'Mîrekî dûrî îradeya Êzidiyan bê ragihandin, em ê qebûl nekin'

Rêveberiya Xweser a Şengalê û Desteya Eşayîrî ya Şengalê diyar kirin ku Mîrekî dûrî îradeya Êzidiyan bê ragihandin ew ê qebûl nekin û gotin, "Xelkê Şengalê kî weke Mîr qebûl bike ew Mîr e."

LI ŞENGALÊ DAXUYANIYA LI SER MÎR

Rêveberiya Xweser a Şengalê û Desteya Eşayîrî ya Şengalê li ber Meclîsa Gel a Şengalê daxuyaniyek dan. Endamê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Mîrza Bekir di daxuyaniyê de axivî û destnîşankir ku li ser Şengalê pîlanekê nû ya siyasî tê meşandin û got: “Hin aliyên siyasî dixwazin Mîrek nû weke Mîrê Şengalê îlan bikin. Ev tişt ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê û Desteya Eşayîrî ve hatiye redkirin. Ne raste ku hin aliyên siyasî biçin otêlan û mîrekî nû îlan bikin. Ev der Şengale û wê gelê Şengal biryar bide ka wê kî bibe Mîr. Kesekî ku li Şengalê nemaye, ji Emerîkayê nû hatiye nayê qebûlkirin. Em Mîr Salim red dikin, qebûl nakin.”

Mîrza Bekir her wiha ragihand ku ew Mîr Nayîf weke Mîrê Şengalê nas dikin û sedema vê jî wiha anî ser ziman: “Em ji bilî wî kesî din qebûl nakin. Kesê ku bi salane li Şengalê ye, êşên Şengalê dizane û gelê Şengalê nas dike Mîr Nayîfe.”

Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Xwedêda Ilyas jî diyar kir ku li ser gelê Êzidî pîlanên siyasî têne meşandin û derbarê mijarê de helwesta gelê Şengalê wiha anî ziman: “Gelê Şengalê îro beyanekî da raya giştî. Hin aliyên siyasî Mala Mîran ji bo xwe bikartînin. Mixabin Mala Mîra di fermana 2014’an de, di rojên teng de ji gelê xwe re tiştek nekir. Eger îro roj li salona otelekî ji aliyê hin hesabên siyasî ve Mîrekî din were îlankirin, Şengal vê qebûl nake. Kesê ku wê bibe Mîr lazime bi qebûla gelê Êzidî be û li ser axa Şengalê be. Hazim Tehsîn Beg ku girêdayî partiyeke siyasî ye, nekarî di fermana 2014’an de bersiva dijminên civaka Êzidî bide. Mîrîtiya bi vî şêweyî nayê qebûlkirin. Lazime Mîr xwe bi gelê Êzidî bide qebûlkirin.”

Xwedêda Ilyas aliyên siyasî hişyarkir kir da ku hesabên xwe yên siyasî li ser civaka Êzidî nemeşînin û wiha pê de çû: “Eger Mala Mîra ji bo hesabên siyasî were bikaranîn ev nayê qebûlkirin. Em vê pirsê ji Salim Xelef dikin, dibêjin wê 15’ê Nîsanê (îro) weke Mîr were îlankirin. Salim Xelef çi kar û xebat meşand di 2014’an de û heya roja me ya îro? Heya niha yekî ji wan gotiye em girêdayî gelê xwe ne? Dixwazin van kesan ji bo pîlanên xwe yên siyasî bikar bînin.”

Xwedêda Ilyas da zanîn ku ew weke Rêveberiya Xweser a Şengalê û gelê Êzidî îlankirina Mîr bi hesabên siyasî qebûl nakin û got: “Eger aliyekî siyasî piştgiriyê bike û Mîrekî were îlan kirin, wisa nayê qebûlkirin. Weke Rêveberiya Xweser a Şengalê, weke gelê Şengalê em teqez vê tiştê red dikin. Heya roja me ya îro hestiyê gelê Êzidî li ber roj û baranê ye. Emê çawa Mîrîtiya wan qebûl bikin? Bila kes ji wan nebêje em Mîrin, em wan qebûl nakin.”

Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Xwedêda Ilyas di dawiya nirxandina xwe de banga xizmeta civaka Êzidî li hemû aliyên siyasî kir û ev bang kir: “Eger dixwazin ji bo civaka Êzidî tiştekî bikin, bila werin gorên me yên komî vekin û hestiyên me rakin, wendayiyên me bibînin! Em bang dikin, her kê dixwaze xizmetê bike bila li ser axa Şengalê kar û xebatê xwe bimeşîne. Yek li Emerîkayê Mîre, yek li otêlê Mîre! Ev tişt nayê qebûlkirin. Gelê Şengalê kî Mîr îlan bike ew Mîre!’’