Şehîdên azadiya Kurdistanê li Parîsê hatin bibîranîn
Li banliyoya Evry a Parîsê ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê merasîma bîranînê hate lidarxistin. Di bîranînê de bal kişandin ser têkoşîna şehîdan û got, “Şehîdên me rêberê têkoşîn û jiyana me ne.”
Li banliyoya Evry a Parîsê ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê merasîma bîranînê hate lidarxistin. Di bîranînê de bal kişandin ser têkoşîna şehîdan û got, “Şehîdên me rêberê têkoşîn û jiyana me ne.”
Li banliyoya Evry a paytexta Fransa Parîsê di şexsê şehîd Viyan Soran, Demhat Bêdar, Bavê Teyar, Ekrem Rixo, Kêfo Osman, Manîsa Hacî, Mizer Mihemed û Ebdulqadir Îbrahîm de ji bo şehîdên meha Sibatê û Tişrînê merasîma bîranînê hate lidarxistin.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan axaftin hat kirin.
Nûnerê malbatên şehîdan diyar kir ku ew li pişt pêvajoya ku Rêber Apo pêş xist in û anî ziman ku hevrêyê herî mezin û parêzvanê şehîdan Rêber Apo ye. Nûner destnîşan kir ku şehîd civaka fedaî ava kiriye.
Li ser navê TEV-ÇAND’ê Serhed Mêrdîn axivî. Serhed Mêrdîn diyar kir ku faşîzma Tirk hewl dide kenê gelê Kurd bikuje, moral û motîvasyona civakê hedef digire. Nûner anî ziman ku wekî Bavê Teyar gotiye qelenê welat giranbuha ye û destnîşan kir ku wê dijmin nikaribe bawerî, hêvî û heyecana gelê Kurd bişkîne û got, “Şehîdên me rêberê têkoşîn û jiyana me ne.”
Di merasîmê de sînevîzyona li ser jiyana şehîdan hatibû amadekirin hate pêşandan. Di merasîmê de dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" berzkirin.
Merasîm bi banga beşdarbûna meşa ku di 15’ê Sibatê de ji bo azadiya Rêber Apo li Strasbourgê bê lidarxistin, bi dawî bû.