Ji MAK'ê li Êlihê çalakiya bombeyê ya li dijî polîsan
Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) ragihand ku li Êlihê li hemberî polîsên dewleta Tirk a dagirker çalakiyeke bombeyî kirine û gelek dagirker birîndar bûne.
Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) ragihand ku li Êlihê li hemberî polîsên dewleta Tirk a dagirker çalakiyeke bombeyî kirine û gelek dagirker birîndar bûne.
Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) daxuyaniyek weşand û got, "Milîsên me 23'ê Sibatê saet di 23:30'î de li taxa Baglar a Êlihê li hemberî polîsên Tirk ên dagirker êrîşeke bombeyî kirin."
Têkildarî detayên çalakiyê hate gotin, "Milîsên me kemîn danîn pêşiya konvoya ji wesayitên zirxî ya dagirkeran û bi bombeyên destan li dagirkeran xistin. Di encama teqîna mezin a di dema çalakiyê de derbeke giran li wesayita zirxî hate xistin, gelek polîsên dagirker birîndar bûn. Dagirkerên birîndar bi tîmên teqwiyeyê û ambûlansan rakirin nexweşxaneyê. Milîsên me piştî çalakiyê bi rengekî ewle xwe ji qadê vekişandin."