Tiryakî: Gel bi xwe birînên xwe dipêçe

Mehmet Ruştu Tiryakî ê di nava şandeya HDP’ê ya ku li Bazarcixê lêkolînan dike, got ku lêgerînên rizgarkirinê û alîkarî têrker nîne.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, Fatma Kûrtûlan, Mehmet Ruştu Tiryakî, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Zeynel Ozen, Mahmût Toglûl û Mûrat Sarisaç li navçeya Bazarcix a Mereşê ku navenda erdhejê bû, lêkolîn kirin.

XEBATÊN LÊGERÎNA RIZGARKIRINÊ TÊRKER NÎNE

Mehmet Ruştu Tiryakî ji ANF’ê re axivî û ragihand ku di lêkolînên kirine de xebatên lêgerîna rizgarkirinê gelek bi sînor e û got: “Li gelek avahiyan xebatên lêgerîna rizgarkirinê ya AFAD’ê hebû. Lê li beşek mezin jî tu xebat nebûn. Avahî bi temamî hilweşayî ne û cenaze di avahiyan de hene. Me di çavdêriyên xwe de dît ku xebatek têrker nîne ku malbat herî kêm cenazeyên xwe bibînin. Rêxistinek civakî ya sivîl ji Marmarîsê hat û li avahiyekê xebat dimeşandin, lê wan jî di aliyê kel û pelên pêwîst de pirsgirêk jiyan.“

‘HEMA BIBÊJE QET KON TUNE NE’

Tiryakî wiha li axaftina xwe dewam kir: “Mirov nikarin bikevin avahiyan, ji ber ku piraniya avahiyan zirar dîtine. Lê ez dikarim bibêjim ku hema bibêje qet kon tune ne. Mirov bi derfetên xwe li wan derane. Her wiha di aliyê pêwîstiyên esasî de jî, pirsgirêkên cidî hene. Tu alîkarî piranî neçûne taxan. Li Navenda Mereşê bi sedan avahî hilweşîn. Li gelek kêm avahiyan xebatên lêgerîna rizgarkirinê tên meşandin. Mirov bi derfetên xwe hewl didin alîkarî bidin û xwe bigihînin xizmên. Hikûmetê bi milyonan mirovên ku ji erdhejê bandor bûne, tenê hiştiye. Gel bi xwe birînên dipêçe.“

‘ARTÊŞÊ XEBATEK ÇAWA MEŞANDIYE? ME NE DÎTIYE’

Tiryakî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Artêşê xebatek çawa meşandiye? Me ne dîtiye. Me fêm nekiriye ku artêş bi çi awayî hatiye seferberkirin. Li aliyekê dibêjin em xwe digihînin her derê, li aliyê din jî rewşa awarte radigihÎnin û ev yek zêde bi bawerî nîne. Bi rastî jî nekarîne xwe bigihînin tu derê. Her wiha nahêlin ku partiyên siyasî û şaredarî alîkariyê bidin. Li gelek cihan alîkariyên ku hatine komkirin, desteser kirine.”