Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê: Em gelê xwe ji bextê dijmin re nehêlin

Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê got, "Em gelê xwe ji bextê dijmin re nehêlin" û ji bo mexdûrên erdhejê banga xurtkirina piştevaniyê kir.

Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê ji ber erdheja li Mereşê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ji ber erdhejê li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, li Tirkiye û Sûriyeyê herî kêm 2 hezar û 500 kesî jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 13 hezar û 293 kes jî birîndar bûn.

Înîsiyatîfê diyar kir ku hîn jî bi hezaran mirov di binê xirbeyê avahiyên hilweşiyayî de ne û got, bi milyonan mirovên Kurdistanî ji ber hilweşîna xaniyan û rîska erdhejeke nû bi şev neçar man li derve bimînin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li gel şert û mercên giran ên zivistanê, desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst hewl daye tolê ji gelê Kurd hilîne û hate gotin, "Ji bajarên ku bi hezaran avahî lê xera bûn di bin navê AFAD'ê de tenê çend tîm hatin şandin û bi rêya wan propaganda kir. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst qirker ji bilî propagandayê hewldaneke cuda li van bajaran nekiriye. Berevajî propagandayê, hêzên desthilatdariya faşîst û dewletê tenê hewl dane ku nehêlin gel birînên xwe bipêçe."

Înîsiyatîfê diyar kir ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê polîs û leşkerên xwe, hemû rêxistinên xwe ji bo astengkirina kampanyayên piştevaniyê yên Kurdistaniyan û rêxistinên civakî seferber kiriye û got, "Alîkariya ku gel bi dilxwazî ji bo hewcedaran dişîne qedexe dike û bi vî rengî berê mirovan dide AFAD'ê ku rêxistiniyeke mêtinger e. Tevî ku 24 saet di ser erdhejê re derbas bû, vê rêxistiniyê alîkariyeke biçûk jî negihandiye herêmên erdhejê û mirovên pêwîstiya wan pê heye.

Ev sîstema faşîst a nemerdane ku erdhejê jî weke çekekê li hemberî gelê me bi kar tîne, bi ti awayî bi kêrî gelê me nayê. Bi navê Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê ti nêteke me nîne ku gelê xwe ji bextê dijminê faşîst re bihêle. Li Mereş, Dîlok, Riha, Semsûr, Meletî û deverên din ên Kurdistanê yên erdhejê bandor li wan kiriye, gelê me niha li benda alîkariya me ye.

Em ti astengî û qedexeya rejîma faşîst nas nakin. Ji bo alîkariyê bigihînin gelê xwe çi pêwîst be em ê wê bikin. Bi piştevaniyê em ê birînên erdhejê yên Kurdistaniyan hemûyan bipêçin. Em ê vê felaketê jî ji ser xwe bibihurînin. Ji bo vê jî divê her Kurdistaniyek destê alîkariyê bigihîne xelkê me yê li her bajarên erdhejê bandor li wan kiriye."

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin:

"Roj roja xurtkirina ruhê piştevaniyê ye, roja jiholêrakirina astengiyên faşîzmê ye, roja xwegihandina Mereş, Dîlok, Riha, Semsûr, Meletî, Amed û Hatayê ye. Divê gelê me bi ruhê seferberiyê bi madî û manewî bi gelê me re be ku erdhejê bandor li wan kiriye."