Şervanê HAT’ê Şerger şehîd bû
Fermandariya Giştî ya HAT’ê ragihand ku şervanê wan Şiyar Bozan li pira Qereqozaxê şehîd bû.
Fermandariya Giştî ya HAT’ê ragihand ku şervanê wan Şiyar Bozan li pira Qereqozaxê şehîd bû.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Antî Teror (HAT) ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyeyê derbarê şehadeta şervanekî xwe de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji şervanên HAT’ê Şerger (Şiyar Bozan) îro (2 Sibat 2025) di berxwedana li Pira Qereqozaqê ya li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê şehîd bûye.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin "Şehîd Şerger sembola fedekarî û rizgariyê bû û di parastina rûmeta gel û xaka xwe de û mînaka dilêriyê bû."
Di daxuyaniyê de heya serketinê soza berdewamkirina rêya şehîd Şerger û hemû şehîdan hate dayîn.
Li gorî daxuyaniyê, agahiyên derbarê nasnameya şehîd de wiha ne:
Nasnav: Şerger
Nav û Paşnav: Şiyar Bozan
Navê Dayikê: Medîne
Navê Bav: Fadil
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Bîr Ereb, 2005
Dîroka Tevlîbûnê: 26-7-2023
Cih û Dîroka Şehadetê: Pira Qereqozaq, 2-2-2025.