Xelkê Silêmanî ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê seferber bûye

Xelkê Silêmanî ji bo mexdûrên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistan û Tirkiyeyê seferber bûye. Ji heft salî heta heftê salî alîkarî ji bo mexdûran dişîne.

Serê sibehê ji bo mexdûrên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyeyê alîkarî li Muzexaneya Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê tê komkirin.

Ji heft salî heta heftê salî şêniyên Silêmaniyeyê alîkariya xwe dibin navendê li wir tê tomarkirin û li gorî alîkariyê tê cihêkirin.

Ji pêwîstiyên jiyanî yên sermayê cilûberg bigire heta bi xurekê tê komkirin. Her wiha ev alîkarî hemû tê tomarkirin û dîsa di warê madî de jî sindoq hatiye danîn û tomarkirin. 

Şênî bênavber bi wesayîtên xwe alîkariyên xwe tînin Muzexaneya Emnesoreke. 

Li bendê ye ku çend rojan ev alîkarî bê komkirin.