Li bajarê Sewlawa yê Rojhilatê Kurdistanê 3 Kurd hatin binçavkirin

Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li bajarê Sewlawa yê Rojhilatê Kurdistanê 3 Kurd ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatin binçavkirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku hêzên dewletê li gundê Dêweznaw ê bajarê Sewlawayê bi ser gelek malan de girtin.

Li gorî daxuyaniyê di serdegirtina malan de 3 Kurdên bi navê Umîd Şehdad, Umer Huseynî û Elî Huseynî hatin binçavkirin.

Hate diyarkirin ku ji bo serdegirtina malan ti hinceteke fermî nehatiye nîşandan û sedema serdegirtin û binçavkirinê nehat zanîn.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan ji 21ê Adarê ve heta niha herî kêm 26 hemwelatî, çalakvan û hunermendên Kurd li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê hatine binçavkirin û 8 kes hatine girtin.