? Hûnê çi bi van daxuyaniyên xwe yên ji meha Cotmehê heya niha bikin, hûnê wan çawa bi nav bikin? Dibêjin, “Daxuyaniya bi dîmen ne li gorî qanûnan e.” Baş e wê daxuyaniya nivîskî li gorî qanûnan be? Ev çawa dibe? Gelo rast e ku Rêber Apo di bin şert û mercên tecrîdê de daxuyaniyê bide? Dê bandora daxuyaniya ku di tecrîdê de hatî dayîn, çawa be? Ez li Wezîrê Edaletê dipirsim. Gelo daxuyanîdayîna Rêber Apo ya di bin şert û mercên tecrîdê de li gorî qanûnan e? Bila bersiva vê yekê bidin. 

Jixwe ji destpêkê ve em dibêjin, madem hûn ji Rêbertî daxuyaniyekê dixwazin, hûn bang dikin, wê demê pergala êşkenceya tecrîda Îmraliyê ji holê rakin û vê pergalê betal bikin. Divê ev pergal ji holê rabe ji ber ku ev pergal sûc e. Bi tecrîdê hiqûq tê binpêkirin. Dawiyê li tecrîdê bînin; Ji bo Rêber Apo şert û mercên jiyan û xebatê dabîn bikin. Jixwe Rêber Apo got ku ger şert û merc werin guherîn ew ê rola xwe bilîze û her cure têkariyê bike. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê dê pêvajoyê ji zemîna şer ber bi zemîna siyasî û hiqûqî ve bibe. Lê belê ev yek jî lê zêde kir: “Ez nikarim di bin tecrîdê de vê yekê bikim.”

Gelo şert û merc hatine guhertin? Li bendê ne ku Rêber Apo daxuyaniyekê bide. derdorên ku dibêjin; “Ocalan çima daxuyanî neda, çima dereng ma, çima di 15’ê Sibatê de nehate dayîn?” Kes napirse: “Gelo şert û merc hatine guhertin?” Wan bi xwe hiqûqa xwe û hiqûqa navneteweyî binpê kirine. Beriya her tîştî divê van yekan pêk bînin. Ji ber wê yekê divê sererastkirinên qanûnî û hiqûqî pêk werin. Divê şert û mercên Rêber Apo werin başkirin, sererastkirin û guhertin. Divê tecrîd bi temamî ji holê were rakirin. Divê Rêber Apo were berdan û azad be. Divê şert û mercên karkirina bi awayekî azad werin dabînkirin ku bikare rola xwe bilîze, bixebite, pêvajoya veguherîna demokratîk ava bike û bi rê ve bibe. Ger ev nebin, wê çawa bibe?

Niha jî dibêjin, “Bila daxuyaniyê bide lê belê bila daxuyanî ne bi dîmen be. Bila bi nîvîskî be, bila bi xwe jî nexwîne, bila yek bistîne û bixwîne.” Em bi tundî vê yekê red dikin. Ti baweriya vê tine ye û ti bandorên wê jî çênabin. Tişteke bi vî rengî nayê qebûlkirin. Tu yê Rêber Apo di bin şert û mercên tecrîd û êşkenceyê de bigirî, dê hin rabin li ser navê Rêber Apo belgeyê bixwînin û li bendê bin ku Tevger û gel vê yekê qebûl bikin. Ev xeyaleke vala ye. Bila ti kes bi xeyalên bi vî rengî xwe nexapîne. Em nêzîkatiyên wiha jî cidî nagirin.

Nûman Kûrtûlmûş berî sê rojan daxuyaniyek da got: “Daxuyaniya ku dê Ocalan bide, gelekî girîng e.” Serokê Meclîsê jî dibêje ku ev daxuyanî gelekî girîng e. Wê demê divê nêzîkatiyeke cidî nîşan bidin. Divê li gorî vê yekê cidî bin. Berovajî wê nayê qebûlkirin.

Divê teqez daxuyanî bi dîmen be. Em weke kadro, milîtan û şervanên vê Tevgerê, gelê me, dostên me, hemû derdorên demokratîk û raya giştî divê em daxuyaniya Rêber Apo ji dengê wî bibihîzin û Rêber Apo bibînin. Bi vî rengî em ê bawer bikin. Ji pêvajoyeke wiha dîrokî re nêzîkatiyên wiha yên necidî nayên qebûlkirin. Wiha nebe ti bandora wê nabe. Ma em hê çawa vê yekê bînin ziman? Teqez wiha nabe.
Nêzîkatiya Wezîrê Edaletê ger nîzîkatiyeke dewlet û desthilatdariyê be, wê demê ne cidî ye. Ev nîşan dide ku deq û dolabekê digerînin. Ger nêzîkatiya hemûyan wisa be û hewl didin vê yekê bikin wê demê li holê cidîyetek nîne. 

Bi rastî jî Rêbertî, xwe amade dike ku ji bo gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û herêmê pêngaveke dîrokî bide destpêkirin. Bi qasî ku em dişopînin di nava xebateke mezin de ye. Jixwe têkoşîna Rêber Apo ya 50 salî û berxwedana li Îmraliyê ya 26 salan têkoşîna demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û têkoşîna ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ya bi rêya demokratîk e. A niha Rêber Apo têkoşîna vê yekê dide meşandin. Rêber Apo li ser navê gelan, hemû nasnameyên bindest, jinan û mirovahiyê, tevî şert û mercên pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê bi îradeyeke mezin têdikoşe. 

A niha jî disa di serî de gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê ji bo gelên herêmê xwe ji pêngaveke mezin a demokratîkbûyînê re amade dike. Dixwaze Tevgerê jî ji pêvajoyeke mezin a guherînê re derbas bike. Dixwaze bixe pêvajoyeke guherîneke demokratîk. Me di nameya hatî de ev yek bi zelalî dît ku Rêber Apo di mijara veguherîna demokartîk û jinûveavabûnê de kûrtir bûye û bi biryar e. Hewl û kedeke mezin dide.
Rêber Apo ji bo berjewendiyên gelan derfetên herî biçûk jî bi kar tîne. Hemû hêza xwe, enerjiya xwe û jiyana xwe bexşandiye vê dozê.

Hin kes dibêjin, “Em ji Tirkiyeyê hez dikin, em welatparêz in” lê belê mezintirîn welatparêzê Tirkiyeyê yê rastîn Rêber Apo ye. Rêber Apo hemû jiyana xwe bexşandiye avakirina komara demokratîk û têkoşîna vê yekê daye meşandin. Ew kes e ku bênavber têkoşîna komara demokratîk daye meşandin. Bi qasî azadiya gelê Kurd ji bo azadiya gelên Tirkiye û herêmê jî li ber xwe daye û ked daye.

Kurd bi salan e têkoşîneke mezin dimeşînin. Min di destpêkê de got: Gelê ku têdikoşe azad e. Bi rastî îro gelê ku herî zêde koletiyê dijî û belengaz e, gelê Tirk e. Dengê wî dernakeve, îteatê dike û serî li ber desthilatê ditewîne. Di nav xizanî, newekhevî de ye û ne azad e. Rewşa Tirkiyeyê diyar e. Hemû pêkanînên li ser Rêber Apo tê meşandin li seranserê Tirkiyeyê belav bûne. Jiholêrakirina vê pergalê û azadbûna Rêber Apo di heman demê de wê demokratîkbûna Tirkiyeyê û azadiya civaka Tirkiyeyê bi xwe re bîne.

Divê hemû gelên Tirkiyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîneke mezin bimeşînin. Azadiya civaka Tirkiyeyê bi azadiya Rêber Apo pêkan e. Pêwîst e ev yek baş were zanîn.

NÊZÎKATIYA LI HEMBERÎ PÊVAJOYÊ

Ev desthilatdariya faşîst hilweşîneke mezin dijî. Polîtîkayên qirkirinê û polîtîkayên mêtingerî, faşîst ên ku bi salan e dimeşîne, dawiya vê desthilatdariyê anî. Hilweşîneke mezin dijî. Ew gihîştiye asteke ku êdî nikare bêhnê bistîne û her ku encamê nagire, bêhtir serî li zordestî û zextan dide. Ji ber vê tundiyê û şer dimeşîne. Niha bi hemû beşê civakê re di nava şer de ye: muxalefet, hunermend, rojnamevan, jin, ciwan, jîngehparêz, heta bi TUSÎADW’ê re jî di nava şer de ye. Ji ber vê yekê kesên bi wan re şer nekiriye tineye. Ji bilî civaka xwe bi her kesî re di nava şerekî mezin de ye. Bi her cure rêbazan zordarî, tundî, êşkence, zindan, tank, top, ÎHA, SÎHA’yan vî şerî dimeşîne.

Ev jî nîşan dide ku êdî rewatiya desthilatê nemaye. Di nava civakê de qediyaye, nikare welat bi rê ve bibe. Gel li her derê di serhildanê de ye. Karker, teqawît, jin û ciwan li ser piyan in. Her ku desthilat tengav dibe bi tundî êrîş dike. Lê nikare xwe ji vê rewşê rizgar bike. Têkoşîn pir xurt e. Têkoşîna Kurdan, têkoşîna hêzên demokratîk, têkoşîna gerîla û têkoşîna pêngava azadiyê ya gerdûnî ya ku li seranserê cîhanê tê meşandin, bêhna desthilatdariyê çikandiye.

Ji ber vê yekê neçar man ku di pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê de rêyekê vekin. Rêbertî jî vê bêçaretiyê, lêgerîn û meylên di nava dewletê de dibîne. Her wiha îflasa polîtîkayên qirkirinê jî dibîne. Di heman demê de vîna gel û têkoşîna azadiyê ya mezin dibîne. Ji ber vê yekê Rêber Apo însiyatîfa "Veguherîna Demokratîk" bi pêş xist. Dixwaze dest bi pêngavekê bike. Dixwaze Tirkiyeyê demokratîk bike û veguherîne. Dixwaze li ser esasê azadiya Kurdan li Tirkiye û herêmê demokratîkbûneke mezin pêş bixe. Ev pêngaveke mezin û dîrokî ye.

Li desthilatê binêrin; her roj dibêje “Bila PKK çekên xwe deyne”. Erdogan her cara ku devê xwe vedike û digire vê yekê dubare dike. Lê dema mirov li kiryarên wan dinêre, bi rastî jî dibêjin, “Bila şer bidome”. Li vî welatî siyaseta dewletê ya sed salî heye. Her tim dijminên navxweyî afirandin; Kurdan bi vî rengî pênase kirin. Bi vê mantiqê dijminê hundir û derve, civakê milîtarîze dike û şovenîzmê pêş dixe. Vê yekê kirine amûra sereke ya mayîna li desthilatdariyê. Rêber Apo dixwaze vê lîstikê jî xera bike.

ÊRÎŞÊN LI SER HDK’Ê

Armanca van êrîşan diyar e. Desthilateke pir lawaz heye û ji hilweşînê ditirse. Her tim di bin bandora tirs, fikar û metirsiyê de ye. Li hemberî kesên ku wî rexne dike, li dijî pêkanînên wî derdikevin, muxalefetê dikin şer îlan kiriye û bi tundî êrîşî wan dike. Ew dibêje qey bi domandina zextê wê li ser piyan bimîne. Ev xeletiyek mezin e. Di dîrokê de ti kes bi zext, tundî û zilmê demek dirêj nejiya ye. Niha jî di heman siyasetê de israr dike.

Di van rojên dawî de li dijî HDK’ê operasyoneke pir dijwar hat destpêkirin. Operasyonên qirkirina siyasî tên kirin. Gelek kes hatin binçavkirin. Heta niha 30 kes hatine girtin û hepsa malê dane 20 kesan. Bi giştî behsa hezarî zêdetir kesan tê kirin û tê gotin ku wê gav bi gav girtinan bidomînin. Şerekî taybet ê psîkolojîk a bi vî rengî ya dijwar jî tê meşandin. Tê xwestin ku vîna civakê bi tirsandin û çewisandinê bişkînin.

Sedemeke ku HDK ev qas hedef digrin heye. HDK (Kongreya Demokratîk a Gelan) weke ku ji navê wê jî diyar e, platformeke sivîl û hiqûqî ye ku hemû gelan, hemû bawerî, hemû nasnameyên cuda û hemû bindest ên Tirkiyeyê tîne ba hev, di çarçoveya têkoşînê ya hevpar de bi rêxistin dike û ji bo aştî, demokrasî, edalet û wekheviyê dixebite. Bi salan e vê têkoşîna aştî, demokrasî û edaletê dimeşîne. Ev yek zerarê nade Tirkiyeyê, berevajî vê yekê feydeyek mezin e. Alîkariya aştî û demokrasiya Tirkiyeyê dike. Lê belê dewlet ji ber ku dijminê demokrasiyê ye, dijminê aştiyê ye, dijminê yekîtî û xwişk û biratiya gelan e, van êrîşan pêk tîne.

Êrîşa li dijî Lihevkirina Bajar rewşeke bi vî rengî ye. Lihevkirina Bajar di rastiyê de tê wateya tifaq, yekîtî û xwişk û biratiya gelên Kurd, Tirk û hemû gelên Tirkiyeyê. Ev êrîş tê wateya “Kurd û Tirk ti carî nikarin bên ba hev, li hev bikin, bibin xwişk û bira.” Ev polîtîkaya dijminatiyê ye. Dijminatiya aştî û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê li her derê operasyonan pêk tînin. Li her cihê ku Lihevkirina Bajar hebe, ji endamên meclîsê heta xebatkarên şaredariyê her kes dibin hedef.

Bi sedan komên rantxur ên ku ji şer xwedî dibin derketine holê. Ev beş bi xwînê xwedî dibin. Ji ber vê medya, şer didomîne. Propagandaya şer dikin, xwîn ji devê wan dirije. Ew mîna endamên şerê taybet in. Êrîşî hemû muxalefetê dikin. Di civaka Tirkiyeyê de bi milyonan mirov di nava birçîbûn û xizaniyê de dijîn, beşek ji rantxuriyê xwe xwedî dike. Ev kom naxwaze şer bi dawî bibe, lewma nahêle ti kes li dijî wê derkeve.

POLÎTÎKAYÊN QEYÛMAN

Polîtîkayên qeyûman parçeyek ji êrîşên qirkirinê ne. Şaredarî tên desteserkirin. Herî dawî şaredariya Wanê, Qagizmanê jî hat desteserkirin. Berxwedaneke mezin heye, gel vê yekê qebûl nake. Divê ev berxwedan bi rengekî birûmet û bênavber bidome. Li dijî polîtîkayên qirkirinê divê berxwedan bidome.
Gelo li hemberî vê têkoşîneke xurt a muxalefetê heye? Na tineye. Ew di rewşeke tirsonek, temaşker de ye. Ev yek bi taybetî ji bo CHP’ê wiha ye.

Desthilat her kesî bi pirsgirêkên xwe yên hundurîn re mijûl dike û bi vê ve girê dide. Niha jî bi lêpirsînên li ser CHP’ê, doza Îmamoglû û hwd. rojev avakiriye. CHP bi van mijaran re mijûl bû û ew ji vê razî ne. Lê eger CHP ji xwe re dibêje “Ez muxalefeta sereke me", dikare roleke pir cidî bilîsta. Dikaribû li ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd plan, proje, bernameyek pêşkêş bikira. Dikaribû li Meclîsê pêşengiya avakirina komîsyonekê bikira. Dema ku Rêber Apo bang kir, bal kişand ser Meclîsê. CHP dikarîbû pêşengiya vê yekê bikira û di nava civakê de kelecan û eleqeyeke cidî biafiranda. Bi xurtkirina vê yekê dikarîbû di tengavkirina desthilatê de rol bilîsta. Vê yekê ne kir, temaşe kir. Rewşeke wisa heye. Ji ber vê yekê muxalefeteke pasîf a ku xizmetê desthilatê dike nîşan dide. Bi têkoşînê tenê dikare ji vê rewşê derkeve. Bi civak û gel dikare muxalefeteke demokratîk pêk bîne. Ev ji bo hemû hêzên muxalefetê derbasdar e.

LI SER ROJAVA

Tirkiye ji bo ku li Sûriyeyê çareserî pêş nekeve, Sûriye demokratîk nebe û mîna Tirkiyeyê sîstemeke tekparêzî, qirker û faşîst ava bike, her tiştî dike. Hewl dide rêveberiya Şamê arasteyî vî alî bike û bandorê li rêveberiya Şamê bike. Dijminatiyeke mezin li gelên Sûriye û Kurdan dike. Ew roleke pir xerab dilîze. Li aliyê din êrîş dewam dikin. Şerê li qada Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome, bi taybet Qereqozaxê êrîşî gelek herêman dike.

Ma wê bi ser bikeve? Ez bawer nakim. Divê rastiya dîrokî ya Ereban jî bi baldarî bibînin. Neteweperestiya Ereb, hesasiyet û refleksên Ereban heye. Şam bi vî rengî namîne. Sûriye bi vî awayî naçe. Hesabên gelek hêzên navneteweyî hene. Di geşedanên li herêmê de berjewendiyên Îsraîlê jî hene.
Li aliyê din Kurd, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo demokrasiyê têkoşîneke cidî didin. Modelek derketiye holê. Ev avantajeke mezin e. Di daxuyaniyên dawî de, biryarên ku di encama xebatên hevpar ên QSD, MSD û Rêveberiya Xweser de hatin girtin, di çapemeniyê de cih girtin. Ev yek pêwîstiya bi demokrasiya xwecihî ya bihêz weke bingeha demokratîkbûna Sûriyeyê radixe ber çavan. Sûriyeya nenavendî ji bo gelên Sûriyeyê û gelên Rojhilata Navîn gelekî girîng e. Sûriyeya demokratîk wê di demokratîkbûna Rojhilata Navîn de roleke mezin bilîze. Di vî warî de keda Kurdan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi nirx û girîng e. Em piştgiriyê didin vê têkoşînê û hêja dibînin.

ZIMANÊ DAYIKÊ

Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li hemû gelan pîroz dikim. Zimanê zikmakî naskirina civakê ye, rûmeta gel e. Ziman nebe rûmet jî nabe. Ev heqîqetek e. Ya ku çandê diafirîne ziman e. Di heman demê de bingeha çanda Kurdî ye. Niha “Zimanê Kurdî” di bin êrîşeke mezin de ye. Gelê me ji bo zimanê xwe ked daye. Berê bedelên giran hatin dayîn. Ev têkoşîn didome.

Di Kurdî de bi taybetî zaravayên ku di bin xetereya windabûnê de ne hene. Mînak Kirmanckî şaneya bingehîn a Kurdî ye û di bin xetereya tinebûnê de ye. Ger wêjeya zimanekî pêş nekeve, her tim xetereya windabûnê li ser wê heye. Wêjeya Kurdî pêş dikeve, lê divê hîn bêhtir bê xurtkirin. Divê em li malê, li derve, li her derê bi Kurdî biaxivin û têxin nav jiyana xwe. Divê em hemû zaravayan bidin jiyîn. Ji bo bidestxistina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê jî divê em têbikoşin. Ji bo vê armancê daxwaz tenê têr nake; bi têkoşînê tê qezenckirin. Her gel bi têkoşînê bi ser dikeve. Bi vê boneyê min xwest van tiştan bînim ziman.

LI SER 8’Ê ADARÊ

8'ê Adarê nêzîk dibe. Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li hemû jinan pîroz dikim. Ev roj bi bedelên mezin hat bidestxistin. Jin êdî her roj bi ruhê 8’ê Adarê dijîn. Li hemû cîhanê têkoşîneke mezin a jinan heye. Di rastiyê de têkoşîna cinsê di serdema me de bûye nakokî û têkoşîna sereke. Rêber Apo vê yekê anî ziman. Tê gotin ku wê sedsala 21’an wê bibe sedsala jinan. Geşedan vê yekê piştrast dikin. Li Kurdistanê Tevgera Azadiya Jinên Kurd têkoşîneke mezin dimeşîne. Rizgariyeke mezin a jinê pêk tê.
Jin bi vê têkoşînê bi biryartir, birêxistintir dibe û civakê diguherîne, vediguherîne û demokratîk dike. Ger pergala kapîtalîst, emperyalîst, serdest a mêr di nava krîz û depresyoneke mezin de be, keda mezin a têkoşîna jinê ya wekhevî û azadiyê tê de heye. Jin xwe û civakê azad dike û cîhanê azad dike. Ez ji dil vê bawer dikim.

Berxwedan û têkoşîna jinê her sal li gorî sala borî mezin dibe. Ev pir watedar e. Her wiha hevgirtina jinan û têkoşîna yekbûyî ya jinan gav bi gav di asta gerdûnî de pêş dikeve. Di vê mijarê de avabûna hişmendî, rêxistinbûn û îradeyê pir girîng e. Ez difikirim ku ew ê bêtir pêş bikeve û wê encamên pir girîng derxe holê.

Rola tevgera azadiya jinên Kurd di vê têkoşînê de diyarker e. Bandor li ser hemû tevgerên azadiyê yên jinan ên li Tirkiye, herêmê û cîhanê kir û xwe xwedî kir. Hişmendiya azadiyê ya ku ji aliyê bîrdozî, teorîk, felsefî û bernameyê ve derxistiye holê, projeya pergalê û bi taybetî jî îdeolojî, felsefe û têkoşîna azadiya jinê ya Rêber Apo pêşengtiyê dike. Di vê wateyê de keda Rêber Apo bê sînor û bê pîvan e.

Ez 8’ê Adara îsal bang li hemû jinên Kurdistan, herêm û cîhanê dikim ku li ser esasê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo seferber bibin û bi vî awayî pêşwazî bikin. Ji bo însiyatîfa “Veguherîna Demokratîk” a ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin bigihêje encamê, divê jin di 8’ê Adarê de van gavan bavêjin, diyarîkirina wan wê bibe bersiveke watedar.

Bi vê boneyê hevrê Sakîne Cansiz (Sara) bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Têkoşîn û keda wê di pêşketin, rêxistinbûn, mezinbûn, gerdûnîbûn û bangawaziya jinên cîhanê ya ji bo Têkoşîna Jina Azad a Kurdistanê de roleke mezin lîstiye. Heval Sara pêşeng û rêbera me ye ku her tim rêya me ronî dike, hêz û moral dide me. Me her tim cesaret û îlham ji wê girtiye û li ser vê têkoşînê berdewam kiriye û teqez em ê bi ser bikevin. Wê rêya me ronî bike û hişmendiya me ya azadiyê xurttir bike. Ev têkoşîn di xeta wê ya berxwedanê de bû xwedî nasname, mezin bû, pêşket û teqez wê bigihêje serkeftinê. Bi vê boneyê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hemû jinan pîroz dikim."