Li Amedê meş: Em ji bo Zimanê Kurdî têbikoşin
Li Amedê bi wesîleya 21’ê Sibatê roja zimanê dayikê meş hate lidarxistin û hate xwestin statuyeke fermî bê dayîna zimanê Kurdî.
Li Amedê bi wesîleya 21’ê Sibatê roja zimanê dayikê meş hate lidarxistin û hate xwestin statuyeke fermî bê dayîna zimanê Kurdî.
Bi pêşengiya Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Mezopotamya (MED-DER), Enstîtuya Kurd a Amedê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi wesîleya 21’ê Sibatê roja zimanê dayikê meş hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta “Ji Kurdî re statu, perwerdeya Kurdî” hate vekirin û dovîzên “Kurdî nasnameya me ye”, “Li her derê Kurdî, her tim Kurdî” û “Dem dema zimanê Kurdî ye” hatin hildan. Ji ber avahiya rêxistina bajêr a DBP’ê heya Parka Koşuyolu meş dewam kir û di meşê de li ber erbaneyan kilam hatin gotin û bê navber dirûşmeyên “Zimanê me rûmeta me ye”, “Bê ziman jiyan nabe” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” hatin berzkirin.
Bi lehçeyên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî, daxuyanî hatin dayîn. Ji Hevserokatiya DBP’ê ya Amedê Sultan Yaray û rêveberê MED-DER’ê Suleyman Yilmaz daxuyanî xwendin.
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser dîrok û dewlemendiya zimanê Kurdî û bi kurtî wiha hate gotin: “Kurd hîna ne xwedî statuyê ne û perwerdeya bi Kurdî jî nabînin. Zimanê Kurdî tê qedexekirin. Ev yek sûcekî mirovahiyê ye. Em li dijî vê yekê, her derê bikin Kurdî. Em li dijî her cure zextê, ji bo perwerdeya zimanê Kurdî têbikoşin; em bibin şervanên ziman, çand û nirxên xwe.”
‘BI SEDAN SAL IN GELÊ KURD TÊDIKOŞE’
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren jî diyar kir ku têkoşîna ji bo zimanê dayikê pir girîng e û ev tişt bilêv kir: “Ziman hebûn û jiyana gelekî ye. Bi sedan sal in ji bo tunekirina zimanê Kurdî, li her qadê astengî derxistin. Xwestin Kurdî asîmîle bikin. Lê belê gelê Kurd bi sedan sal in ji bo parastina zimanê xwe, têkoşîneke mezin meşand. Niha jî ji bo ev ziman bibe zimanekî fermî, ji bo bibe zimanekî perwerdeyê têkoşîn her tim didome.”
Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.