Hevseroka Giştî ya Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan ji ANF’ê re axivî.
Qetilkirina Rasa Al-Alî tê çi wateyê?
Ev yek ji rûyên herî tarî yê rejîmê cîhadîst e ku tê xwestin li Sûriyeyê bê avakirin. Dijminatiya HTŞ’ê û avaniyên mîna wî yên li hemberê jin, Elewiyan û hemû kesên parêzvanên jiyana laîkt rastiyeke nayê veşartin e. Qetilkirina Rasa Al-Alî, ne tenê qetilkirina akademîsyenekê ye, nîşana xwestina tunekirina hemû jinan, Elewiyan û kêmnetewan e.
Armanca êrîşên HTŞ’ê çi ne?
HTŞ’ê dixwaze bi avakirina tirs û dehşetê ya di nava civakê de pergala xwe ya şerîatê avabike. Tunekirina jinan a di qadên civakî de, tunekirina kêmnetewan û bêdengkirina kesên jiyana laîktî dipejirînin, tê armanckirin. Ev yek pêvajoya li Efganistanê ya bi Talîbanê re destpê kir, li Sûriyeyê bi HTŞ’ê re tê domandin e. Hêzên Emperyalist, ji bo tepîsandina têkoşînên demokrasî yên li Rojhilata Navîn, ev çeteyên cîhadîst bikartîne.
Modela Rojava di nava tabloyê de cihekî çawa digre?
Rojava, pergalekî ku jin bi awayekî wekhev û azad dijîn û gel bi hevre jiyan dikin ava kir. Ev yek tirsa avaniyên mîna HTŞ’ê ne. Hebûna pergalekî ku jin di jiyana civakî de çalak in, îdeolojiya wan dihilweşîne. Lewma Kurd, Elewî, kêmnetewan û kesên jiyanek laîktî daxwaz dikin, di bin gefek mezin de ne.
Hûn têkîliya Tirkiye ya bi HTŞ’ê re çawa dinirxînin?
Em dibînin ku desthilatdariya heyî ya li Tirkiyeyê bi eşkere piştgirî dide HTŞ’ê. Heta vê rewşê weke serfiraziyê pêşkêş dikin. Lê heman xeterî ji bo Tirkiyeyê jî derbasdar e. Ev avaniyên ku hewl tê dayîn li Sûriyeyê bên rewakirin, li Tirkiyeyê jî gefeke mezin çêdikin. Zîhniyeta ku îro li Sûriyeyê kêmnetewan hedef digre, dibe ku sibê beralî beşên cuda ên li Tirkiyeyê bibe.
Divê li hemberî vê rewşê helwestek çawa bê girtin?
Raya giştî ya demokratîk divê di ferqa vêrastiyê de be. Erka me hemûyan e ku aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê pêk bînin û demokrasiyê ava bikin. Divê civak xwedî li helwesta Elewî, Kurd, jin û hemû beşên bindest ên li dijî gefa komkujiyê derkeve. Eger bêdengî hebe wê ev pêl hê mezintir bibe. Divê her kesên xwedî wijdan li dijî vê derkeve!
Herî dawî hûn dixwazin ji bo Rasa Al- Alî çi bibêjin?
Rasa Al- Alî ne tenê akademîsyenek e, sembola berxwedan û azadiyê bû. Ez di şexsê wê de hemû jinên hatine qetilkirin, Elewî û kesên têkoşîna azadiyê didin bi bîr tînim.