Li Toulonê li dijî dagirkerî û komployê meşek bi heybet hate lidarxistin
Li bajarê Toulon ê Fransayê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên SSMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo azadiya Rêber Apo meşek bi heybet hate lidarxistin.
Li bajarê Toulon ê Fransayê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên SSMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo azadiya Rêber Apo meşek bi heybet hate lidarxistin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bi piştgiriya Meclisa Gelê Kurd a Draguignanê û beşdariya bi hezaran Kurd û dostên wan meşeke bi heybet li dar xist.
Meş li Ville de Toulonê destpê kir û timî bi berzkirina dirûşmeyên "Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne", "Jin Jiyan Azadî" û “Bijî berxwedana Tişrînê" kolanên bajêr hejandin.
Girseyê di meşê de gotin “Kes nikare Roja me tarî bike” û peyama ku wê jiyaneke bûyî Rêber Apo qebûl nekin, dan.
Endamê TCŞ’ê Ferhat Malazgirt di çalakiyê de axivî û got, "Divê em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd têbikoşin. Di 26’emîn salvegera komploya navneteweyî de, divê em nehêlin dagirker bigihêjin armanca xwe. Divê em bi terz, tempo û rêbazên Rêber Apo tola xwe ji komploya 15’ê Sibatê hilînin. Weke ciwanên Kurd, em komploya navneteweyî şermezar dikin û ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê timî li qadan bin.”