YPJ: Sûriyeya nû ne kujerên jinan, jinên evîndarê azadiyê ava bikin

Fermandariya Giştî ya YPJˋê destnîşan kir ku hewl tê dayîn li ser çeteyên ku qilf guhertine dewlet ava bikin û bertek nîşanî erkdayîna kujerê Hevrîn Xelef da. YPJ’ê got: “Sûriyeya nû ne bi kujerên jinan, wê bi destê jinên azadîxwaz ve ji nû ve were avaki

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) têkildarî jinûve avakirina Sûriyeya nû ya bi destê jinên azadîxwaz daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe parve kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Li Sûriyê, rejîma Baas a ku bersiv neda tu daxwazên civakî hilweşiya û pêvajoya aloz a ku zoriyên wê gelekin didome.

Di vê pêvajoya dîrokî ya ku cîhan bi taybetî jî Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, ger ji bo avakirina welat hesasiyeta muzakereyên demdirêj neyê nîşandan, dê ev mûzakere hem bawerî û hem jî rewabûna xwe wenda bike. Di vê çarçoveyê de, li Şamê di 29'ê Çileyê de li pişt deriyên veşartî çarenûsa herêmekê tevahî bi tenê ji hêla komên çekdar ve hate diyarkirin. Hatim Ebû Şeqra, berpirsê koma çeteyên Ehrar El-Şerqiye û kujerê Seroka Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef, ne tenê beşdarî vê konferansa bi guman bû, di heman demê de hate erkdar kirin. Ev nîşan dide ku desthilata Şamê têkoşîna jinên Kurd ku hemû cîhan dipejrîne, înkar dike. Tişta ji vê jî xerabtir, îşaret bi wê yekê kir ku di şexsê jinên Kurd de di Sûriya nû ya ku hewl tê dayîn bê avakirin, cih ji jinan re nîne. Ji bo wê her awayê biryarên kongre û konferansên ku jin û gel beşdarê nebin, ne rewa ne û weke YPJ em konferans û biryarên wiha rewa nabînin, napejrînin.

Weke şervanên azadiyê yên QSD-YPG’ê di pêşengiya YPJ'ê de ev 14 salin li dijî DAÎŞ’ê ku AKP’ê jê re dibêje zarokên baş û malavaniya wan dike, ji bo parastina gelê xwe û mirovahiyê me têkoşînek xurt da meşandin. Li gelek welatên Ewropa û herî dawî li Dewletên Yekbûyî yên Emerîka DYE êrîşên çeteyên cîhadîst ku mirovahî pêre rû bi rû ma, bi ev berxwedana ku em raber dikin hatin rawestandin û sînordarkirin.

Zihniyeta cîhadîst û nûnerên wê hewl didin bi riya çeteyên kevin ku cil û bergên wan guhertine, dewletekê ava bikin. Ev rewş ne pêkane ku ji aliyê me ve were pejirandin. Ev hêzên cîhadîst bi cil û berg û bi navên nû êrîşê gelên bakur-rojhilatê Sûrî dikin û îro bi riya wan hewl tê dayîn ku dewlet bê avakirin. Dibe ku bi van cil û berg û kravatan xwe cuda nîşan bidin. Lê belê em nikarin rastiya van qatilên ku destê wan di xwîna bi hezaran mirovan de heye, komkujî pêk anîne, serî jê kirine, bi taybetî jî bedenê jinan perçe perçe kirine û gihane sînorê bê exlaqiyê, ji nedîtî ve bibînin.

Divê demildest ev qatil bên darizandin û cezayê ku heq kirine li wan were birrîn. Divê Serokê AKP'ê yê faşîst Erdogan jî ku wan mezin kir, bi kar anî û daxist qadan, li Dadgeha Cezayê Giran bê darizandin. Ev erka exlaqî ya her kesî û her sazî û dezgehên ku xwedî li mirovahiyê û demokrasiyê derdikevin û herî zêde jî erka hemû jinên cîhanê ye.

Li ser vê erdnîgariyê dema ku jin hate qetilkirin, hilweşandina civakî jî dest pê kir. Ji bo wê Sûriyeya nû ne bi kujerên jinan, wê bi destê jinên azadîxwaz ve ji nû ve were avakirin."