Erdheja li Bakurê Kurdistanê: Bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan

Ji ber erdheja bi dijwariya 7.8 pileyî ya li Bakurê Kurdistanê, ku li Mereşê rû da, bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Gelek kes jî di binê xirbeyê avahiyan de mane.

22.58

HDK ber bi Hatayê ve kete rê: Em ê birînên xwe bi hev re bipêçin

Li Bazarcix a Mereşê bi pileya 7,7 û 7,5’an erdhej pêk hatin û bandoreke giran li 11 bajaran kir. Yek ji van bajaran jî Hatay e. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi mebesta piştevaniyê ber bi Hatayê ve kete rê. Di nava şandeyê de HevberdevkaHDK’ê Esengul Demîr û HDK’iyên di mijarên destwerdana ewil û lêgerîn-rizgarkirinê de pispor û tenduristvan hene.

HDK’ê kêliyên ku bi rê dikevin li ser hesaba xwe ya medyaya civakî parve kir û wiha got: “Em ê birînên xwe bi hev re bipêçin û piştevaniyê bi hev re birêxistin bikin.”

22.30

Li Semsûrê kesên jiyana xwe ji dest dane li korîdorên nexweşxaneyê tên sekinandin

Li Semsûrê ku bandor ji erdheja Bazarcixa Mereşê wergirtiye, ji ber ku morga Nexweşxaneya Dewletê ya Semsûrê tije bûye, cenaze di nava betaniyan de li korîdorên nexweşxaneyê tên sekinandin.

Welatiyekî ku rewşa li nexweşxaneyê bi kameraya telefona xwe qeyd kiriye, dibêje: “Ji ber ku di morgê de cih nemaye, miriyan dibin qada sor û kesk. Nîviyê gel jî hê di bin kavilan de ye. Semsûr bêxwedî ye. AFAD, tune ye, tu kes tune ye, gel bi derfetên xwe tiştina dike.”

Di dîmenan de tê dîtin ku gelek kesên mirî di nava betaniyan de li korîdoran in û tu personelên nexweşxaneyê jî xuya nakin.”

22.26

Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 5 hezar û 894’an

Rayedarên dewleta Tirk ragihandin ku di erdheja navenda wê Mereş de 5 hezar û 894 kesan jiyana xwe ji dest dane û 34 hezar û 810 kes jî birîndar bûne.

Ligel ku 44 saet di ser erdhejê re derbas bûne jî bi hezaran kes di bin kavilan de ne û destê alîkariyê negihîştiye piraniya bajaran.

21.30

Li Rihayê zarokê 6 salî Mistefa benda rizgarkirinê ye

Li Rihayê jî di encama erdehejê de gelek avahî li navend û navçeyan hilweşiya û heta niha, 48’kesî jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 123 welatî birîndar bûn.

Li navenda Rihayê gelek avahiyan lêgerin qedya û dû avahiyan, avahiya li cadeya Îpekyolu û ya li taxa Yenisehir a navçeya Halilye lêgerîn berdewam dike. hejmara kesen ku di bin avahiye de mane naye zanîn. Xizmên kesen ku di bin enkaze de mane jî li ber enkaze agir vexistine û benda rizgarkirinê ne. Meta Mustafa Abak ê 6 salî ku li ber enkaze bû bi lêv kir ku biraziyê wê, bira û birajna wê di bin enkazê de ne.

Her wiha lêgerîna avahiya li cadeya Îpekyolu jî berdewam dike û hejmara kesen di bin kavilê de mane ne diyar e. Nêzî 40 saetan e kesên ku di bin kavilê de mane li benda rizgarkirinê ne.

19.55

Dengê dayika Elîf a 90 salî ya di bin kavil de hat birîn

Bîlançoya erdhejên bi şideta 7,8 û 7,7 a li Dîlok û navçeya Bazarcix a Gurgumê, her ku diçe girantir dibe. Hîna agahî ji bi deh hezaran welatiyên di bin kavilan de nayê girtin, şert û mercên hewayê jî xirabtir dibin.

Hat zanîn ku li Meletiyê 166 kesan jiyana xwe ji dest dane û 3 hezar û 298 kes jî birîndar bûne.

PEYWENDÎ BI SEDÎ 90’Ê GUNDAN RE NÎN E

Li Meletiyê ji ber berfa zêde, li gundên Akçadag, Poturge û Doganşehîrê peywendî bi sedî 90’ê gundan re nîn e. Tevî ku du roj di ser erdhejê derbas bûne jî rêyên gundan ên ji ber berfê hatine girtin, hîna nehatine vekirin. Hat zanîn ku li gund û taxan zêde zerar çêbûye û bi dehan mirov di bin kavilan de ne.

JI 600 XANIYAN TENÊ 10 MAL HILNEWÎŞÎNE

Li taxa Oren a bi 600 xaniyî ya Meletiyê, piştî du roj di ser erdhejê derbas bûn, rê hatin vekirin. Li taxa bi 600 xaniyî hemû xanî hilweşiyane û bi tenê 10 mal mane hilneweşiyayî. AFAD hîna neketiye taxê. Xelk diyar dike ku bi dehan mirov di bin kavilan de ne.

JINA 90 SALÎ HÎNA DI BIN KAVILAN DE YE

Li taxê hema bibêje hemû mal hilweşiyane, şêniyan diyar kir ku hîna mirov di bin kavilan de hene. Şêniyan ji bo xwe kon vedane. Hat zanîn ku jina 90 salî ya bi navê Elîf ku tu kesê wê nîn e, di bin mala xwe ya hilweşiyayî de maye. Piştî ku mala dayika Elîf hilweşiyaye, niştecihên taxê bi hewil daye û bi derfetên xwe dest bi lêgerînê kiriye. Hat gotin ku di roja yekem a erdhejê de dengê dayika Elîf hatiye bihîstin, lê ber bi şevê ve deng qut bûye.

19.39

Îstgehên neftê sotemeniyê nadin

Komek dilxwaz ku ji bo alîkirinê çû navçeya Samandagi ya Hatayê, îşaret bi xemsariya dewletê kir û wiha bertek nîşan da: “Em hatin ji bo alîkariyê. Alîkarî şandine. Ne cendirme ne polîs, tu kes nabe alîkar. Bi tenê xelkê Edeneyê dibe piştgir. Em a wisa li vir in. Em niha li hêviyê ne ku ji botê dakevin. Me sotemenî divê. Neft nîn e di erebeyan de. Îstgehên neftê jî nadin.“

19.30

Li Semsûrê ciwanek piştî 37 saetan ji bin kavilan bi saxî hat derxistin

Li Semsûrê  ku bi sedan avahî hilweşiyane, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên welatiyan û hin tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên di nava rojê de hatin bajêr, didomin. Li bajêr ku di bin gelek kavilan de mirovên sax hene, piştî welatiyan agahî dan li Yenîmahalleyê li nav kavilên avahiyeke sê qatî xebat hatin destpêkirin. Piştî 37 saetan ciwanê bi navê Mert Kamer bi saxî ji bin kavilan hat derxistin.

Hat hînkirin ku bavê Kamer û du cîranên wan jî duh ji aliyê welatiyan ve ji bin kavilan bi saxî hatine derxistin û hê jî 3 kes di bin kavilan de ne.

18.54

Xelkê Hatayê: Mirî û saxên me tev di bin kavilan de ne

Li Îskenderûn, Arsûz, Belen, Antakya, Defne, Samandag, Reyhanli û Kirikhan ku navçeyên Hatayê ne, bi sedan avahî bûne kavil. Ekîb li seranserê bajêr ketine hewila derxistina mirovan ji bin kavilan. Hat ragihandin ku di morgên du nexweşxaneyên Îskenderûnê de cih nemaye, cenazeyên ji bin kavilan tên derxistin, bi saetan li benda wesayîtên cenazeyan tên hiştin.

Xelkê bi derfeta xwe kon vegirtiye, xwe daye bin ya jî agir dadaye û xwe daye ber. Kesek bertek nîşanê nebesiya xebata lêgerîn û xelaskirinê da, got: “Tu alîkarî nîn e. Bi derfeta xwe em ketina hewila dîtina hewcedariyên xwe. Me nekarî xwe bigihînin tu rayedarî/ê. Ne nan heye ne av. Tu hewcedariyeke me nayê dîtin. Dewlet li Îskenderûnê nîn e.“

Li Arsûzê kesek ku piştî erdhejê bi 8 saetan bi şûn de ji bin kavil hat derxistin, wiha bertek nîşan da: “Bi tu awayî alîkarî ji me re neşandine. Dengê me naçe tu derê. Mirî û saxên me tev di bin kavilan de ne. Zarok û hevsera min hêj jî di bin kavil de ne lê kes nabe alîkar.“

‘EM HEMA MIRIYAN BERHEV DIKIN’

Li Îskenderûnê yên di nav koma lêgerîn û xelaskirinê de jî got: “Tu alav û amûr nîn in, kesek ku bi zanebûn bixebite nîn e. Em hema miriyan berhev dikin ji bin van kavilan. Li her derê kavil in.“

18.33

Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo Semsûrê hatine şandin bi têrî nakin

Di encama erdhejên Mereş û Dîlokê de li Semsûrê bi sedan avahî hilweşiyan. Tevî vê yekê jî tîmên lêgerîn-rizgarkirinê piştî 36 saetan li bajar hatin veguhestin. Xelkê bajar jî tev li xebatan dibe û niha xebat li ser xerabeyên ku dengê mirovan lê tên didomin.

Li Taxa Nû ya bajar jinek ji bin xerabeyan hate derxistin lê piştre jiyana xwe ji dest da. Her wiha ji bo rizgarkirina ciwanê bi navê Mert Kamer jî xebat tên domandin. Hat ragihandin ku hejmara tîmên ji bo bajar hatine veguhestin û alavên pêwîst kêm in lewma jî xebatên lêgerîn-rizgarkirinê pir zehmet derbas dibin. Hat zanîn ku tîmên rizgarkirinê ji gel çenteyên destwerdana ewil kirine.

18.17

Li Marmara û Egeyê seferberiya alîkariyê

HDP’ê ji bo rêxistinên Stenbol, Kocaelî û Bûrsayê bişîne herêma erdhejê, kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Xwarin, kel û pelên jiyanî yên di kampanyayê de hatine komkirin, ber bi Amed, Riha, Meletî, Xarpêt, Mereş, Osmaniye, Mêrdîn, Edene, Hatay û Semsûrê ve hatin şandin. Xelkê eleqeyek zêde nîşanî kampanyayê da. Di kampanyayê de, xwarinên zuha, cilên nivistinê, betenî, mont, bot, cih û bergên zivistanê yên nehatine bikaranîn, gure, lepik, sopeyên bi elektirîk, fenerên bi dest û her wiha kel û pelên pêwîst hatin komkirin û hatin şandina herêmên erdhej lê qewimîne.
Rêxistinên civakî yên sivîl û rêxistinên bajêr ên HDP’ê kampanyaya alîkariyê didomînin û bang li welatiyên ku bixwazin piştevaniyê bikin, kirin ku bila bi rêxistinên bajêr û navçeyan ên HDP’ê re bikevin nava peywendiyan.

18.13

Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 4 hezar û 544’an

AFAD’ê daxuyand ku di erdhejên navenda wê Mereş e li tevahya bajarên erdhej lê qewimî ye 4 hezar û 544 kesan jiyana xwe ji dest dane. AFAD’ê diyar kir ku 26 hezar û 721 kes jî birîndar bûne û hejmara avahiyên hilweşiyane jî derketiye 5 hezar û 775’an.

18.11

Operatorên kepçeyan li têketina Hatayê hatine sekinandin

Operatorên kepçeyan ku endamên Sendîkaya Kar a DevYapı ya girêdayê DÎSK’ê ne û ji bo lêgerîn û xelaskirinê çûne, vîdeoyek parve kir ku li têketina Hatayê hatine sekinandin. Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Kar a DevYapi’yê Nîhat Demîr, dibêje ku ji ber kêmasiya koordînasyonê endamên xwe yên ku organîze kirine, nikarin xwe bigihînin cihê erdhej lê qewimiye. Demîr, dibêje ku her kêliya heyî bi qîmet e û destnîşan dike ku divê bihêlin operatorên kepçeyan xwe bigihîhinin ser kavilên erdhejê.

18.00

Qêrîna Semsûrê

Li Semsûrê qêrîna dayikek ku ji bo xizmên xwe yên di bin kavilan de hewar dike.

17.48

Şaredariya Silopiyayê ji bo mexdûrên erdhejê, seferber bûye

17.45

Rêxistina HDP’ê ya Geverê bang kir

Rêxistinên HDP, DBP û Çepgir a Kesk ên li Geverê bi mexdûrên erdhejê re kampanyaya alîkariyê dimeşînin, bang li xelkê Geverê ku alîkariyên xwe bigihînin Rêxistina HDP’ê ya Navçeyê. Alîkariyên ku wê werin komkirin, wê werin gihandina mexdûrên erdhejê yên li Semsûrê.

17.38

Wesayîta alîkariyê ya Şaredariya Panosê hat desteserkirin

Şaredariya Panosê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) du rojin ji bo cihên erdhej çêbû xwurek û malzemeyên xwe gerimkirinê kom kirin lê ji ber Rewşa Awarte (OHAL) destûr nehate dayîn. TIR careke din şandin navenda navçeyê. Hevşaredarê Panosê Emrah Kiliç têkildarî astengkirinê de wiha axivî: “Tişrek ji şaredariyên AKP’î re nayê gotin lê alîkariyên me tên astengkirin. Destûr nayê dayîn ku malzemeyên bi keda gelê Panosê hatin komkirin û divê bilezgînî bên şandin, bişînin. Miduriyeta polîsan ji me re got ku hûn nikarin alîkariyê bixwazin. Dîsa jî ji bo ku ev alîkarî biçe tişta ji destê me bê em ê bikin.”


         


        

17.31

Li Elbistanê kesên di bin kavilan de, li bendê ne ku bên rizgarkirin

17.29

Sancar li Hatayê ye: Hilweşîn heye, êş heye lê dewleta tune ye

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar serdana Edene û Hatayê kir. parlamenterên HDP’ê Tulay Hatîmogûllari, Zuleyha Gulum, Huseyîn Kaçmaz, Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu, Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce, Cîgira Serokatiya Giştî ya Partiya Şoreşger Gamze Taşçi û hevserok û rêveberên Edene û Mêrsînê bi Sancar re bûn. Sancar hilweşîna ku li Taxa Armûtlû ya Antakyayê qewimî çavdêr kir û bi mexdûrên erdhejê re axivî. Mexdûran diyar kir ku bajar bi tenê hatiye hiştin û bertek nîşanî hikûmetê dan. Sancar li vir axivî û wiha got:

“Dema ku mirov tê vir bandora erdhejê hîn rasterastir, dikare bibîne. Me jî bi çavên xwe dît, êş û hilweşîne gelek e û bajar bê xwedî ye. Em herêmên ku çûyînê me gelek kavil lê dîtin, lê xebatên rizgarkirinê tune ye. Av nîne, kon nîne, nan nîne, xwarin nîne. Dewlet û desthilatdarî li vir tune ye. Êş heye, hêrs heye. Em hewl didin bi derfetên herî mezin alîkariyê bidin. Lê tê xwestin ku alîkariyan bi her awayî asteng bikin. Em bang li gelê xwe dikin ku dest bidin destê hevdû. Eger tedbîr hatiban girtin, xebatên alîkariya lezgîn û mudaxeleyan bi lez hatiba organîzekirin, ev qas windahiyên canî çênedibûn.”

Sancar û şandeya pê re, piştre çûn Samandagê û lêkolînên xwe domandin.

17.12

Li Şirnex û Cizîrê xebatên alîkariyê

SIRNEX

CIZÎRA BOTAN

 

17.03

Alîkarî ji Êlih û Sertê hat şandin 

3 TIR zexîre û hewcedariyên bingehîn ên ji bo jiyanê ku bi armanca piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re ji aliyê rêxistinên civakî yên sivil û rêxistinên HDP’ê yên Êlih û Sêrtê ve hatin berhevkirin, ji bo Semsûr û Meletiyê hatin şandin.

Dilxwaz jî ji bo di kavilên erdhejê de bixebitin li TIR’an siwar bûn. Rêxistinên civakî yên sivîl û rêxistinên HDP’ê, da zanîn ku kampanyaya alîkariyê berdewam e û banga danîna têkiliyê bi rêxistinên bajar û navçeyan re kir. 

16.59

HDP li Amedê ji bo mexdûrên erdhejê koliyên alîkariyê amade dike

16.55

Li Îskenderûnê ji bin xirbeyan xebatên rizgarkirinê dewam dikin

16.50

SSGEOS’ê got, dibe ku cardin erdhej rabibe

Li gor daxuyaniya Lêkolîna Geometriyê ya Pergala Rojê (SSGEOS) hat diyarkirin ku roja 8’ê Sibatê dibe ku li heman cihî bi îhtimaleke mezin hin aktîvîteyên sîsmîk ên pileya xwe 6, biqewimin û wiha hat gotin: “Bi hindikahî be jî heye ku erdhejeke hêj mezintir rabibe. Erdhejên ji ya pêş piçûktir li naverasta Tirkiyeyê berdewam bin û pileya wan bigihîje 5 û 6’an.“

Di heman daxuyaniyê de ev rêje hatin destnîşankirin;

Ji %60 dibe ku bi 6-6.4

Ji %50 dibe ku bi 6.5-6.9

Ji %50 dibe ku bi  7.0-8.4

Ji %40 dibe ku bi 8.5 pileyan û zêdeyê van pileyan 8’ê Sibatê erdhej rabibe.

16.53

Semsûr

16:46

Baroya Amedê dest bi kampanyaya alîkariyê kir

Serokatiya Baroya Amedê li bajarên ku erdhej lê qewimîne ne, dest bi kampanyaya piştevaniyê kir û li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal, numareya xwe ya hesabê bankayê parve kir.

Baroyê li ser hesabê xwe yê fermî ev tişt ragihand: “Bi armanca pêşwazîkirina pêwîstiyên ku piştî erdhejê çêbûne, hûn dikarin li ser hesabê jêr alîkarî bidin.

Serokatıya Baroya Amedê,

TR37 0003 2000 0000 0080 4553 23”

16:16

Di der barê rojnamevanan de lêpirsîn hat vekirin

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di derbarê Rêveberê Weşana Giştî TELE1 û nivîskarê BîrGunê Merdan Yanardag û rojnamevan-nivîskar Enver Aysever de, lêpirsîn vekir. Lêpirsîn di çarçoveya madeya 216’emîn a TCK’ê de ji ber gotinên rojnamevanan ên têkildarî erdheja navendî ya li Mereş û Dîlokê bi îdîaya “Gel tehrîkî hêrs û dijminahiyê kirin” hat vekirin.

16:14

Dewleta Tirk hewl dide ku kampanyaya alîkariyê ya HDP'ê ya li Elkê asteng bike

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê ji bo mexdûrên erdhejê bi avakirina koordînasyona krîzê li 5 navçeyan kampanyaya piştgiriyê da destpêkirin. Li Elkê qeymeqam û polîsên navçeyê li rêveberiya HDP’ê geriyan û gef li wan xwarin ku eger alîkarî kom bikin dê der barê wan de lêpirsîn bê destpêkirin. Polîsan rê li HDP'ê girtin ku alîkariyê kom bike. Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Elkê Ferhat Temel diyar kir ku kampanya komkirina alîkariyê hatiye astengkirin. Temel diyar kir ku ew hê jî bi hevkariya baroyê kampanyayê dimeşînin û ji raya giştî xwest ku piştgiriyê bidin kampanyayê.

15:54

Colemêrg bi hawara mexdûrên erdhejê de çû

Gelê Colemêrgê li kampanyaya alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê hat destpêkirin, bû xwedî. Xelk zexîre, hebanê razanê, betanî, mont, bot, cilên zivistanê yên nû, bincil, gore, kum, stûpêç, lepik û gelek potikên zarok, potikên jinan, xwarina zarokan, sobeyên bi ceyranê dişuxulin, fenerên destan û gelek alav û amûrên bingehîn ên ji bo jiyanê, bexşê mexdûrên erdhejê kirin.

15.50

Li Edeneyê gel bertek nîşanî wezîrê AKP'yî da

Wezîrê Çandinî û Daristanan ê AKP’ê Vahît Kîrîşçî hat Edeneyê. Gel ji wezîr re wiha got: “Tu kes nehat vir. Piştî 50 saetan nû hat hişê we ku hûn werin vir? We vîncek jî neanî, vîncek jî…” Gel wezîr protesto kir.

15.43

Piştevaniya jinên girtî bi mexdûrên erdhejê re

Girtiyên Girtîgeha Jinan a Sîncarê, bi rêya malbatên xwe, pirsa gel kir. Jinan da zanîn ku roja erdhej çêbûye, gardiyanan girtiye ser odeyên wan  û tişt miştên wan belav kirine û ev tişt gotin: “Em meraqa malbatên xwe dikin ku erdhej li wan rabûye, ji wê boneyê me serî li rêveberiya girtîgehê da, girtin ser odeyên me û dest dan ser alav û amûrên me. Me, jinên girtî, biryar da ku alav û amûrên hîjyenê yên jinan, potîkên pitikan û betaniyan bişînin ji xelkê xwe re ku mexdûrê erdhejê ye. Bi hindikahî be jî em dixwazin bi xelkê xwe re bibin piştevan.“

15.42

Heyva Sor a Kurd: Em amade ne bi derfetên heyî alîkarî bikin

Heyva Sor a Kurd di der barê rewşa li Staydyoma 12’ê Adarê ya Qamişloyê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî ji hêla Hevserokê Heyva Sor a Kurd Dixtor Hesen Mihemed Emîn ve bi zimanê Kurdî û Erebî hat dayîn.

Dixtor Hesen Mihemed Emîn bibîr anî ku 6’ê Sibatê (2023) li bajarê Mereş ê Bakurê Kursistanê erdhejên mezin çêbûne û li piraniya Bakurê Kurdistanê, Sûriye û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bûye sedema hilweşîn û windahiyên canî.

Hesen Mihemed Emîn da zanîn ku di erdhejê de gelek ziyanên canî û madî çêbûne, lewma Heyva Sor a Kurd bi hevkariya şaredariyên gel, Desteya Tenduristî, meclîsên bajaran û hêzên parastinê ji bo alîkariya mexdûran ketiye nava liv û tevgerê.

Hesen Mihemed Emîn diyar kir ku wan di vê çarçoveyê de li gelek cihên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê navendên bi ewle hatine diyarkirin, li van deran kon hatine vedan, alîkariya tenduristiyê tê kirin, ekîbên tenduristiyê û ambulans 24 saetan ji bo xizmetê amade ne. Hesen Emîn got ku di van konan de her wiha pêwistiyên jiyanî tên pêşwazîkirin.

Dixtor Hesen Mihemed Emîn destnîşan kir ku wan ji bo gelê Helebê jî alîkarî şandiye.

Dixtor Hesen Mihemed Emîn banga lezgîn li tevahî saziyên navneteweyî yên eleqedar kir ku ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên jiyanî û dermanan xwe bigihînin Bakur û Rojhilata Sûriyeyê.

Dixtor Hesen Mihemed Emîn da zanîn ku saziyên navnetewî dikarin bi riya Heyva Sor a Kurd xwe bigihînin cihên erdhejê, bi taybet xwest ku alîkariya gelê taxa Şêxmeqsud a Helebê bê kirin.

Dixtor Hesen Mihemed Emîn di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku eger bê xwestin ew amade ne alîkariya mexdurên erdhejê yên li herêmên di kontrola Hikûmeta Şamê de.

15.29

UNESCO: Ji bo avahiyên dîrokî yên di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê de pispor hatine seferbekirin

Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Perwerdehî, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) Audrey Azoulay, têkildarî avahiyên dîrokî yên ji ber erdhejên Mereş û Dîlokê hilweşiyane daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bajarê kevn ê Heleba Sûriyeyê û Sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê texrîb bûne.

XIRABREŞK

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Keleha Dîlokê, Baxçeyên Hewselê û hin avahiyên li Qada Peyzaja Çandî yên di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê de texrîb bûne û hatiye gotin ku dibe ku qadên din ên di Lîsteya Mîrateya Çandî de jî bandorê ji erdhejê bigirin. Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku ji xeynî herêma Xirabreşkê ya Rihayê, Çiyayê Nemrûdê yê Sûriyeyê û Meletiyê, qada arkeolojiîk a neo-Hîtîtê jî bi xetereyê re rû bi rû ye. UNESCO'yê di daxuyaniya xwe de destnîşan kiriye ku divê ev herêm demildest bên parastin.

15:24

Koordînasyona Krîza Erdhejê ya HDP’ê banga seferberiyê li gel kir

Li ser navenda Navenda Koordînasyona Krîza Erdhejê ya HDP’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî bi Malbatên Girtî û Hikumxwarî re ya Med’ê (MED -TÛHAD-FED)Safiye Akdag, li ser bandora erdhejê, agahiyên wergirtine, çavdêrî û astengkirina hikûmetê, daxuyanî da.

BANGA ALÎKARIYA BI ALAV Û AMÛRAN

Hevseroka Med-Tûhad-Fed’ê Safiye Akdag wiha axivî: “Ji koordînasyona krîzê li her dera erdhejê bandora xwe kiriye heval lê hene. Alîkariya bi her awayî dikin. Banga me li xelkê me ew e ku bibe alîkar, divê tiştên hewce bên standin. Divê alîkariya bi fenera destan, sobe, mamaya sebiyan, potikên sebiyan, ped û cilên zivistanê, bê kirin. Ji wê boneyê em li ser navê koordîsyanê bang dikin.“

‘DESTHILATDARÎ KARESAT ZÊDE KIR’

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî li ser navê Koordînasyona Navenda Krîzê ya HDP’ê wiha axivî: “Tiştê ku karesat yekcar pê mezin dibe ew e ku desthilatdarî dest di bûyeran wer nade. Du roj in hêj gelek mirov di bin kavilan de ne. Ev nîşaneyeke diyar e ku bi erka xwe ranabe.  Bi koordînasyonên navendî, bajarî û navçeyî ku ji roja destpêkê ve HDP’ê û saziyên me yên din ava kir, seferberî hat kirin.“

Ozturk destnîşan kir ku komeke ji pênc kesan pêkhatî ya AFAD’ê heye, nehiştine ku ji Koordînasyona Krîzê ya Navendî 15-20, belkî zêdetir kes bixebitin, rû bi rûyê astengiyan bûne.

Ozturk anî ziman ku divê AFAD û rayedar nebin astengî li ber alîkariya bi destên HDP’ê tê kirin û wiha got: “Her dema dibuhure zerar e. Yên nahêlin em bixebitin, desthilatzêde ne.“

15:23

Dîmenê gelê Reqayê yê ji erdhejê bandor bûne

15:21

Paylan: Em li dijî dem û sermayê têdikoşin

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan der barê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li bajêr de agahî da. Paylan diyar kir ku li bajêr pirsgirêka xanî heye û got: “Ew li dijî dem û sermayê têdikoşin û banga mezinkirina piştevaniyê kir.“

15:19

Malbata Şenyaşar jî tevlî xebatên alîkariya ji bo erdhejê dibin

Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê Hezîrana 2018’an de li Pirsûsa Rihayê ji malbata Şenyaşarê 3 kes qetil kiribûn. Dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar jî ji ber vê di 9'ê Adara 2021'ê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Malbata Şenyaşarê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal peyamek belav kir ku ji ber erdhejên li Bazarcixa Mereşê çêbûn û bandor li Rihayê jî kiriye, dê heya 13'ê Sibatê navberê bide çalakiya xwe û alîkariya mexdûrên erdhejê bike.

Peyama malbata Şenyaşar bi vî awayî ye: “Di encama erdheja çêbû de li welatê me karesateke çêbû. Em ê jî bi qasî ku ji destê me tê alîkariya welatiyên xwe bikin. Ji ber vê em ê heta 13’ê Sibatê navberê bidin çalakiya xwe. Dem dema alîkarî û duayan e.”

15.12

Pisporê erdhejê Hoogerbeets: Dibe ku erdhejek nû pêk were

Piştî karesata erdhejê, pisporê erdhejê têkildarî îhtimala qewimîna erdhejên nû, hişyarî kir. Mirovê zanyar ê Holandayî, Frank Hoogerbeets di daxuyaniya dayî de wiha got: “Di 8’ê Sibatê de îhtimal heye bi şîdeta 5 yan 6’ê erhej çêbibe.”

Lêkolînerê Hollandayî beriya erdheja ku 6’ê Sibatê li Kurdistanê qewimî, hişyarî dabû.

Frank Hoogerbeets ji lêkolînerên Solar System Geometry Sûrvey (Lêkolînerê Geometriyê yê Sîstema Rojê – SSGEOS) wiha got: “Geometriya Heyvê di rojên pêşiya me, bi taybet derdora 8’ê Sibatê bi îhtimalek mezin dibe bi şîdeta 6’ê erdhej pêk were.

15.07

MLKP: Budçeya wan ne ji bo gel e, ji bo şer e

Rêxistina MLKP/Kurdistanê wiha got: “Budçeyek a dewletên kapîtalîst a ji bo gel nîn e. Dewleta Tirk her roj mehtên xwe bi çêkirina balafirên bêmirov dike. Lê tevî ku çend saet jî derbas bûne, nikare xwe bigihîne qadên erdhejê.”

Di daxuyaniyê qala girîngiya piştevaniyê hat kirin û hat xwestin ku hikûmeta Şamê dawî li ambargoya li Helebê bîne.

15.06

Polîsan gef li rojnamevanan xwar

Rojnamevan kavila Navenda Kar a Galerîa a Diyar a bi 12 qat ku li ser Cadeya Elazig a li navçeya Yenî Şehîr a Amedê hilweşiya, dişopînin. Polîsên Tirk rojnamevan ji qadê dûr xistin. Polîsan çapemeniya alîgirê desthilatdariyê li qadê hişt û ji rojnamevanên ku di çapemeniya mûxalîf de dixebitin re, wiha got: “Em we li vir naxwazin. Rojnamevanên ku kaviya Apartmana Cengîzler a li Semta Tesîsan a girêdayî navçeya Rezanê dişopandin, ji qadê hatin dûrxistin.

Rojnamevanên ku agahiyan dişopînin, di GBT’ê de tên derbaskirin û gefan li mexdûrên erdhejê yên ku ji rojnamevanan re diaxivin, dixwin.

14:45

‘Sê zarokên min û hevjîna min dibin kavilan de ne, tu alîkarî tuneye!

Li Semsûrê kesekî ku 3 zarok û hevjîna wî dibin kavalan de maye, wiha got: “Ez ji Stenbolê hatim. Lê hîna tu alîkarî tuneye.

Ez hawar û rica dikim. Sê zarokên min û hevjîna min niha li vir (di bin xirbeyan) de ne. Ez ji Stenbolê têm vir, lê dîsa jî tu alîkarî li vir tuneye. Ez dipirsim, av jî nehatiye vir. Tu kes nehatiye lê nenêriye jî. Li vir deng heye yan tu neye tu kes tespît jî nake.“

14.38

Alîkarî naçe Semsûrê, gel bi derfetên xwe ketiye nav hewldanan

Jinek ku neviyên wê li Semsûrê di bin xirdeyê de mane, wiha got: “Piştî ku zarokên min çûn, ez çi ji alîkariyê bikim?”

Piştî erdheja navendî ya 6’ê Sibatê li Mereşê, hîna jî dîmen tên alîkarî neçûye gelek cihan.

Li Semsûrê di dîmenan de diyar dibe ku gel bi derfetên xwe hewl dide kesên di bin xirdeyan de mane derbixe.

Şêniyek ji bajêr, wiha got: “Ez niha li Semsûrê me. Li Taxa Kayalikê ne. Mixabin heta niha jî tu rayedar nîne. Gel bi derfetên xwe xebatên lêgerîna rizgarkirinê dimeşîne.”

Jinek ku neviyên wê di bin xirdeyan de mane, diyar kir ku 6 kes ji malbata wê di bin xirdeyan de mane û got ku piştî zarokên wê çûn, ew ê çi ji alîkariyê bike.

Şêniyek din ji bajêr wiha got: “Ev 24 saet in tu kes nehatiye.”

14:14

Azad Yalçinê 11 salî, pereyên ku berhevkirine bexşî Heyva Sor kir

Azad Yalçinê 11 salî ku li bajarê Dinslaken ê Elmanyayê dijî, ji bo zarokên di erdhejê de zirar dîtine hemû pereyên ku berhevkirine bexşî Heyva Sor a Kurdistanê kir.

14:09

Birîndarên li Hatay, Osmaniye û Islahiyeyê sewqî Mêrsînê hatin kirin

Birîndarên li bajarên Hatay, Osmaniye û navçeya Islahiyeyê ya Dîlokê ku ji bin kavilên erdhejê tên derxistin sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê hatin kirin. Li navenda Hatayê û navçeyên wê ceyran û av hatiye qutkirin. Şebekeyên telefonan jî nakişînin. Li ser rêya di navbera Îskenderûn û Hatayê de jî rê li çûnehata wesayîtan hatiye girtin.

Li aliyê din dîwarên Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê ku birîndar sewqê wê hatine kirin, ji ber erdhejê derizîne.

14:07

Tiryakî: Gel bi xwe birînên xwe dipêçe

13:47

Li Semsûrê gel nerazîbûn nîşan da, Walî jî bi wan keniya

Li Semsûrê gel ber bi walîtiyê ve meşiya. Girseya gel li ber walîtiyê bi dirûşma "Semsûr bê xwedî ye" nerazîbûn nîşan da. Nerazîbûna li hemberî walî li ser hesabên medya dîjîtal hate parvekirin. Walî jî bi girseya gel keniya.

13:34

Dîmen ji gundê Ordekdede yê Bazarcixê

13:33

Wêne ji Skenderûnê


         


        

13:23

Navê birîndarên li Amedê

Navê birîndarên li Amedê ji binê xirbeyê avahiyan hatin derxistin, hatin tespîtkirin. Li gorî Platforma Piştevanî û Parastinê ya Bajêr a Amedê û Ajansa Mezopotamyayê ku ji nexweşxaneyan wergirtiye, navê hin ji birîndaran wiha ye, rewşa wan a tenduristiyê baş e:

"MELEK CANPOLAT, METİN KILIÇ, ZÜLKİF AYDIN, ZEHRA DAŞÇI, SALİME TOPVAL, RECEP ÇİÇEK, SERKAN OKŞAMAK, GÜLAY ELALTUNKARA, GÜLSEREN VURANEL, NİZAMETTİN ADLIEL, SAKİNE KAÇAR, TUBA ÖZDEMİR, MUSTAFA KARAKEÇİ, YUSUF ALPKAYA, BÜŞRA BİRSEN, RASİME KARAKAŞ, MEVA SAYAN, NAHİDE KARAYILAN, ÖZGÜL CAN, MÜSBET GÜZEL, SADDAM BAL, MAHMUT ERDEM, HAMZA İŞLEK, EMİRCAN BEREKET, MURAT KURAL, SEVDA KARAKAŞ, ZELİHA DUMAN, M.EMİN EKİN, LEYLA BARAN, İZZET GÜNGÖR, ZEKİYE AY, NAHSAN ŞAHİN, ÇİĞDEM ŞENOL, ESRA AYHAN, DELAL TANRIKUT, GÜLLİ KARETEKE, SALİH BAYHAN, YUNUS EMRE GÜLŞEN, KEVSER BOZKUR, MEHMET YILDIZ,  HATUN KARATAŞ, BERİVAN KUZU, OZAN MERT, HALİL İBRAHİM YİĞİT, EYÜP OK, M.REŞİT KARA, SÜLEYMAN TARI, UMUT EYMEN KARADAĞ, İBRAHİM HALİL KIZILAY, VEDAT TEKİN, BÜŞRA DOĞRUER, SULTAN ERBAT, MEHMET ŞAH YAŞAR, NİSANUR İPEK, BÜŞRA BOZAN, LEYLA BAKİR, MUHAMMED RENAS ISIK, NURAY KAYA, HAKTAN REBER IŞIK, DİLAVER IŞIK, EMİRHAN UÇAR, MESUDE EKEN, ÇAĞLA UZUN, MEHMET EMİN ÇAKIL, MUSTAFA ÖZOĞLU, MİRAY SU HAN, MEHMET TAHA ÜNSAL, MUHAMMED ATEŞAL, AHMET SARGIN, MUHAMMED ARDA ÇELİK, TUBA PERİŞİK, AHSEN PERİŞİK, HAVA CEYLAN, ZEHRA KARATAŞ, VEYSİ DEMİR, DİLAN FİGEN, EKREM BOYLU, FERİT CENGİZ, NURHAN TAYFUR, SADIK ÖZÇELİK, MEHMET REŞİT KARA, ALİ HAMZA ÇAÇAN, MAKBULE CENGİZ, RAMAZAN YAŞAR DAĞTEKİN, AZİZ KARADAĞ, KİBAR YAKUT, MUHAMMED ARDA ÇELİK, YILDIZ CENGİZ, MEDİNE AKIN, AZİZ NART, İSLAM YILDIRIM, ONUR AKÇİÇEK, NEZAHAT KARADAĞ, HACI FİGEN, FERİDE FİGEN, RAFİYE ÇELEBİ, MAKBULE DURSUN, EMELCAN KOÇ, MERYEM DOĞAN, RAİFE ÇELEBİ, MURAT KURAL, EMİRCAN BEREKET, SEVDA KARAKAŞ, ZELİHA DUMAN, FATMA FİDAN, BİRGÜL DEMİRTAŞ, HANİFE İÇLİ, SÜLEYMAN KOYUNCU, EĞİT KARAMAN, MUHAMMED TAHA ÇINAR, ESRA KAYA, İBRAHİM HALİL SALIK, HATİCE GÜNDOĞDU, KİBAR ÖZTÜRK, HAYAT POLATTAĞ, YASEMİN YANIK, FATMA FİDAN, BİRGÜL DEMİRTAŞ, HANİFE İÇLİ, SÜLEYMAN KOYUNCU."

NEXWEŞXANEYA DEWLETÊ YA ÇERMÛKÊ

Nexweşên ji Nexweşxaneya Dewletê ya Çermûkê derketin û yên hatin sewqkirin wiha ne: "Hanifi Petekkaya, Mahmut Büyükbayram, Emine Demir, Efe Mirhan Doğan, Hacer Demirci, Filiz Vural, Cuma Dündar û Emre û Gizem Gözbaşı yên ji Semsûrê hatin anîn."

NEXWEŞXANEYA DEWLETÊ YA ERXENIYÊ

Li Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê jî bi giştî 100 kes hatin dermankirin. Navê yên hatin dermankirin wiha ne: "Melekşah Takdemir, Berivan Buğdaycı, İbrahim Korkmaz, Sibel Akbulut, Muhammet Onur Kaya,  Remziye Demir, Behçet Çetin, Rabia Deveboynu, Emine Zengin, Emine Biçer, İlayda Kan, Şeyda Demirci, Aziz Yakar, Abdülhalim İleri, Gülsün Tek, Beyda Tosun, Emrah Çelik, Medine Kınık, Edip Baran, Gülcan Gülsün, Nazim Kızmaz, Belina Yunak, İpek Yakgin, Bilal Yunak, Ali Bacak, Figen Deniz, Yeliz Kaya, Kibar Dinç, Eren Öz, Güzel Güney, Muhammed Akol, Meryem Güler, Hanifi Petekkaya, Yaşayan Polater, Asye Güler, Rukiye Güler, Duygu Fidan, Gizem Şahin, Asiye Yeşil, Erdem Bıçak, Songül Yoldas, Nazire Ergi, İrfan Taşdelen, Piroz Sarı, Naile Karadaş, Zerşin Pamuk, Hümeyra Barut, Fatma Umay, Nafiye Aydın, Bedri Papatya, Yahya Şeyh Ali, Mücahit Fırat, Nazife Yaşar, Remziye Erbey, Emine Başol, Fatih Emrullah, Hüseyin İçli, Hanife İçli, Seyyit Gökdere, Ramazan Kaya, Altan Erkol, Berivan Buğdaycı, Serkan Tortumlu, Mehmet  Meydin Aslan, Murat Alayunt, Burcu Kaplan, Züleyha Arık, Ramazan Çelik, Havva Alaca, Onur Yeşil, Turgut Zengin, Canan Erçifçi, Gamze Kaya, Aziz Emre Polater, Kerime Özçiçek, Muhammed Demirtaş, Nazife Yaşar, İbrahim Altın, Murat Çeri, Hakan Kaplan, Zübeyde Oruç, Zeynel Rüzgar Piynae, Oğur Ağar, Yudum Karadeniz, Sevim Sarı, İsmail Ernez, Hamide Yaman, Sıdıka Erol, Eyyüp Kılıç, Nuriye Kayar, Mehmet Kor, Mehmet Aydoğdu, Şahizade Cebeli, Murat Yücel, Ferhat Mete, Gökhan Ürü, Ağa Ürü, Ceren Çıtıl, Ruken Ece Güzel."

NEXWEŞXANEYA DEWLETÊ YA ÇUNGUŞÊ

Navê 9 kesên ji Nexweşxaneya Dewletê ya Çunguşê derketin wiha ne: "Abdullah Bal, Mehmet Tüfenk, Yusuf Ay, Umeyr Katar, Hatice Turgut, Emine Dalgiç, Aysel Abak, Erhan Fidan, Emre Atar."

13:14

Dewleta Tirk Rewşa Awarte ragihand

Serokkomarê Tirk li herêma erdhejê Rewşa Awarte ragihand.

Serokkomarê Tirk diyar kir ku 3 hezar û 549 kesî jiyana xwe ji dest dane, 22 hezar û 168 kes birîndar bûne.

Lê belê tê gotin ku hejmara rastî qat bi qat zêdetir e.

13:05

Hezar malbat gihîştin Şehbayê

Ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê û deverên din ên Helebê nêzî hezar malbat gihîştin Kantona Şehba û Şêrawayê. Malbat li Kampa Berxwedanê, Kampa Serdemê, gundên Aqîbê, Ziyaretê, Bênê, Xirêbkê, Kiştear, Meyasê Başemrê û Birc Qas hatin bicihkirin.

13:03

Ji Îslahiyeyê dîmenê erdhejê

13:02

Dîmenê serdana heyeta HDP'ê ya li Semsûrê

12:41

HDBH: Desthilatdariya AKP-MHP'ê mirinê ferz dike, gel bi hêza xwe têdikoşe

HBDH'ê têkildarî erdheja li Kurdistanê daxuyaniyek da û got, "Desthilatdariya AKP-MHP'ê gel di nava lepên mirinê de dihêle. Gel jî bi hêza xwe têdikoşe."

HBDH'ê diyar kir ku desthilatdariya faşîst û Erdogan careke din teşhîr bûye û got, "Gelê me yê xizan wê êşên erdhejê bipêçe û hesab bipirse. Erdheja gel jî wê desthilatdarî û qesra AKP'ê ya faşîst bi serê wan ve birûxîne."

12:35

Heyeta HDP'ê li qadên enqazê serdana gel kir

Heyetek ji HDP'ê ku Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê Êlihê Nejdet Îpekyuz, parlamenterên Amedê Remziye Tosûn, Garo Paylan û Dersim Dag, her wiha rêveberên HDP'ê yên bajêr di nav de bûn, serdana gel kir ên li qadên erqazê ne. Heyeta HDP'ê piştre sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.

12:33

RTC: Dibe ku erdhejê bandor li 23 milyon kesî kiribe

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (RTC) ragihand ku erdheja li Mereşê rû da dibe ku bandor li 23 milyon kesî kiribe.

Ji rayedarên rêxistinê Adelheîd Marschang di civîna Konseya Rêveber a RTC'ê de axivî û got, "Nexşeyên têkildarî bûyerên îşan didin ku dibe ku bandor li 23 milyon kesî kiribe ku nêzî 5 milyon ji wan bêparastinin."

Midûrê Giştî yê rêxistinê Tedros Adhanom Ghebreyesûs jî anî ziman ku ew malzemeyên alîkariyê yên lezgîn bi rê dikin û diyar kir ku bi taybetî têkildarî herêmên agahî jê nayên girtin ew bi fikar in.

12:30

Şêniyên Kobanê: Em bi her awayî bi gelê xwe yê Bakurê Kurdistanê re ne

12:22

Çend wêne ji Bazarcixê


         


        

12:08

Xelkê Silêmanî ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê seferber bûye

12:00

Heyeta HDP û DBP'ê serdana Bazarcixê kir: Em ê piştevaniyê xurt bikin

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlamenterên HDP'ê Sezaî Temellî, Fatma Kûrtûlan, Mehmet Ruştu Tîryakî, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Zeynel Ozen, Mahkût Togrûl û Mûrat Sarisaç li gel rêveberên partiyê serdana navçeya Bazarcix a Mereşê kir ku navenda erdhejê bû.

Piştî ku heyetê lêkolîn li navçeyê kir, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz daxuyaniyek da û anî ziman ku li her devera ew çûnê, avahî tune bû ku xera nebûbû û xisar lê nebû bû.

Salîha Aydenîz ragihand ku di binê xirbeyan de hîn mirov hene, lê karek nayê kirin û got, "Rê û rezîdansên ku desthilatdariyê timî pê pesnê xwe dida, destpêkê ew hilweşiyan. Mirov niha hewl didin bi derfetên xwe mirovên di binê xirbeyan de rizgar bikin. Tiştekî bi tenê nîne ku ev desthilatdarî dike. Weke heyeta HDP'ê em ê li her derê piştevaniyê xurtir bikin û li van deran bin. Heyetên me niha li herêmên erdhejê ne. Rêxistinên me yên bajar û navçeyan alîkariyê kom dikin. Em ê piştevaniyê mezin bikin."

11:54

Sûcû: Ji bilî gel, kes karekî rizgarkirinê nake

Ji Maseya Krîzê ya Meletiyê ya HDP'ê Hasan Basrî Sûcû diyar kir ku bîlançoya AFAD têkildarî navenda bajêr, navçe û gundan eşkere dike, şaş e û got, "Ji doh ve em li hemû enqazan geriyan. Em çûn navenda AFAD'ê. Ji bilî karê ku gel xwe bi xwe dike, AFAD karekî nake."

11:52

Li Skenderûnê karên rizgarkirinê piştî 30 saetan destpê kirin

Li navçeya Skenderûn a Hatayê, karên lêgerîn û rizgarkirinê piştî 30 saetan hatin destpêkirin. Li taxa Çay a navçeyê hilweşîneke mezin çêbû, av û elektrîk qut bûn. Şêniyên navçeyê nerazîbûnê nîşan didin ku alîkarî bi navçeyê nayê kirin û tîmên têne şandin jî têrê nakin. Ji ber ku karên rizgarkirinê bi derengî destpê kirin, hejmara qurbaniyan jî zêde bû.

11:50

Rêveberiya Xweser a Kantonên Efrîn û Şehbayê: Deriyê me ji bo mexdûrên erdhejê vekiriye

11:35

Meclîsa Ciwanan a HDP'ê banga mezinkirina piştevaniyê kir

Meclîsa Ciwanan a HDP'ê diyar kir ku ji bo piştgirî û alîkariya bi mirovên bûne mexdûrê erdhejê seferberiya wan dewam dike û got, "Em ê birînên xwe bi hev re bipêçin. Em di wê baweriyê de ku em ê bi piştevaniyê heq ji vê felaketê jî derkevin. Di serî de ciwan em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku ji bo rizgarkirina mirovên di binê xirbeyan de mane, ji bo pêwîstiyên mirovên hewcedar, alîkariyê bikin.

Ji bo piştgiriyê bi rêya van nûmarayên telefonê 0552 032 5649 û 0553 096 0706 hûn dikarin xwe bigihînin Navenda me ya Koordînasyona Krîzê."

11:33

Di karesata erdhejê re rewşa dawî

Di encama erdhejê de ku li Mereşê rû da û bandor li 10 bajaran kir heta niha nêzî 4 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Li Mereş, Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Xarpêt, Osmaniye, Edene û Hatayê bi hezaran kes di binê xirbeyê avahiyên hilweşiyayî de mane. Tê gotin, tîmên rizgarkirinê têrker nînin, li gelek navçeyan ti karekî lêgerîn û rizgarkirinê jî nîne.

SEMSÛR

Li Semsûrê ku erdhejê bandora giran lê kir, karên rizgarkirinê nehatiye destpêkirin. Li bajarê û navçeyên wê ku bi sedan kes di binê xirbeyan de mane, şêniyên herêmê hewl didin bi derfetên xwe wan rizgar bikin. Li navçeyên Sergolan, Kolik û Beheştî hîn jî tîmên rizgarkirinê nîne. Ji gundên van navçeyan jî agahî nayê wergirtin. Xelkê bajêr şeva xwe di nava sermayê de li derve derbas kir.

DÎLOK

Li navçeya Îslahiye ya Dîlokê ku erdhejê bandoreke giran lê kir, tevî ku rojek di ser erdhejê re derbas bûye, karên lêgerîn û rizgarkirinê hînê nehatiye destpêkirin. Ji sedî 80 yê avahiyên navçeyê hilweşiyane.

MEREŞ

Li navçeya Bazarcix a Mereşê ku navenda erdhejê bû, şêniyên herêmê şeva xwe di bin baranê de li derve derbas kirin. Heta niha piştgiriyeke têrker ji şêniyên Bazarcixê re nehatiye dayin. Hîn jî gelek cenaze di binê xirbeyên avahiyan de ne. Li nvaçeya Elbistan û gundên wê, ti karekî rizgarkirinê nehatiye destpêkirin. Ji doh ve berf lê dibare û agahî ji gelek gundan nayê wergirtin. Gundî hewl didin bi derfetên xwe mirovan ji binê xirbeyan rizgar bikin.

MELETÎ

Li navenda Meletiyê û navçeya Şîroyê bi sedan avahî hilweşiyan, gelek kes di binê xirbeyan de mane. Şêniyên bajêr li benda alîkariyê ne ku heta niha karekî têrker ê lêgerîn û rizgarkirinê nehatiye destpêkirin. Li navçeya Arganê ku avahî hemû xera bûne karê lêgerîn û rizgarkirinê nehatiye destpêkirin. Bi ti awayî alîkarî negihîştiye taxa Orenê. Ji gelek gundan agahî nayê wergirtin.

AMED

Li Amedê ku 23 avahî hilweşiyan, karê lêgerîn û rizgarkirinê dewam dike. Tê gotin ku hejmara miriyan li bajêr 50 derbas kiriye. Her wiha nêzî 600 kes jî birîndar bûne. Platforma Piştevanî û Parastinê ya Bajêr a Amedê diyar kir ku 83 kes mirine, 759 kes birîndar bûne ku rewşa 19 ji wan giran e. Xisara li navçe û gundên Amedê hîn nediyar e.

RIHA

Li Rihayê û navçeyên wê gelek avahî hilweşiyan. Li navenda bajêr û navçeyên Hewag, Bêrecûk, Pirsûsê nêzî 60 avahî hilweşiyan. Hate ragihandin ku 43 kesan jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî 100 kes birîndar bûne. Şêniyên bajêr hewl didin bi derfetên xwe enqazê rakin. Ji gundan agahî nayê wergirtin.

HATAY

Ji gelek herêmên Hatayê hîn tîmên lêgerîn û rizgarkirinê nehatine şandin. Li bajêr ku bi hezaran kes di binê xirbeyan de mane, şêniyên herêmê şeva xwe li derve derbas kir. Hejmara kesên di binê xirbeyan de ne nayê zanîn. Ji gelek taxên navçeyê û bejahiyê agahî nayê wergirtin. Tîmên rizgarkirinê negihiştine herêmê.

EDENE

Li Edeneyê xisar li 11 avahiyan bû. Tê gotin, heta niha 50 kesî jiyana xwe ji dest dane. Şêniyên Edeneyê şeva xwe li derve derbas kir. Bandora erdhejê li gundên Edeneyê nayê zanîn.

OSMANIYE

Li Osmaniyeyê li gorî daxuyaniya dawî ya dewleta Tirk 131 kesan jiyana xwe jid est dan, bi sedan avahî hilweşiyan. Piştî 26 saetan kesek ji binê xirbeyê avahiyekê hate rizgarkirin. Ji herêmên bejahî yên bajêr agahî nayê wergirtin.

11:12

Li Amedê 3 cenazeyên ji binê xirbeyan hatin derxistin, hatin veşartin

Li navçeya Rezan a Amedê cenazeyên 3 kesên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan, hatin veşartin.

Cenazeyên Osman Başal, Alî Cengîz û Mûrat Cengîz doh bi şev ji binê xirbeyê avahiya li taxa Mevlana Halît a li navçeya Rezanê hatibûn derxistin.

Cenaze li Goristana Yenîkoyê hatin veşartin. Bi vî rengî hejmara cenazeyên li Goristana Yenîkoyê hatin veşartin bû 22 cenaze. Li ser daxwaza hin malbatan cenazeyên hin kesan li bajar, navçe û gundên derdorê têne veşartin.

10:46

Li 3 bajaran trafîka wesayitan hate rawestandin

Dewleta Tirk ji bilî wesayitên sewqiyatê û wesayitên wezîfedar trafîka wesayitan a ber bi Mereş, Hatay û Semsûrê ji bo 48 saetan rawestand.

10:45

Dîmenên ji nexweşxaneya Elbistanê

10:44

Komîteya Ekolojiyê ya KCK'ê: Em bang dikin ku di asta herî bilind de piştevanî bê kirin
Komîteya Ekolojiyê ya KCK'ê got, "Roj ew roj e ku di asta herî bilind de piştevanî bê kirin. Bêyî ku ji rejîma faşîst hêvî bikin, em piştevaniya civakî mezin bikin."

10:29

Li Amedê bîlanço giran dibe: 84 kes mirin, zêdeyî 750 kes birîndar bûne

Li Amedê, ji ber erdhejê 84 kesan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 759 kes birîndar bûn ku rewşa 19 ji wan giran e.

Bîlançoya erdhejên li Mereş û Dîlokê giran dibe. Her saet, rewş bêhtir nebaş dibe, hêvî kêm dibe. Erdhej jî dewam dikin.

Yek ji bajarên Kurdistanê ku erdhejê bandoreke giran lê kir Amed e. Li Amedê karê ji bo lêgerîn û rizgarkirinê dewam dike.

Li navçeyên Peyas, Rezan û Yenîşehîr, gelek kes ji binê avahiyên xerabûyî hatin rizgarkirin.

Li gorî daneyên dawî yên Maseya Krîzê ku ji aliyê Platforma Piştevanî û Parastinê ya Bajêr hate avakirin, 84 kesan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 759 kes birîndar bûn ku rewşa 19 ji wan giran e. Hate ragihandin ku li bajêr 23 avahî xera bûne.

10:21

Bang li mexdûrên erdhejê hate kirin ku berê xwe bidin Şehbayê

Hevseroka Meclîsa Kantonên Efrîn û Şehbayê Melek El Hisên bang li mexdûrên erdhejê yên li Helebê û herêmên din kir ku bên Şehbayê. Hisên bang li hikumeta Şamê jî kir ku ambargoya li ser Kantona Şehbayê bi dawî bike.

10:15

Li Elbistanê cenaze li hewşa nexweşxaneyê têne hiştin

Nexweşxaneya Dewletê ya Elbistanê bi taybetî jî beşa servîsa lezgîn ji ber erdhejê hilweşiya. Lewma cenaze li hewşa nexweşxaneyê têne hiştin. Tedbîreke cuda hînê nehatiye wergirtin.

Li Elbistanê gel bi şev li derve ma. Ji bo kesên bi saxî di binê xirbeyan de mane, hêviya rizgarkirinê her saetê kêm dibe.

Li navçeyê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê bi qasî ku tune bin, kêm e.

Li gundan jî ti rayedar nînin. Hin komeleyên gundan ên li Stenbolê alîkarî kom kirin û bi rê kirin.

10:06

Bulbul ê HDP'î bi gel re tevlî karê rizgarkirinê bû

Parlamenterê HDP'ê Kemal Bulbul ku serdana navenda bajarê Semsûrê kir, anî ziman ku gelek kes di binê xirbeyan de mane. Bulbul diyar kir ku avahiyek ji 4 qatî bi temamî hilweşiya ye û hîn jî kes ji avahiyê nehatiye derxistin. Bulbul ragihand ku tîmên AFAD'ê hîn nehatine û karê lêgerîn û rizgarkirinê nehatiye destpêkirin. Bulbul got, "Li Semsûrê tax bi temamî xera bûne. Avahiyên ku li ser piyan mane jî derizîne. Li vê derê ne şaredarî, ne qemyemqamî ne jî emniyet heye."

09:51

Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê bang kir

09:45

Li Hatayê bi hezaran kes di binê xirbeyan de ne

Li gelek herêmên Hatayê, hîn jî tîmên lêgerîn û rizgarkirinê nehatiye şandin. Bi hezaran kes li vî bajarî di binê xirbeyê avahiyên hilweşiyayî de mane. Bi deh hezaran kes bi şev li derve man.

09:44

Li Îslahiyeyê gel hewl dide mirovên di binê xirbeyan de ne rizgar bike

Li navçeya Îslahiye ya Dîlokê, ku ji sedî 80'ê yê navçeyê xera bû yan jî xisar lê bû, tîmên lêgerîn û rizgarkirinê hînê lê nîne. Li navçeyê, gel bi derfetên xwe hewl dide mirovên di binê xirbeyan de mane rizgar bike.

09:40

Li Sûriyeyê bîlanço giran dibe

Erdhejê bandoreke giran li bajarên Idlib, Heleb, Hama, Lazkiye, Tartûsê yên Sûriyeyê kir. Li gorî agahiyan li Sûriyeyê 1508 kesan jiyana xwe ji dest dane, bi hezaran kes jî birîndar bûne.

Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) ragihand ku li herêmên cuda yên Sûriyeyê herî kêm 1444 kesî jiyana xwe ji dest dane, herî kêm 3 hezar û 419 kes jî birîndar bûne.

09:38

CDK-F û TJK-F'yê banga lezgîn kirin

CDK-F û TJK-F'ê ji ber erdheja li Kurdistanê bang li Kurdên li Fransayê û dostên wan kir: "Hêviya alîkariyê ya ji dewleta Tirk bendewariyeke pûç e. Ji bilî civaka me, civakên me çareyek nîne ku em pê birînên xwe bipêçin."

Di daxuyaniyê de işaret bi kampanya alîkariyê hate kirin ku bi pêşengiya Heyva Sor a Kurdistanê hatiye destpêkirin û bang li gelê Kurd ê li Fransayê hate kirin ku bi xurtî tevlî vê kampanyayê bibin." Di daxuyaniyê de hate gotin, "Roj roja xwedîderketina li Kurdistanê ye, roja piştevanî, yekîtî û alîkariyê ye."

09:36

BOTAŞ gazê nade 3 bajaran

BOTAŞ ji ber erdhejê gazê nade Mereş, Dîlok û Hatayê.

Di daxuyaniya BOTAŞ'ê de hate gotin, "Ji ber xisara li xeta ragihandina gazê ya Mereş-Dîlokê, nikare gazê bidin Mereş, Dîlok, Hatay û navçeyên Bazarcix, Narli, Besnî, Golbaşi, Nûrdagi û Kirikhanê."

09:06

Li Sûriyeyê 769 kes ji ber erdhejê mirin

Erdheja ku doh li bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê rû da, bandoreke giran li Sûriyeyê û Lubnanê kir.

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê îro ragihand ku heta niha li bajarên Heleb, Hema, Lazîqiyê, Tartûs û gundewarên Idlibê 769 kesan jiyana xwe ji dest daye, hezar û 448 kes jî birîndar bûne.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ragihand ku ji ber erdhejê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û 57 kes jî birîndar bûne.

09:01

4 kesên têkildarî erdhejê parvekirin kirin, hatin destgîrkirin

Desthilatdariya AKP-MHP'ê li şûna ku mirovên di binê xirbeyan de mane rizgar bike, bi pey kesên li ser medya dîjîtal parvekirinan dikin, ketiye. 4 kes ji ber têkildarî erdhejê li medya dîjîtal parve kirin kirin, hatin destgîrkirin.

08:58

Li Semsûrê gel hewl dide mirovên di binê xirbeyan de mane rizgar bike

08:44

Li navçeya Şîro ya Meletiyê bi dijwariya 5.5 pileyî erd hejiya

Li gorî Rasatxaneya Kandîllî, li navçeya Şîro ya Meletiyê saet di 10:11'an de bi dijwariya 5.5 pileyî erd hejiya. Erdheja ku bi 5 kîlometreyan li binê erdê rû da, bandor li bajarên derdorê jî kir.

08:35

Parlamentera HDP'ê ya Amedê: Li bajêr 80 kesî jiyana xwe ji dest dan

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag li ser rewşa dawî ya li Amedê agahî da. Dersim Dag diyar kir ku li gorî agahiyên dawî yên gihîştine ber destê wan ew e ku 25 avahî hilweşiyane û derdora 80 kesî jiyana xwe ji dest dane.

08:27

Li Bazarcixê cenaze hîn jî di binê xirbeyan de ne

Li Bazarcixê ku navenda erdhejê bû, doh bi şev gelekî baran bariya. Karên lêgerîn û rizgarkirinê ji ber vê yekê hate rawestandin. Tevî ku karê rizgarkirinê ji nû ve destpê kir, têrker nîne. Li navçeyê gelek cenaze hînê di binê xirbeyan de ne.

08:10

KCÊ-E ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariyê kir

Bi navê sazî û rêxistinên Êzidiyan ên li Ewropayê Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) bi daxuyaniyekê banga xwedîderketina li mexdûrên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di serî de, kesên jiyana xwe ji dest dane, rahma Xwedê li giyana wan be, ji birîndaran re şîfa xêrê dixwazin. Êşa gelê me, weraniya bajar  û windahiyên gelê me dan, em gelekî êşandiye. Bi agahiyên dawî, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, kesên hîn di bin mal û avahiyên wêranbûyî de mane, her diçe zede dibe.

Beramberî vê êşa mezin, em piştevanî û xwedîderketina gel û dostên xwe ji bo maxdûrên erdheja giran rû da, silav dikin, serferbûn û alikariya her kesekî ku ji bo pêçandina birîn û êşa vî gelî rabûye ser piyan, weke nirxekî giranbuha dibînin.

Di vê meha zivistanê de, rewşa herî giran de, perîşaniya gelê li ber çava ye. Çendî ev rûdana karesatê xwezayî jî be, em baş dizanin ku sedema ku ewqas windahî û xisarê, berpirsê van  vê êşê rejîma dewleta Tirk bi xwe ye. Ji bo desthilatiya xwe, ji bo siyaseta xwe ya qirkirin û dagirkeriyê bimeşîne, li ser gelê Kurd şerekî taybet dimeşîne. Mirovên me ji gelek tiştan bêpar têne hiştin. Gelê me di bin şert û mercên herî zehmet de jiyana xwe bi rê ve dibin. 

Ji bo vê, em bang li gelê xwe, civaka Êzidî di serî de dikin, ku bi hemû derfetên xwe, li gelê me yê mazlum xwedî derkevin.

Di rewşa herî giran û dijwar de, bi karesata Fermana 2014 me wek civaka Êzidî xwedîderketina gelê yê Bakur û Rojavayê Kurdistanê qet ji bîr nekir. 

Gelê me bi hezaran mirovên civaka Êzidî di mal û warên xwe de bi cih kirin, bi serferbûnek wisa mezin me dît ku dema li hevûdin xwedîderketin hebe, ew çend hêz jî ava dibe. 

Rojên giran, barê giran bi xwedîderketina li hevûdin tên derbaskirin. Bi sedan xebatkar ji bo bermahiyên Fermanê xismetek bêhempa meçandin.  

Ev xismet, ev nirxê pîroz, hişt ku birînên me hindik be jî, bên dermankirin.

Di rastiyê de, gelê me bi gelek aliyan pir fedekar e, di xwezaya xwe de pir dilrehm û dilsozên gel û welatê xwe ne. Îro dem dema wê ye ku em li gelê xwe manewî û madî xwedî derkevin. Li her cihekî em lê dimînin, kîjan welat dibe, bila bibe, divê em jî xwe tevlî karê ji bo alikariyê bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de bang hate kirin ku alîkarî bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê bê kirin:

"Bi erk û berpirsyarî em li ser navê sazî û pêkhateyên Êzidî bang li hemû Kurdistanî, dostên xwe, bi taybetî jî li civaka xwe dikin, ku bi rêya saziya Heyva Sor a Kurdistanê alikariya xwe bişînin.

Heyva Sor a Kurdistanê e.V.    
Heyva Sor a Kurdistanê e.V.
Amanc: ERDHEJ ALÎKARÎ
Heyva Sor a Kurdistanê e. V.
Wilhelmstr. 12
53840 Troisdorf
Kreissparkasse Köln
IBAN: DE49 3705 0299 0004 0104 81
BIC/SWIFT: COKSDE33XXX
www.paypal.me/heyvasorakurdistane

07.51

Hejmara windahiyan zêde dibe

AFAD’ê ragihand ku hejmara kesên di erdhejan de jiyana xwe ji dest dane, gihişt 3 hezar û 381’ê û hejmara birîndaran jî derket 20 hezar û 426’ê.

Tê diyarkirin ku hejmara rast a kesên jiyana xwe ji dest dane, hîn zêdetir e.

07.47

Ji Şengalê ji bo erdhejê banga piştevaniyê

Komîteya Malbatên Şehîdan a Şengalê û Meclîsa Xweser, ji bo gelê Kurd ê ji erdhejê zirar dîtiye, banga piştevaniyê li xelkê Êzidî kir.

07.42

HDP: Niha dem dema piştevaniyê ye

Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî erdheja ku li Bakurê Kurdistanê qewimî, daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Me hemû derfet û hêza xwe ya ji bo alîkariyê, ji bikaranînê re vekiriye. Şaredariyên me ji bo welatî û koçberên ku ji afetê bandor bûyîne, 24 saetan her cûre xebatan dimeşînin. Em car din banga piştevaniyê li gelê xwe dikin! Niha dem dema piştevaniyê ye!”

07:26

Li Amedê gel şevê li kolanan man

Li Amedê piştî erdhejê pêwîstiyên gel nehatin pêşwazîkirin. Gel neçar man ku şevê li kolanan yan jî di wesayîtên xwe de bimînin. Xebatên rizgarkirinê di 7 kavilên avahiyan de didome. Tu pêwîstiyên gel nehatin pêşwazîkirin. 37 noqteyên bajêr weke cihê parastinê hat diyarkirin, lê ne pêwîstiyên parastinê û ne jî yên xwarinê negihiştin vir.

07.22

Li Sûrên Amedê hilweşîn

Li Sûrên Amedê ya di nava lîsteya Çandî ya Cîhanê ya Rêxistina Çand, Ziman û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de cih digre, hilweşîn pêk hat.

07.19

ESP a Kurdistanê banga piştevaniyê kir.

ESP a Kurdistanê di daxuyaniya dayî de, ev tişt diyar kirin: “Di erdheja ku piranî li bajarên Kurdistanê qewimî de, bi hezaran avahî hilweiyan. Welatiyên ku li cihên erdhej lê qewimî, dijîn bû bi rûyê çarenûsa xwe hatine hiştin. Divê gelê niha seferber bibe. Em ê van êşan bi piştevaniyê tune bikin. Em bang li gelê xwe dikin ku em hemû bi hev re birînên xwe bipêçin.

07.08

Ji Japonya û Îsraîlê Tîmên rizgarkirinê hatin Tirkiyeyê

Hikûmeta Japonyayê tîma rizgarkirinê ya 18 kesî şandin cihên erdhej lê qewimîne. Tîma 150 kesî jî ya ji aliyê Îsraîlê ve hatî şandin, gihişt Tirkiyeyê.

06:44

Li Sûriyeyê hejmara qurbaniyan zêde dibe

Li gorî çavkaniyên dewleta Sûriyeyê hejmara kesên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan gihîşt hezar û 300 kesî. Sûriyeyê her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî û dewletên endam kir ku karê lêgerîn û rizgarkirinê bimeşînin, xizmetên tenduristiyê, stargeh û xwarinê bikin.

06:42

Li Sergolanê bi dijwariya 5.6 pileyî erd hejiya

Li navçeya Sergolan a Semsûrê, vê sibehê erdhejekê rû da. Li gorî Rasatxaneya Kandîllî li navçeyê saet di 06:13'an bi dijwariya 5.6 pileyî erd hejiya. Erdheja ku bi 2.3 kîlometreyî li binê erdê qewimî, bandor li bajarên derdorê jî kir.

06:41

Serokê Odeya Tabîban a Semsûrê jiyana xwe ji dest da

Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) ragihand ku serokê dema beriya niha yê Odeya Tabîban a Semsûrê Dr. Şerîf Ayaz di binê xirbeyê erdhejê de maye û jiyana xwe ji dest daye. Di daxuyaniya TTB'ê de ku li ser hesabê medya dîjîtal hate parvekirin wiha hate gotin: "Serokê dema beriya niha yê Odeya Tabîban a Semsûrê Dr. Şerîf Ayaz ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest da. Em sersaxiyê ji malbat û xizmên wî, ji civata tenduristiyê re dixwazin."

Erdheja ku bi dema herêmî doh saet di 04:17'an il navçeya Bazarcix a Mereşê rû da, bandoreke giran li Dîlok, Meletî, Osmaniye, Amed, Riha, Edene, Semsûr, Hatay, Kîlîs, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelek bajarên Sûriyeyê kir. Bîlançoya vê erdhejê jî giran dibe.

Li gorî daxuyaniya AFAD'ê hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 2 hezar û 921 kesî. Hejmara birîndaran jî bûye 15 hezar û 834 kes.