Hêzên Îranê 6 Kurd binçav kirin

Li Rojhilatê Kurdistanê 6 Kurd ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatin binçavkirin.

Li gorî Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê doh 6 Kurd li gundên Îbrahîm Awa, Qelaî Holako, Gamêş Gul ên ser bi bajarokê Miyandawa yê ser bi bajarê Ûrmiye yê Rojhilatê Kurdistanê ve, ji aliyê hêzên îstîxbarata Îranê ve hatine binçavkirin.

Heman çavkaniyê ragihand ku hêzên Îranê êrişî wan gundan kirine û bê fermana dadwer, di dema binçavkirinê de tundî bi kar anîne.

Navê kesên hatine binçavkirin wiha ne: Xaliq Rehîmî, Sidîq Ebas Nejad, Behzad Bereste, Keywan Berceste, Şehab Tewan û Nîma Qurbanzade.