Şehîd Şerzad Qamişlo li Osnabruckê hat bibîranîn
Şerzad Qamişlo ê ku li Minbicê şehîd bû, li Osnabruckê hat bibîranîn. Di bîranînê de bal kişandin ser wateya şehîdan a ji bo welat.
Şerzad Qamişlo ê ku li Minbicê şehîd bû, li Osnabruckê hat bibîranîn. Di bîranînê de bal kişandin ser wateya şehîdan a ji bo welat.
Ji bo şervanê QSD’ê Şerzad Qamişlo ê ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya di 8’ê Çileyê de hate qetilkirin, li bajarê Osnabruck ê Elmanyayê çalakiya bîranînê hate lidarxistin.
Bîranîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Osnabruckê, bi deqîqeyekî rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir.
Siyasetmedar Yuksel Koç di bernameya bîranînê de axivî û wiha got: “Dewleta Tirk li Rojava êrîşên xwe yên dagirkeriyê didomîne. Şehîdên me li dijî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe didin. Berxwedana şehîdên me statuya Rojava diyar dike. Eger ne ji şehîdên me ba dewleta Tirk Rojava ji qirkirinê re derbas bike. Em Kurd deyndarê şehîdên xwe ne. Ji ber ku ew rûmet, welat û hebûna me diparêzin. Em her li ku derê jî bin divê layiqî şehîdên xwe bin, berxwedana wan fêm bikin, armanca wan pêk bînin û yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin.”
Endamê Meclîsa PYD’ê Fexrî Abdî jî wiha got: “Şehîdên me ne şehîdên taxek, bajerek an jî parçeyekî ne. Şehîdên me şehîdên çar parçeyê Kurdistanê ne. Lewma em îro ne tenê Şehîd Şerzad Qamişlo hemî şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin.”
Piştî bernameya bîranînê şîn hatin qebûlkirin.