Şehîdên azadiyê li Winterthurê hatin bibîranîn

Ji bo şervanên azadiyê yên ku di dîrokên cûda şehîd bûne merasîma bîranînê hate lidarxistin û wiha gotin: “Em ê her tim li ser rêya şehîdan bimeşin. Divê gelê me bi erka xwe rabe.”

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Winterthur ê Swîsreyê ji bo şervanên azadiyê yên di dîrokên cûda de şehîd bûne, Cesur Roboskî (Ozgur Encu), Hewrê Bêkes (Ferdîn Salihî) û Berxwedan Serdem (Salih Mihemed) merasîma bîranînê hate lidarxistin.

Bîranîna ku ji hêla Saziya Malbata Şehîdan a Swîsreyê (KOMAW) û Navenda Civaka Kurd a Domokratîk a Winterthur bi hev re lidarxistin, gelek malbatên şehîdan û nûnerên saziyan 
amade bûn. 

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê destpê kir. Piştî rêzgirtinê hevberdevkê KOMAW’ê yê Swîsreyê Mustafa Karahan axivî. Karahan anî ziman ku PKK partiya şehîdan e û got, “Ger em îro nêzî azadiyê bûne ev yek bi saya şehîdên me pêk hatiye û em deyndarê şehîdan e. Gerîlayên me li dijî dijmin li ber xwe didin. Gelê me di bin bombebaranan de govendê digerînin. Kê ev ruh ava kir? Şehîdan ev ruh ava kirin. Em bi saya şehîdan û Rêber Apo bûn gel. Ji bo azadiyê divê em xwe bi rêxistin bikin.”

Siyasetmedar Siddik Batûr sersaxî ji malbatên şehîdan xwest û got: "Pîvana îdîaya şehîdan pir zelal e. Ji bo welat û ji bo azadiya gel xwe feda kirin. Gerîla îro li tunelên berxwedanê li dijî çekên kîmyewî li ber xwe didin. Li Tişrîn, Qereqozax, Zap, Xakurkê û Metîna berxwedanek bê hempa heye. Em ê her tim li ser rêya şehîdan bimeşin. Divê gelê me bi erka xwe rabe.

Merasîm bi pêşandana sînevîzyonê û berzkirina dirûşmeya "Şehid namirin" bi dawî bû.