Li bajarê Graz ê Awûstûryayê di şexsê şanoger Cuma Xelîl (Bavê Teyar) ê ku di berxwedana Tişrînê de şehîd bû, Reşo Amûdê (Mihemed Tahir El Hisên) ê ku li Minbicê şehîd bû û endamê Hêzên Ewlekariya Hundir şehîd Hisên El Mihemed şehîdên azadiya Kurdistinê merasîma bîranînê hate lidarxistin.
Bîranîn bi beşdariya malbatên şehîdan û Kurdistaniyan li Navenda Civaka Demokratîk a Grazê (DKTM) hate lidarxistin. Malbatên şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya telefonê beşdarî bîranînê bûn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Malbatên şehîdan diyar kirin ku şehîdên Rojava şehîdên Kurdistanê ne û anîn ziman ku li Rojava çeteyên DAÎŞ’ê têk birin, niha dewleta Tirk rasterast êrîşî Rojava dike.
Li ser navê DKTM’ê axaftin hate kirin. Di axaftinê de sersaxî ji malbatên şehîdan hate xwestin û wiha hate gotin, “Tevgera Azadiya Kurd bi saya şehîdên fedaî hatiye heta roja me. Wan ji bo Kurdistanê û azadiya gelê Kurd canê xwe feda kirin. Heta armanca şehîdan bi cih bînin em ê têbikoşin û bi xwedîderketina Şoreşa Rojava em ê destê Rêber Apo xurt bikin.”
Di bîranînê de banga beşdarbûna meşa 15’ê Sibatê ya li Strasbourgê bê lidarxistin hate kirin.
Bîranîn bi pêşandana sînevîzyonê û berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin" û "Biji berxwedana Rojava" bi dawî bû.