Hêzên dewleta Îranê du kolberên din qetil kirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li bajarên Seqiz û Serdeştê yên Rojhilatê Kurdistanê hêzên dewletê yên Îranê êriş birin ser kolberan. Di encamê de 2 kolberan jiyana xwe ji dest dan.

Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di direngiya şeva 13’ê Nîsanê de hejmarek kolber li nêzîkî gundên Beytuş a Serdeştê ji aliyê hêzên çekdar ên Îranê ve hatin gulebarankirin.

Hate diyarkirin ku di encama gulebaranê de kolberê bi navê Mêhirdad Ebdula Zade yê 20 salî ku xelkê gundê Marexan bû, jiyana xwe ji dest da.

Her wiha hate destnîşankirin ku li herêma sînorê Bestam ya ser bi bajarê Seqîz jî kolberek xelkê Sine bi navê Umêd Seîdî, ji aliyê hêzên çekdarên Îranê ve hate qetilkirin.

Hêjayî gotinêye ku li gorî bîlançoya Rêxistina Mafê Mirovan di sala borî de 39 kolber û kasibkarên Kurd ji aliyê hêzên çekdarên Îranê ve hatine qetilkirin û herî kêm 10 kolber û kasibkar jî di encama ji çiya de ketina xwarê, ji serma û xeniqînê de jiyana xwe ji dest dane. Di heman sala borî de 365 kolber jî di buyerên cuda cuda de birîndar bûne ku piraniya wan di encama gulebarana rejîma Îranê de birîndar bûne.