Pêkhateyên Konfederasyona Civakên Kurdistanî (KON-MED) ên Federasyona Civakên Demokratîk ên Kurdistanî (FCDK-KAWA) yên eyaletên Hessen û Saarland ên Elmanyayê banga beşdarbûna meşa navendî ya di çarçoveya “Ji Rêber Apo re azadî ji Kurdan re statu” bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasbourgê bê lidarxistin, kirin.
Hevserokê FCDK-KAWA Mehmet Çopan daxuyanî da.
Çopan diyar kir ku wan bi meşa li Kolnê ya ku di çarçoveya pêngava Ji Rêber Apo re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî li Kolnê hate lidarxistin deriyê Îmraliyê vekirin û got, “Îsal jî em ê bi meşa li Strasbourgê Rêberê xwe azad bikin. Wekî FCDK-KAWA em ê bi pêkhateyên xwe re dîsa dest bi pêngavê bikin. Roja 15’ê Sibatê em ê li Strasbourgê li benda gel û dostên xwe bin.”