Hêzên HTŞ’ê 3 kesên ji Qamişloyê revandin
Hêzên desthilata Şamê 3 welatiyên ji kantona Cizîrê, dema ji Şamê vedigerîn, revandin.
Hêzên desthilata Şamê 3 welatiyên ji kantona Cizîrê, dema ji Şamê vedigerîn, revandin.
Malbatên ji bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê ji bo tedawiyê bi erebeyekê çûbûn Şamê, lê di dema vegerê de hêzên desthilata Şamê li ser benda yekemîn a kontrolê ya li bajarê Humsê 3 kes ji wan revandin. Navên wan wiha ne; Fadî Mihemed Emîn Omer, Lezgîn Salih Ebdî û Nûbar Seîd Cankîr.
Li gorî agahiyên malbatên wan dane, di dema vegerê de hêzên desthilata Şamê ew li ser benda kontrolê sekinandin û gotin vegerin malên xwe. Lê hevjînên wan jî ji bo lêpirsînê birin cihên xwe û hîna çarenûsa wan ne diyar e. Her wiha erebe, telefon revandiyan û telefonên jinan jî hatin desteserkirin.
Her wiha hat diyarkirin ku di dema revandina wan her sê welatiyan de hêzên desthilata Şamê li wan da û heqaret li wan kir.