YBŞ’ê Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir

Fermandariya YBŞ’ê Cejna Çarşema Serê Nîsana li civaka Êzidî, şehîdên Êzidxanê, malbat û hevrêyên xwe pîroz kir.

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi boneya Cejna Çarşema Serê Nîsanê daxuyaniyek weşand. YBŞ’ê Cejna Çarşema Serê Nîsanê li tevahiya civaka Êzidî, şehîdên Êzidxanê, malbatên şehîdan, dostê xwe û li tevahiya hevrêyên xwe pîroz kir.

Daxuyaniya Fermandariya YBŞ’ê wiha ye:

“Di serî de em Cejna Çarşema Serê Nîsanê li tevahiya civaka xwe, şehîdên xwe, malbatên şehîda, dostê xwe û li tevahiya hevrêyên xwe pîroz dikin. Her sal, di nava xêr û xweşiyan de bi dilxweşiyekê ve bi hev re pîrozkirinê dixwazin.

Di vê wateyê de cejin, nasnameya rasteqîn ya dîrok û çanda civakê ye. Di heman demî de yekgirtin, tifaqî, bi hevre jiyankirin, xwedî li rastiya xwe derketin, çanda xwe parastin û hwd. temsil dike. Civaka me jî Cejna Çarşema Serê Nîsanê di vê watê de pêşwazî dike û pîroz dike.

Di hemû merheleyên dîrokê de di hemû şert û mercan de civaka me xwedî li pîrozî, ol û baweriya xwe derketiye û parastiye. Ji bo parastina nirxên xwe jî her cûre fedakarî û berdêl daye.

Di roja me ya îro de ji ya girîng, bi tifaqiyekê netewî ve û bi yekbûyînekê ve hatina gel hev a civaka me ye. Ji ber ku di oxira vê yekê de gelek têkoşîn hatin raberkirin û gelek berdêlên giranbiha hatin dayîn. Tevahiya van berdêl û têkoşînan jibo civak jiyanekê azad û wekhev bijî ye. Bi rastî ji eger ew qas berdêlên giranbiha nehatiban dayîn ne gengaz bû ku em îro bi dilxweşiyekê li ser vê axa pîroz cejnên xwe pîroz bikîn û têkoşîna jiyanekê azad raber bikîn.

Di vê rastiyê de civaka me xwedî çand, nasname û baweriyekê kevnare. Ji bo van rastiyên xwe bijî ji pêwîstî pê heye ku di her şert û merci de bi dilxweşî û serfiraziyekê mezin ve hev hembêzkine.

Em jî parêzvanên civaka xwe ku di hemû şert û mercan de me çawa civaka xwe hembêz kiribe, em ê bi heman helwestê, di her kêliyê de bi civaka xwe re têbikoşîn û têkoşîna xwe mezin bikin.

Li ser vî esasî ji em careke dinê Cejna Çarşema Serê Nîsanê ku cejna civaka Êzidî ya qedîme, li tevahiya civaka xwe, dostên civaka xwe, kesên li kêleka civaka me cih digirin û ji bo civaka me têdikoşîn, li tevahiya şehîd û malbatên şehîdê xwe û li tevahiya hevrêyên xwe pîroz dikîn.”