Li Mexmûrê şehîd hatin bîranîn: Em bi saya wan bûn xwedî îrade

Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê Şehîdê kedê Segvan Nêrwehî û şehîdên enternasyonalîst Têkoşer Piling, Lêgerîn Çiya û Hêlîn Qereçox bi bîr anîn.

LI MEXMÛRÊ BÎRANÎNA ŞEHÎDAN

Komîteya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Şehîdê kedê Segvan Nêrwehî û Şehîdên Enternasyonalîst Têkoşer Piling (Lorenzo Orstteî), Lêgerîn Çiya (Alîna Sanchez) û Hêlîn Qereçox (Anna Campbell) bi bîr anîn.

Bîranîn li Komîteya Malbatên Şehîdan a wargehê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştî rêzgirtinê li ser navê Meclîsa Gel, Cîgirê Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Şoreş Didêrî axivî û di serî de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Em di serî de dibêjin, bila serê Rêber Apo sax be. Şehîd wateya jiyana me ne. Bi saya şehîdan em bûne hêz û vîn. Dijmin giraniyek mezin dide Mexmûr û her cure şerê taybet li ser dide meşandin. Em dubare sersaxî ji tevahî gelê xwe re dixwazin.”

Her wiha birayê Şehîd Segvan, Ehmed Nêrwehî jî axivî û di serî de destxweşiya gelê wargehê kir û got: “We xema me parve kir û ji ber wê em wek malbat minetdarê we ne. Birayê min timî li hember bê edaletî û zilmê li ber xwe da û heta dawî li ser erkê xwe bû. Em wek birayê şehîd, şahidê keda Şehîd Segvan in. Dema ku li nexweşxaneyê bû timî digot, ka mizginiya partiyê çiye? Timî fikrên wê û keda wê ji bo azadiyê bû. Em dubare serxasiyê ji tevahî gelê xwe re dixwazin.”

Herî dawî sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna Şehîdên Enternasyonalîst Têkoşer Piling (Lorenzo Orstteî), Lêgerîn Çiya (Alîna Sanchez) û Hêlîn Qereçox (Anna Campbell) hatibû amadekirin, hat temaşekirin û dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ hat berzkirin.