Dewleta Tirk li gundê Aşmê malekî welatiyan bombebaran kir: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Aşmê yê rojavayî bajarê Kobanê malekî welatiyan bombebaran kir. Di êrîşê de 7 zarok bi giştî 10 kes birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Aşmê yê rojavayî bajarê Kobanê malekî welatiyan bombebaran kir. Di êrîşê de 7 zarok bi giştî 10 kes birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker bi hawanan li gundê Aşmê yê rojavayî bajarê Kobanê malekî welatiyan bombebaran kir. Hate ragihandin ku di êrîşê de 7 zarok bi giştî 10 kes birîndar bûn.
Navê birîndaran wiha ye: Yûsif Cemal Derwîş (4 salî), Şîrin Silêman İsmaîl (5 salî), Avin Silêman Îsmaîl (2 salî), Mihemed Cemal Derwîş (8 salî), Xezalê Cemal Derwîş (2 salî), Heyfa Silêman Îsmaîl (35 salî), Sibah Silêman Îsmaîl (26 salî), Emina Cemal Derwîş (13 salî), Arin Cemal Derwîş (1 salî), Ehmed Îbrahim Derwîş (46 salî)
Li aliyê din dewleta Tirk a dagirker gundên nêzî Bendava Tişrînê û Qereqozaxê bi balafirên şer û balafirên bê mirov bombebaran kir.