Serokê YNK'ê: Hilbijartin wê di dema xwe de werin kirin

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî ragihand ku hilbijartina Parlementoya Herêma Kurdistanê weke ku hatiye diyarkirin wê di 10'ê Hezîranê de were kirin.

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî eşkere kir ku wê hilbijartina Parlementoya Herêma Kurdistanê neyê paşxistin û di dema hatî diyarkirin de (10 Hezîran 2024) were kirin.

Her çiqas PDK hewl dide astengî ji pêkhatina hilbijartina parlementoyê re derbixe jî, lê berpirsên komîsyona hilbijartinê ya Iraqê diyar dikin ku wê hilbijartin di dema hatî diyarkirin de ango 10’ê Hezîrana îsal de were kirin.