Dewleta Tirk a dagirker li Şarbajêr welatiyek qetil kir

Hate zanîn ku duh bi şev li gundek Şarbajêr xaniyek hatiye bombebaran kirin û di encamê de welatiyek hatiye qetilkirin.

Hate zanîn ku duh bi şev li gundê Gelale ya bajarokê Şarbajêr ya ser bi Silêmaniyê, xaniyek hatiye bombebaran kirin û di encama êrîşê de ciwanek bi navê Mihemed Seîd ê xelkê gundê Gelale jiyana xwe ji dest daye.

Hate zanîn ku Mihemed Seîd bi xwe niştecihê Silêmaniyê bû, lê ji bo kar berê xwe da bû Gelale. Cenazeyê Mihemed şandin Saziya Tiba Edlî ya Silêmaniyê.

Li aliyê din balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Guherze û Bilava yên navçeya Amediyê ya Dihokê bombe kirin.