Hêzên dewleta Îranê kolberekî din qetil kirin

Hêzên dewleta Îranê li herêma Hewraman a Rojhilatê Kurdistanê kolberek qetil kirin. Li bajarê Bane jî piştî êrişê kolberek winda bû.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihandî duh li sînorê Tete ya Hewramanê hejmarek kolber ketine kemîna hêzên pasdarên Îranê û di encama êrişê de kolberek hate qetilkirin.

Kolberê ku di encama êrişa hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest dayî bi navê Seywan Destefken ku xelkê gundê Derepemeyanî yê Merîwanê ye.

Her wiha hêzên Îranê li sînorê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê jî êrişî komek kolber kirin û di encamê de kolberê bi navê Mihemed Rehîmî yê xelkê bajarê Seqîz winda bû ku hîna çarenûsa wî nayê zanîn.

Hate diyarkirin ku di dema gulebarana hêzên Îranê ya ser kolberan de, Mihemed Rehîmî ji hevalên xwe qur bûye û zêdetirî 2 rojane agahî jê nayê girtin.

Hêjayî gotinêye ku di nava ji mehekê kêmtir de 5 kolber li sînorên Rojhilatê Kurdistanê di encama êriş û gulebaran hêzên Îranê de hatine kuştin û 5 kolberên din jî di encama buyerên serma, ketina xwarê û krîza dil de jiyana xwe ji dest dane. Her wiha zêdetirî 40 kolber jî di nava vê demê de birîndar bûne.