Cenazeyê şervanê QSD’ê Aram Hesekê hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Aram Hesekê ku li Zirganê şehîd bûbû, li Şedadê hat veşatin.
Cenazeyê şervanê QSD’ê Aram Hesekê ku li Zirganê şehîd bûbû, li Şedadê hat veşatin.
Cenazeyê şervanê QSD’ê Aram Hesekê (Ehmed Xidir El Selûm) ku di 30’ê Çileyê de li Zirganê şehîd bûbû, li Pakrewangeha Şehîdan a li bajarê Şedadê hat veşartin.
Merasîma cenaze ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Şedadê ve hat lidarxistin. Girseyeke mezin a şêniyên bajar, endamên saziyên sivîl, partî, hêzên leşkerî û ewlehiyê beşdar bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û torena leşkerî dest pê kir. Piştre ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Ebdulmecîd Etiye axivî.
Etiye piştî sersaxî ji malbat û hevalên şehîd re xwest, diyar kir ku serkefitnên hatine bidestxistin berhemên keda şehîdan e.
Etiye xîtabî çeteyên dewleta Tirk, xayîn û sixûran kir û got "Bi xwîna şehîdên azadiyê, bi rihê her tiştên pîroz, bi qêrîna dayika şehîdan em ê tola şehîdên xwe ji xayînan hilînin û em ê terorê li welatê xwe tune bikin."
Piştre wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd li ser wesîyeta wî ber bi gundê Sihiyê yê 15 km li bakurê navenda bajarê Şedadê hat veşartin.