Li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Malbatên Aştiyê ya Elman (Familien fur den Frieden) li Kiliansplatzê stand vekir û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê sivîl ê Bendava Tişrînê nobetê protesto kir.
Bi dehan Kurdistanî û dostên wan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de bêdengiya Ewropayê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û iha hate gotin: “Rojava ji bo hemû mirovahiyê awayekî rêveberiyê ya modern ava kiriye. Di vê pergalê de bi taybet jin hemû gel û bawerî bi awayekî azad xwe îfade dikin. Dewleta Tirk a faşîst bi awayekî bêrehm êrîş dike, bêyî ku bêje jin û zarok qetil dike û hemû cîhan temaşe dike.”
Aktivîsta Elman Lea Bunse ku beşdarî nobeta li Bendava Tişrînê bû û bi giranî birîndar bû, bi rêya telefonê beşdarî çalakiyê bû. Lea Bunse di axaftina xwe ya bi zimanê Kurdî û Elmanî de wiha got: “Li Rojava berxwedaneke mezin heye. Şehîd û birîndar çêbibin, lê qet dev jê bernadin.”
Lea Bunse beşdarên çalakiyê silav kir û bang li her kesî kir ku xwedî li Roajva derkevin.