HPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayan eşkere kir ku li Zapê şehîd bûn.

DAXUYANIYA TÊKILDARÎ ŞEHÎDAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Ewladê bi wêrek ê Başûrê Kurdistanê û milîtanê fedayî yê Apoyî Dilxwaz Germiyan, 31’ê Adara 2024’an li Zapê di êrîşa dijmin de şehîd bû.

Hevrêyê me Dilxwaz berxwedêrî û saftiya qada Germiyanê bi exlaqê partiya me PKK’ê re kir yek. Her tim bû xwediyê armancên mezin. Li Başûrê Kurdistanê ket ferqa jiyana ku modernîteya kapîtalîst li ciwanan ferz dike û tarzê jiyana Apoyî hilbijart. Dît ku di nava PKK’ê de Kurdîtiya herî xwezayî, paqij û bi zane heye. Li ser vî bingehî bi jiyana PKK’ê re cewherê xwe dît. Bi tawrê xwe yê milîtanî ya li hemberî dijmin, bi sekna xwe ya gihayî û dilnizm a di jiyanê de ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêyê me Dilxwaz bi layiqî cihê xwe yê bi rûmet ê di têkoşîna azadiyê ya gelê me de girt.

Hevrêyê me Dilxwaz ji roja tevlî têkoşîna me bûyî û vir ve, di dilê hevrêyên xwe de cih girt. Di serî de malbata wî ya hêja ku hevrê Dilxwaz bi têkoşîna azadiyê ya gelê me dayî qezenckirin, em ji hemû eşîra Caf û gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku mîrateya têkoşîna dewlemend a ji me re hiştî, bi Kurdistana azad tacîdar bikin û bibin şopdarên xeyalên şehîdên xwe.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me Dilxwaz Germiyan bi vî rengî ne:

Nasnav: Dilxwaz Germiyan
Nav û Paşnav: Binêr Fayiq
Cihê Jidayikbûnê: Rizgarî
Navê Dayik – Bav: Nesrîn – Fayiq
Cih û Dîroka Şehadetê: 31’ê Adara 2024’an / Zap

Hevrêyê me Dilxwaz li Rizgarî ya girêdayî Germiyan a Başûrê Kurdistanê hat dinê. Hevrêyê me weke ferdê malbateke ji eşîra Caf a welatparêz û qedîm, bi kevneşopî û çanda Kurd mezin bû. Bi bandora qada ku lê dijî, pir zû welatparêzî nas kir. Hevrêyê me di ferqa rolê eşîra Caf û qada Germiyan a di deskeftiyên gelê me ya ji bo dîroka Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de, bû. Xwest vê kevneşopiyê bidomîne. Hevrêyê me Dilxwaz ji têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê rastiya partiya me PKK û gerîlayên azadiyê nas kir ku mîna li hemû Kurdistanê hêza parastinê ya Başûrê Kurdistanê jî ye. Li hemberî Partiya me bû xwedî sempatî. Lewaziya desthilatdariya li Başûrê Kurdistanê ya ji bo parastina gelê me û di encama vê de di serî de Şengal komkujiyên ku li gelek cihan pêk hatin, bû sedem ku hevrêyê me Dilxwaz hîn zêdetir bikeve nava lêpirsînan. Bi lêpirsînên ku kirî ket ferqê desthilatdariya heyî ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî û şexsî li aliyekî ciwanên Kurd ji cewherê wan dûr dixe û wan bênasname dihêle, li aliyê din jî bi hêzên dagirker re dikeve nava hevkariyê û rê li ber mêtingeriya Kurdistanê vedike. Hevrêyê me li hemberî vê rastiyê fikirî ku divê weke ciwanekî Kurd ê welatparêz û şoreşger berpirsyariyên xwe bi cih bîne û ket nava lêgerînan. Destpêkê li Başûrê Kurdistanê di asta herêmî de hin xebat meşandin. Hingî ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê me û Tevgera me pêş ketin, fêm kir ku têkoşîna wî têrê nake. Hevrêyê me Dilxwaz biryar da ku têkoşîna xwe mezin bike û weke şopdarê Viyan Soranan berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Sala 2018’an li herêma Qendîlê perwerdeya şervanên nû dît. Hevrêyê me bi perwerdeyên ku dîtî rastiya Rêber Apo û PKK’ê hîn bêhtir fêm kir. Hevrêyê me bi lêhêrbûnên xwe yên kûr anî ziman ku Rêber Apo parêzvanê dîrok, siberoj, çand û exlaqê gelê Kurd e û ya herî girîng jî garantiya jiyana azad e. Diyar kir ku divê hemû gelê me vê heqîqeta Rêber Apo bizanin. Hevrêyê me weke milîtaneke Apoyî jî xwe her tim li hember rastiya Rêber Apo û şehîdan deyndar hîs dike. Fêm kir ku encex bi mezinkirina têkoşîna xwe dikare deynê xwe bide. Di pêvajoya perwerdeyê de bi uslubê xwe yê dirûst, tevlîbûna xwe ya bi moral û balkêş ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêyê me di pêvajoya perwerdeyê de xwe ji berpirsyarîgirtinê neda paş û xwe bi temamî fedayê têkoşînê kir. Hevrêyê me Dilxwaz perwerdeya xwe bi rengekî serketî qedand û qasî du salan di nava xebatên pratîkî de cih girt. Hevrêyê me di vê pêvajoyê de derfet dît ku perwerdeyên dîtî di nava pratîkê de pêk bîne û bû gerîlayekî azadiyê yê pispor.

Hevrêyê me Dilxwaz piştre ji bo wezîfeyên xwe yên demê hîn zêdetir bi cih bîne û di felsefeya Rêber Apo de kûr bibe, di sala 2020’an de li Dibistana Navenda Partiyê ya Mazlûm Dogan tevlî perwerdeyê bû. Bi sekna xwe ya gihayî ya di perwerdeyê de, bi aliyê xwe yê lêpirsînvan û di encama lêhêrbûnên xwe yên îdeolojîk de pêşketineke diyar bi dest xist. Hevrêyê me ji bo ku tevlî berxwedana li Herêmên Parastinê yên Medyayê bibe pêşniyar kir. Pêşniyara wî hate ecibandin û li Akademiyên Şehîd Mahîr li ser taktîka sabotajê perwerde dît û bû pispor. Hevrêyê me Dilxwaz di taktîka gerîla ya demê nû de pisporî bi dest xist û xwest her tim li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger û qirker ên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê, di nava refên herî pêş de cihê xwe bigire. Li ser vî bingehî derbasî qada Zapê bû û di berxwedana bê hempa ya gerîla ya li dijî dagirkeran de, cih girt. Fikirî ku bersiva herî baş a ji êrîşên dijmin re bê dayîn, bi tarzekî fedayî şer kirine û bi rengekî aktîf beşdarî her xebatê bû. Bi ruhê fedayî yê hevrêyên me Cûmalî, Çavrê, Botan, Serhat, Milîtan û Doga li qada ku lê ye ket nava lêgerînê ku derbeyê li dijmin bixe. Hevrêyê me Dilxwaz di şerê dîrokî yê salan de, di gelek çalakiyên ku têde derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker hatin xistin de cih girt û wezîfeyên xwe yên demê bi cih anî.

Hevrêyê me Dilxwaz 31’ê Adara 2024’an di êrîşa dijmin de bû stêrk û tevlî karwanê nemiran bû. Weke hevrêyên wî em soza xwe dubare dikin ku ala têkoşînê ya ku hevrêyê me Dilxwaz dewrî me kirî, bi ruhê fedayî bi serketinê tacîdar bikin.

ARGEŞ KOBANÊ

Hevrêyê me Argeş Kobanê 16’ê Çileya 2024’an li qada Zapê şehîd bû.

Hevrêyê me Argeş ku ji bajarê berxwedanê Kobanê xwe gihand çiyayên Kurdistanê û dilê wî ji bo azadiyê lê dide, ji kêliya tevlî nava refên gerîla bûyî û vir ve bû xwediyê têkoşîneke bê navber. Bi enerjiya xwe ya ciwantiyê bû xwediyê têkoşîneke bê sekin. Wezîfeyên xwe yên demê bi serketî bi cih anî. Li her devereka herêma Zapê xwih rijand û li dijî êrîşên dagirkeran têkoşîneke destanî meşand. Hevrêyê me ji ciwanên Kurd re îspat kir ku wê li dijî dagirkeran çawa têkoşîn bê meşandin. Hevrêyê me Argeş ji kêliya tevlî nava refên gerîla bûyî heta şehadeta xwe, ji bo ku taybetmendiyên milîtaniya Apoyî di kesayeta xwe zindî bike bû xwediyê ked û hewldaneke mezin. Heta nefesa xwe ya dawî ev sekna xwe parast.

Weke hevrêyên Argeş Kobanê di serî de malbata wî ya hêja ku milîtaneke hêja bi têkoşîna azadiyê ya gelê me dayî qezenckirin, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me Argeş Kobanê, bi vî rengî ne:

Nasnav: Argeş Kobanê
Nav û Paşnav: Xalid Muslum
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Navê Dayik – Bav: Ferîde – Mûstafa
Cih û Dîroka Şehadetê: 16’ê Çileya 2024’an / Zap

 

Hevrêyê me Argeş li Kobanê ku weke bajarê berxwedanê derbasî dîrokê bûye, di nava malbateke welatparêz û di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de ked daye, hat dinê. Ji ber ku dilsozê çand û kevneşopiyên malbata xwe bû, li gorî cewherê xwe mezin bû. Hevrêyê me Argeş bi Şoreşa Azadiyê ya Rojava re di şexsê milîtanên Apoyî yên li qada Rojava xebat meşandîn de, Tevgera me ya Azadiyê nas kir. Ji sekna wan a jiyanê û têkîliyên wan ên hevrêtiyê bandor bû. Hevrêyê me Argeş şahidî ji êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Kobanê re kir. Berxwedana destanî ya ku li vir tê meşandin, kêlî bi kêlî şopand. Milîtanên Apoyî li dijî çeteyên ku bi rengekî eşkere piştgiriya xwe ji dewleta Tirk digirin, bi fedayî şer kirin û li ser navê hemû gelên berxwedêr bi ser ketin. Ev yek bû sedem ku hevrêyê me Argeş hîn zêdetir nêzî têkoşîna me bibe. Hevrêyê me demekê di nava xebatên welatparêz û ciwanên şoreşger de cih girt. Di vê pêvajoyê de derfet dît ku rastiya Rêber Apo hîn baştir nas bike. Hevrêyê me ji fikrên Rêber Apo yên têkildarî jiyana azad bandor bû û ket nava lêgerînê ku hîn zêdetir têbikoşe. Di Pêngava Minbicê ya li dijî çeteyan de pismamê wî Egîd – Pale Muslum şehîd dibe. Ev şehadet bû sedem ku hevrêyê me Argeş hîn zêdetir bikeve nava lêhêrbûnan. Hevrêyê me di ferqê de bû ku divê li hemberî vê şehadetê bibe xwediyê bersiveke watedar û ji bo vê yekê lêgerînên xwe kûrtir kir. Di heman demê de hevrêyê me fêm dikir ku divê li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê me, bibe bersiv. Di vî warî de weke ciwanekî Kurd di ferqa wezîfe û berpirsyariyên xwe de bû. Êdî rakirina çeka şehîd, li cem hemû gelê me bûye kevneşopî. Hevrêyê me Argeş jî biryar da ku çeka şehîd rake û têkoşîna xwe bidomîne. Berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû ku ji zarokatiya xwe ve xeyala vê yekê dikir.

Hevrêyê me yê yekem perwerdeya xwe ya gerîla li herêma Garê dît û di van perwerdeyan de tevlîbûna xwe watedartir kir. Hevrêyê me weke Gerîlayekî Azadiya Kurdistanê di kesayetiya xwe de zihnîyeta milîtanekî pêşeng a gelê Kurd ava kir û egerên wê bi awayekî serkeftî bi cih anîn. Hevrêyê me bi awayekî aktîf û coş beşdarî jiyanê bû û bandoreke mezin li hevalên xwe yên perwerdeyê jî kir. Hevrêyê me Argeş xwe di felsefeya Rêber Apo de gelekî pêş xist û dizanibû ku heya kûrahiya îdeolojîk bi dest nexe nikare bi awayekî serketî erka xwe ya milîtantiyê bi cih bîne. Di heman demê de hevrêyê me dizanibû ku li gelek herêmên Kurdistanê û bi taybetî jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê ku şerekî dijwar lê berdewam dike, hewceyî bi bersivdayînê heye û di vê çarçoveyê de giranî dida perwerdeya leşkerî. Hevrêyê me eşkere dikir ku kûrbûna di taktîkên gerîla yên serdema nû de wê serkeftinê bi xwe re bîne û bi bi ked û hewldanên xwe gihîşt armanca xwe. Hevrêyê me Argeş ê ku di pêvajoya perwerdeyê de bi hevaltiya xwe ya jidil, bi tevlîbûna xwe ya bicoş û bi kesayetiya xwe ya dilnizm re ji aliyê hemû hevalên xwe ve gelekî hate hezkirin û ji bo layiqbûna vê hezkirina hevalên xwe derbasî herêma Zapê bû ku li dijî artêşa Tirk a dagirker li Zapê têkoşîneke dîrokî tê meşandin.

Hevrêyê me Argeş ê çawa ku derbasî li herêma Zapê bû ku li wir demeke dirêj têkoşiya, ji vê erdnîgariyê re hezkirineke mezin li gel peyda bû û bi hêz û coşa ku ji Zapê wergirtî beşdarî jiyanê bû. Bi enerjî û kelecana ciwantiya xwe bi awayekî bênavber û bi hezkirineke mezin têkoşiya. Hevrêyê me Argeş li gelek qadên Zapê beşdarî çalakiyan bû û li hemû qadan bi tevlîbûna xwe ya kedkar û fedakar re ji aliyê hevalên xwe ve gelekî hate hezkirin. Hevrêyê me Argeş bi awayekî aktîf tevlî xebatên amadekirina tunelên şer bû û bi hemû hebûna xwe bawer dikir ku tunelên şer wê serkeftinê bi xwe re bîne. Dema ku artêşa Tirk a dagirker êrîşî herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê kir, hevrêyê me karî ji kêliyên ewil ên êrîşê bersivê bide dijmin. Di gelek çalakiyan de li gel hevrêyên xwe derbên giran li dijmin xistin û bi wêrekî û tevlîbûna xwe ya bêdudilî bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me Argeş ku di gelek pêvajoyên berxwedana dîrokî de ya li herêma Zapê cih girt û di tunelên şer de yên ku veguherîn kelehên berxwedanê, bi fedekarî têkoşiya. Şehadeta gelek hevrêyên wî yên ku li gel wan jiya û li gel wan ji bo heman armancê şer kirin bû sedem ku hevrêyê me Argeş têkoşîna xwe berfirehtir bike. Hevrêyê me dizanî ku bes bi vê yekê dikare layiqî hevrêyên xwe yên şehîd bibe û bi xwedîderketina têkoşîna hevrêyên xwe meşa şoreşgeriyê berdewam kir.

Hevrêyê me Argeş ku bîranînên hevrêyên xwe yên şehîd ji xwe re weke rênîşanderekê esas girt û têkoşîneke bênavber meşand, di 16'ê Çileyê de tevlî karwanê şehîdan bû. Têkoşîna xwe di astên herî bilind de temam kir. Em weke hevrêyên wî soz didin ku em ê têkoşîna hevrêyê xwe Argeş heta serkeftinê berdewam bikin û em ê ruhên pîroz ên şehîdên xwe şad bikin.”