Arvas ê AKP’yî rojnamevan gilî kir

Parlamenterê berê yê AKP'ê Abdûlahat Arvas rojnamevan Oktay Candemîr gilî kir. Arvas tevî ku ne wezîfedarê fermî ye jî bi hinceta 'heqaretkirina wezîfedarê fermî’ Candemîr gilî kir.

GILIYÊ ROJNAMEVAN HATE KIRIN

Abdulahat Arvas ê AKP’yî yê namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê tevî ku di hilbijartinên xwecihî de têk çûbû jî ji bo ku mazbatayê bistîne, serî li YSK'ê dabû, bi hinceta ku Candemîrî di nîvîseke xwe de ji wî re gotiye; ‘Diz û îhaleker’ derheqê Candemîrî de bi sûcdariya  'heqaretkirina wezîfedarê fermî’ gilî kir. Candemîr di çarçoveya lêpirsînê de îfadeya xwe da.

Candemîr bi parêzera xwe Sîmîn Atabayê re çû Midûriyeta Polîsan û îfadeya xwe da û got: ‘’Arvas ne wezîfedarekî fermî ye. Parlamenter û siyasetmedarekî berê ye û rexneyên min jî ji nasnameya wî ya şexsî ya siyasî re ne.’’